Girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê dimînin, ji bo piştgiriyê bidin banga xwedîderkedina felsefeya azadiyê ya Abdullah Ocalan, bi rêya malbatan bang kirin. Girtiyan bang li hemû kesên demokrat, xwedi wijdan û parazvanên mafên mirovan kir ku piştgiriyê bidin kampanya “Deng bidin azadiyê” û wiha gotin: “Em bang li gelê xwe û rêxistinên demokratîk dikin ku piştgiriyê bidin kampanya “deng bidin azadiyê.” Em dixwazin gelê me xwe tev li pêvajoyê bikin. Em jî wekî girtiyên li zindanan xwe tev li vê kampanyayê dikin û deng didin azadiyê.”
Girtiyan bal kişand ser zextên li girtîgehê ji û anîn ziman ku kiryarên keyfî yên li dijî girtiyên siyasî didome û wiha gotin: “Girtî dikarin rojê saetekê derkevin hewşê hewayê bistînin. Dîsa pirtûkan asteng dikin. Li gorî xwe pirtûkan didin. Pirtûkên ku girtî dixwazin nadin. Dema diçin nexweşxaneyê dîsa dixwazin li devên girtiyan binerin. Ji ber ve yekê girtî naxwazin biçin nexweşxaneyê. Dema ku girtî binpêkirinan îtîraz dikin rayedar dibêjin ‘Ev der girtîgeha ewlehiya bilind e’ wisa ye. Dîsa girtiyên nû tên vê girtîgehê li wan lêgerîna tazî ferz dikin.”