Şandeya ku ji parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan, bavê rojnamevan Nazim Daştan, bavê rojnamevan Cîhan Bîlgîn, endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), MEBYA-DER û Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê (DFG) pêk tê ji bo cenazeyê rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn werbigirin saet di 16.00ê 6ê Çile de hatin Deriyê Sînor ê Xabûrê. Lê şande 2 roj bi hincetên cûda cûda li deriyê Xabûrê tên sekinandin.
Beyî ku sedemek nîşan bidin şande 2 roj in li deriyê sînor ê Xabûrê tên rawestandin û destûrê nadin ku heyet derbasî başûr bibin. Duh evarê parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Newroz Uysal Aslan xwest betanî û pêdiviyan bibe lê hat asteng kirin. Polîsan destûr neda ku Newroz Uysal betaniyeyan bidin malbatan û şandeyê. Şande 2 roj in li deriyê sînorê Xabûrê li bendê ne ku derbasî başurê Kurdistanê bibin.
Malbatên rojnameger Cîhan û Nazim 2 roj in li sînor tên rawestandin