Ji bo veşartina fikrên xwe yên DAIŞ’î û teşwîqa kuştina Kurdan, piştgirîya Tirkên Osmanî ji bo dagirkirina Sûriyê û qirkirina Kurdan, ji bilî çend rojan, nekarîn xwe rabigrin û niyeta xwe eşkere kirin. Em qale Cebhet El-Nusra dikin ku niha li Şamê desthilatin. Ew bûn ku di sala 2012’an de êrîşî Serêkaniyê kirin û ev êrîş li ser fermana dewleta Tirk pêk hat.
Dewleta Tirk a xwest vê carê bi DAIŞ’ê êrîşî Kobanê bike, lê hêza Kurd pêşengiya wê dikin ew têk bir û li Baxozê dawiya vê serdema tarî hat. Lê dewleta Tirk ji çeteyên DAIŞ’ê yên gihîştin ber destê wê, ew li Idlib û deverên dagirkirî bi cih kirin û îro gelek ji wan li Şamê ne. Vê carê ji wir gefan li Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk dixun, gelekî aciz in û dixwazin bi piştgiriya dewleta Tirk hevalên xwe yên DAIŞ’î ji girtîgehên di bin kontrola HSD’ê de ne derbixin. Heta tê gotin ji mijarên nîqaşê ji bo lihevhatineke muhtemel di navber Şam û HSD’ê ku hefteya derbasbûyî civînek çêbûbû, ew bû dosya DAIŞ’ê ku Muhemed El-Colanî xwestiye HSD’ê van DAIŞ’î yan radestî wan bikin. Girêdayî vê mijarê jî di heman wextê de, Wezîrê Karê Derve yê Tirk Hakan Fîdan bang kir ku divê dosya DAIŞ’ê ji destê HSD’ê bê derxistin û her wiha berê jî gelek caran dewleta Tirk ji DYA xwestibû ku ew dikare cihê HSD’ê di mijara DAIŞ’ê de bigire û bibe hevalbendê wan ê sereke. Lê hêzên koalisyonê baş dizanin ku dewleta Tirk dema van DAIŞ’iyan bi dest bixe, ew ê li hember hemû herêmê bi kar bîne, lewma guh nadin dewleta Tirk.
Dîsa dewleta Tirk gefa kuştinê û binax kirinê li Kurdan dixwe û li aliyê din dibêje ew ê pirsgirêka Kurd bi diyalogê çareser bike û vaye pêvajoya danûstandinê bi Ocalan re dest pê kiriye. Ev çareserî çawa dibe, kes fêm nake lê li ser mijarê Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bi aşkereyî ji desthilata Tirk re got; “Li Tirkiyê aştî û li Rojava şer nabe. Yanî ger tu qale aştiyê dikî, wê demê çima tu bi çeteyên xwe ewqas êrîşî Rojava dikî û gefa binaxkirinê li Kurdan dixwî.
Her çiqasî dewleta Tirk gafan jî li Rojava bixwe û êrîş jî bike, lê destê HSD’ê û Rêveberiya Xweser di Sûriyeyê de ji hemû aliyan xurtir e û ev xurtbûn û bandora wê jî di daxuyaniyên wezêrên Karên derve yên Almanya Annalina Berbok û Franca Janewel Bareo aşkere bû. Herdu aliyan jî berî her tiştî îşaret bi hebûna Kurdan di pêşeroja Sûriyeyê de kirin.
Piştî van tevgerê dîplomasî yên van çend rojên dawî, vê carê kesên ser bi desthilata niha li Şamê de gef li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwarin û qaşo Wezîrê Perwerdeyê ye li Şamê, daxuyaniyekê da û got ku Osmanî li Sûriyeyê ne dagirker bûn û bi vê jî dixwaze dagirkeriya Tirk li Sûriyeyê jî rewa bide nîşandan. Lê ev alî yên li Şamê heta niha jî tênegîhiştine ku Kurd tekane hêza Sûriyeyê ne ku armanca wan parastina axa Sûriyeyê ye, ew in ku Hêzên Sûriya Demokratîk bi birayên xwe yên Ereb û Asûrî re ji bo rizgarkirina Bakurê Sûriyeyê ava kirin û li dijî dagirkeriyê şer kirin, ew ê bimînin hêza sereke ya avakirina “Komara Sûriyeya Demokratîk” a bê DAIŞ û cêwiyên wê, bê Tirk û dagirkeriya wê û bê kesên xwedî kînî û fikrên mîkrobî.
Ger ev alî hişê xwe bidin serê xwe û tevkariyeke baş li gel HSD’ê û Rêveberiya Xweser dûrî destwerdanên dewleta Tirk bikin, ew ê Sûriye bibe Komara Sûriyeya Demokratîk û bingeha artêşa wê jî bibe Hêzên Sûriya Demokratîk!