Heyeta Îmrali ya DEM Partî Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder tevî siyasetvan Ahmet Turk di nava hefteyê de hevdîtinên xwe yên bi partiyên siyasî re domandin. Heftiya borî heyetê bi serokê meclisê Numan Kurtulmuş û Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî re hevdîtin kiribû. Heyetê bi despêka hefteyê re hevdîtinên xwe domandin.
Xeleka duyem a hevdîtinan bi serdana navenda partiya Gelecekê dest pê kir. Heyeta Îmrali bi serokê Partiya gelecekê Ahmet Davutoglu civiya. Heyet ji wir derbasî meclisê bû û li meclisê bi rêveberên AKP’ê re hevdîtinek pêk anî. Heyeta Îmraliyê di nava rojê de herî dawî jî serdana navenda Partiya Saadetê kir bi Serokê Partiya Saadetê Mahmut Arikan re hate gel hev.
Hevdîtinên heyetê roja sêşemê jî dewam kirin. Heyet di çarçovaya plansaziya xwe de pêşî li meclîsê serdana Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel kir. Heyet bi Partiya DEVA û Partiya Yenîdan Refat re jî hevdîtin pêk anîn. Di halê heyî de hevdîtin di asmosferek erênî de pêk tên. Daxuyaniyên ku piştî hevdîtinan tên dayin jî nêzîkatiyek pozîtîf heye.
Bêguman Tevgera Azadiya Kurdistanê gelek caran deklere kir ku ew alîgirê pêşxistina diyalogêne û çarederiya demokratîk in. Ji bo vê jî gelek caran gavên erênî avêt û ji dilbûna xwe diyar kir. Bi taybet Rêber Apo çi bi pêşxistina paradîgmaya Neteweya Demokratîk çi jî bi helwesta xwe ya aştiyane her tim aşkere kir ku ew ji diyalog û pêvajoyê re amade ye. Çi bikeve ser milê wî bêyî ku berjewendiyek şaxsî bifikire ji bo aştiya gelan amadeye. Di salên borî de vê niyata xwe ya ji dil, awayê cûda ji cîhanê re jî aşkere kir.
Desthilata AKP’ê gelek caran ev niyata erênî ya Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ji bo berjewendiyên xwe yê siyasî bi kar anî. Ango xwe neda ber zahmetiyên demê. Pêvajoyên ku bi berdêlên mezin dihatin despêkirin jî bûn qurbana berjewendiyên deshilata faşîst û qirker. Her çendî pêvajo têk çibin jî ev nayê wateya ku pirsgirêka Kurd hatiye çareserkirin û li Tirkiyê demokrasî, azadî û wekheviya gelan pêş ketiye. Jixwe ji ber nebûna van, îro Tirkiye her ku diçe paş dive û winda dike.
Desthilata ku pirsgirêka Kurd bi tecrîd û siyaseta şer ve ji nedîtinê ve dihat êdî li himberî pêdiviyên demê xetimî. Bi taybet piştî li Rojhilata Navîn dînamîkên cûda ketin hereketê û hêza van li ser herêmê zêde bû û şûn ve tengasiyên deshilata AKP-MHP’ê ku bi înkara Kurd re jiyan dikin jî bi awayekî eşkere hate dîtin. Di vê çarçoveyê de du rê derketin pêşiya dewleta Tirk a daigrker û qirker. Ya wê xwe li gorî pêdiviyên demê biguhere û hêza herî dîmanîk ya Kurdan bibîne, qebûl bike û pêre rûnê, yan jî wê di çarçoveya planên li ser herêmê tên pêşxistin perçe bibe û têk biçe.
Li Tirkiyê aqilê dewletê xeteriya heyî dît û tevî siyaseta qirkirin û êşkenceyê jî çûn cem Rêber Apo. Bêgûman di vir de divê em peyama Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî ku îşaret bi Îmraliyê kiribû baş binirxînin. Ev peyam ne peyamek ji rêzê û yek aliye. Li pişt vê peyamê aqlê dewletê heye. Piştî vê paymê gelek derdorên cûda anîn ziman ku gelo wê AKP’ê ji bo berjewendiyên xwe yên hizbî biparêze çawa nêzî vê bangê bibe. Bêgûman ji bo mirov bêje wê erênî ango neyînî nêz bibe hîn zûye. Lê di halê heyî de ez wisa taxmîn dikim ku ew jî di ferqa xeteriya heyî de ne.
Di çarçovaya van bang û peyaman de pêşî biraziyê Rêber Apo Omer Ocalan di 23’ye Cotmehê de û herî dawî jî parlamenterên DEM Partî Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder di 28’ê Kanûnê de çûn Îmraliyê. Dengvedana van hevdîtina dewam dike. Hevdîtinên Heyeta Îmraliyê bi partiyên siyasî re pêk tîne jî di halê heyî de erênî diyar dikin.
Lê divê em bizanibim ku kesê di nava derfetên herî kêm de hewl dide ev pêvajo bi silametî bimeşe û bigihêje serkeftinê Rêber Apo ye. Ew di ferqa tengasiyên dewletê û lîstikên li ser herêmê tên pêşxistin de ye. Di çarçoveya heyî de dixuye ku li Îmraliyê di navbera Rêber Apo û dewletê de çarçoveyek diyalogê heye.
Wisa xuyadike ku bi taybet Rêber Apo ji bo di vê pêvajoyê de hikûmet bi tenê nemîne, aliyên muxalefet û raya giştî jî beşdarî pêvajoyê bike û wan amade bike erk daye heyeta Îmraliyê. Ji bo ku ev pêvajo li ser zemîna parlamentoyê pêş bikeve jî bi baldarî li ser girîngî û erka parlementoyê disekine. Di vê çarçoveyê de heyetê dest bi serdanên xwe kir. Li ser vê bingehê êdî em dikarin bêjin ku pirsgirêk li ser plansaziya qanûnî pêş dikeve.
Lê eger dewleta ku êdî hebûna xwe sipartiye vê diyalogê divê ji dil be. Dewleta ku ev sed sal e li ser siyasetên înkar û îmhayê hebûna xwe daye dimeşîne, êdî nikare vî şerî bidomîne. Lê divê em bizanibin ku dewlet wê ti carî nexwaze ku hêzek xurt li beramberî wê hebe. Ji bo destê Rêber Apo lawaz bike çi ji dest bê jî wê bike.
Di vê pêvajoya ku êdî herkes bahsa Sûriye û Rêveberiya Xweseriya Bakur û Rojhilatê Sûrî dike dewleta Tirk di nava êrîşkariyê de. Bi vê rojevê ve girêdayî dewleta tirk jî dixwaze bi êriîş û gefên li ser herêmê îdîaya azadiyê ya xelkê herêmê lewaz bike û xwe li herêmê xurt bide nîşan dan.Bê gûman ev siyaset hem li derveyî welat û him jî di nava xwe de kêri wê tê. Lê Rêber Apo, Tevgera Azadiyê û gelê Kurd di ferqa van gefan de ne û dixanin ev teqabûlî çi dikin.
Bêguman dewleta Tirk ji bo bi silametî ji vê pêvajoyê derkeve wê di nava hewldnanên cûda de be. Pêvajoyê berê ên diyalogê nîşanî me dide ku dibe bûyerên girîng jî rûbidin. Lê di halê heyî de tişta diyar dike, tevî hemû êrîşan jî Tevgera Azadiya Gelê Kurd bi hêz e. Destê Rêber Apo xurt. Baweriya gel heya dawî bi Rêbertî û tevgera xwe heye. Ev jî wê rênede ku dewleta Tirk mîna berê di çarçoveya berjewendiyên xwe de doza Kurd bi kar bîne.