Bi têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê û encamên derketî holê re, rê li ber rejîma şerê taybet qediya. Rêber Apo bi helwesta xwe ya berxwedêr û bi dehaya xwe hewl dide pêşiya xeteriyên li ser Kurdistan û Tirkiyeyê bigire.
Dem û pêvojaya ku Rêber Apo mudaxele kirî gelekî girîng e. Em baldar bin, her tim di serdemên krîtîk de Rêber Apo hewl daye ku gelên herêmê ji qeyran û firtoneyên tên biparêze. Mînak, di sala 1993’yan de li dijî komployên NATO-Gladio, helwesta xwe ya aştiyane nîşan da, agirbest îlan kir. Piştî ku Ozal bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da, ew pêvajo û hewldanên Rêber Apo jî bêencam man. Di 1995 û 1998’an de jî bi heman rengî Rêber Apo agirbest îlan kirin. Bersiva NATO-Gladio-Ergenekon, tê zanîn. Rêber Apo ji Sûriyeyê derket û bi komployeke navneteweyî; xwînmijên cîhanî-herêmî û kurmên darê, ew xistin êşkencegeha Îmraliyê. Lê Wî dîsa jî helwesta xwe ya şoreşgerî û aştixwaz domand, rola xwe yê Rêbertiyê pêk anî… Ji bo ku em bizanibin çend caran agirbest hatin îlankirin û çend caran hatin sabotekirin, divê mirov bi taybet lêkolîn bike, ew qasî zêde hewl da… Herî dawî di navbera 2013-15’an de dîsa xwest ku bijarteka aştiyê derkeve pêş, gelên me nekevin gola xwînê. Lê mixabin Erdogan, karakter û armancên xwe yên rastî derxistin holê. Di 30’ê Cotmeha 2014’an de plana qirkirinê, bi navê “plana çokdanînê” amade kir. Di wê planê de xaleke esasî hebû; pêwîst bû tu carî bi Rêber Apo re hevdîtin neyên kirin! Çend hevdîtinên bi armancên xapandina gelên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ne têde, tecrîd û êşkenceyeke giran danîn ser Rêber Apo û hevdîtin pê re nehatin kirin.
Di encamê de çi bû?
Li gorî wê plansaziya qirkirinê, wê Rêber Apo jî têde, Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê Kurd bihata tinekirin. Mijara Kurd û Kurdistanê wê bi vî awayî ji holê bihata rakirin.
Di van 10 salan de nêzî 15 hezar leşker-polîs hatin kuştin. Bi qasî 3 hezar gerîla jî şehîd bûn. Dewleta Tirk a dagirker û qirker bi hemû hêza xwe û ya NATO’yê, bi qasî 35 hezar êrîşên hewayî, bejayî kirin. Yanî vê siyaset û zîhniyeta dagirker û qirker di aliyê manewî û madî de êş û windahiyên gelekî mezin bi herkesî dan kişandin. Lê nekarî bigihê armanc û hedefên xwe yên tineker. Tunêleke şer a Zapê bi tena serê xwe, ev sê salin li hemberî her cure êrîşê li ber xwe dide! Li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê bandora Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurdistanê kêmtir nebûye, zêdetir bûye. Ji Kanada heta Brîtanya, ji Afrîka heta Arjantîn, ji Rûsya heta Hîndistanê mirov ji bo fikrên Rêber Apo hîn bibin, ji bo azadiya Wî ya fîzîkî bi dest bixin di nav ked û hewldanan de ne.
Yanî paradîgmaya Erdogan û Bahçelî ya faşîzma reş û tarî hilweşiya. Neçar man paradîgmayeke nû bibijêrin. Ew paradîgma jî ya ku Rêber Apo di hevdîtina dawî de behsa wê dike ye: Aştî û tifaqa Kurd û Tirk a dîrokî! Helbet ev aştî û tifaq, ne li ser esasê tinekirina gel û hêzên din ên herêmî û cîhanî ye. Wilo be, nabe paradîgma aştiyê, wê bibe ya dagirkeriyê. Lewma jî paradîgma jiyan, aştî, azadî, xwişk û biratiyê ye. Ne ev paradîgma be, mirov nikare Komara Tirk (KT), li ser piyan bihêle. Gelê Kurd û Tirk nikarin bi hev re xwe ji bahoza herêmî biparêzin. Yan wê qutbûneke dîrokî pêk were, ev ê jî encax bi şerekî texrîbkar û tineker pêkan be; yan jî wê bi hev re li gorî diyalektîka her du gelan a dîrokî, tifaqên stratejîk pêk bînin. Gotina Bahçelî, “an em ê li hev bikin, an jî em ê hilweşin” di vê wateyê de gelekî rast û di cih de ye. Bi rastî jî Tirkiye di bin dorpêçekî de ye. Piştî siyaset û helwestên Erdogan ên berjewendîperest, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) tedbîrên sîstema xwe girtin. Hêzên leşkerî û teknîka pêşketî li giravên Yewnanistan û Qibrisê bi cîh kirin. Xetên enerjiyê diyar kirin, Tirkiye derveyî wê jî hiştin. Bi Misir, Yewnanistan û Qibrisê re hevpeymanên navneteweyî yên deryayî îmze kirin. Mezintirîn baregeha xwe ya leşkerî li Urdunê ava kir. Alternatîfa Încîrlîkê li Hewlêrê ava kir. Tedbîrên Îranê di ser Azerbaycanê de girtin û hwd. ji gelek aliyan ve KT derveyî lîstikê ma. Di nav vê dorpêçê de riya rizgariyê di Kurdistanê de derbas dibe. Ger ku KT bixwaze di sedsala xwe ya duyemîn de jî li ser piyan bimîne, neçar e ku aştiya Kurd û Tirkan pêk bîne. Tekane hêza ku bikaribe vê bike jî Rêber Apo ye.
KT bi xeyalên Osmaniya nûjen, nikare li ser piyan bimîne. Heta weke biwêja Tirkî dibêje, di pey birinca Dîmyatê de dikare savara xwe ya malê jî ji dest bide. Yên ku bi HTŞ ya çend salî Sûriye hilweşandin, valatî û kelevajîbûna lîsteyên terorê di çend rojan de raxistin berçavan, bi Kurdên birêxistinkirî, xwedî paradîgmaya serdemê, têkoşer, berxwedêr û azadîxwaz re nikarin çi bikin? Alîguhertina ENKS’ê ji vexwarina avê hêsantir e. Malbata Barzanî ya hevkar û nokera KT, di şevekî de dikare ji hespê xiyanetê peya bibe û weke rêxistineke welatparêz tevbigere! Ger ku bi rastî jî rayedarên KT vê carê xeteriyên li ser herêmê dîtibin, weke ku Rêber Apo gotî, beyî ku dereng bimînin, divê ji bo çareseriyê bixebitin. Bi gotina klîşe, “ev nifşê aştiyê yê dawî ye.” Yên li pey vî nifşî tên, nifşê bahozê ne!
Sersala hemû mirovên azadîxwaz û aştîxwaz pîroz be!