Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...
Pazartesi - 9 Haziran 2025

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Deriyê Weqfa Jina Azad ji hemû jinan re vekiriye

Rêvebera Weqfa Jina Azad Şêrîn Mihemed diyar kir ku Weqfa Jina Azad ji bo jin di nava civakê de rolek çalak dilîze hatiye avakirin û wiha got: “Deriyê Weqfa Jina Azad ji hemû jina re vekiriye.”

Jinên Kurd bi pêşengiya paradîgmaya Rêber Apo ya demokratîk, ekolojîk, azadîxwaziya jinê Şoreşa Jinê ya Rojava avakirin. Bi şoreşê re jin bi lez û bez rola xwe di nava qadên jiyanê de îsbat kirin û di warê siyasî, leşkerî, çandî û civakî de bûn pêşeng. Li herêmê gelek rêxistin û saziyên xwe yên jin avakirin û bi rêvebirin. Saziya Weqfa Jina Azad li Sûriyeyê sala 2014’an li herêmên cuda ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat avakirin. Di bin dirûşmeya “Jina azad bingeha civakek azad e” kar û xebatên xwe heya vê kêliyê bê navber didomîne. Ew saziya herî girîng û çalak di nava civakê de tê danasîn. Bi salane ji bo perwerdekirina jinan û pêşxistina kesayetên pêşeng xebat û têkoşîn dide meşandin, her wiha dibe deriya peydakirina derfetên kar ji jinan re.

Weqfa Jina Azad li hemû bajarên herêmê şax û komîteyên xwe ava kiriye. Li Kobanê şaxa xwe di 2019’an de ji bo pêşkêşkirina xizmet û çalakiyên cihreng, vekir. Ji bo jin xwe di warê aborî de bi hêz bike gelek perwerdeyan vedike û pîşeyên cuda hînî wan dike, da ku karibin xwe di hemû waran de îsbat bike.

Rêvebera Weqfa Jina Azad a Kobanê Şêrîn Mihemed bal kişand ser girîngiya avakirina saziyê û wiha vegot: “Ji bo rol û misyona jinan di nava civakê de bê xurtkirin pêdîvî bi vekirina saziyê hebû. Endamên Weqfê ji bo pêşxistin û perwerdekirina jinan, her wiha alîkariya wan di warê madî û manewî de jî di nava xebat û têkoşînê de ne. bi rêya komînan me semîneran di nav civakê de zzêde kiriye. Armanca me dawî li zihniyeta baviksalarî ku her hêştiya jin di çarçoveya mal de bimîne û mafê wê jê diziye, bînin.”

Şêrîn Mihemed der barê kar û xebatên saziyê de wiha dibêje: “Weqfa Jin her sal karîbû gelek projeyan di nava civakê de pêş bixe. Em perwerdeyên cuda û demên wan cuda ne li dar dixin. Perwerdeya kuafor û dirûtinê sê mehan li berxwe dide. Di vê perwerdeyê de jin hînî pîşeyê dibin, piştî bi dawî bibe ezmûnek ji wan re tê çêkirin û li ser wê bingehê bawermayek didin wan ku dikarin li her derê kar bikin. Li gor pîşeyan jî perwerde du mehan an jî 40 rojan tên vekirin. Piraniya jinên ku terka xwendina xwe kirine derbasî van perwerdeyan dibin. Temenên jinên ku divê beşdarî perwerdeyan bibin di navber 18-50 salî be. Ev perwerde ji bo pêşxistina jinan dibe destek.”

Şêrîn Mihemed qala daxwazî û hezkirina jinan ji karê saziyê re kir û ev tişt anî ziman: “Daxwaziyên jinan ji kar û xebatên saziyê re gelek e û hezkirina wan ji derbasbûna perwerdeyan jî zêde ye. Di sala 2024’an de li Kobanê eqfê 6 perwerdeyên cuda ku tê de zêdeyî 250 jinan cih girt, derçûnkir. Piştî derçûnê li gor nirxandinan hin ji jinan di nava saziya weqfê de kar dan meşandin, hin ji wan di nava saziyên din de cih girtin, her wiha hin jî projeyên biçûk ji xwe re vekirin. Me karê xwe di nava herêmê de zêdekir û me hewilda xwe bighînin hemû jinan. Me karîbû nûqteyek tenduristî ji bo alîkariya jin û zarokan bi hevkariya bijîşkên pispor di warê nexweşiyên jin û zarokan de hate vekirin. Xizmet û lênihêrîna tendirustî bê pere ji wan re tê pêşkêş kirin. Li kêlek wê zêdetirî 6 pêşengehên karê destan li Kobanê, Sirîn, Eyn Îsa û Reqayê hat vekirin.”

Di dawiya gotinên xwe de Şêrîn Mihemed diyar kir ku deriyên wan ji hemû jina re vekiriye û got: “Deriyê Weqfa Jina Azad ji hemû jina re vekiriye, da ku karibin kesayetên xwe pêş bixînin û hebûna xwe di civakê de îsbat bikin. Em ji bo alîkarî û piştevaniya jinan her amade ne. Banga me ji hemû jinên ku di çarçoveya malê de mane heye ku li dijî kevneşop û adetên civakê yên paşverû serî hildin û zincîra koletiyê biqetînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar