Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...
Perşembe - 13 Şubat 2025

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Komkujiya Parîsê: 3 jin, komployek û rastiyên ku nayên ronîkirin

Tirkiye ku ji bo çareseriya prisgirêka Kurd li Îmraliyê li ser maseyê runişt li aliyê din jî li Parîsê sîxurên MÎT’ê li Parîsê sê şoreşgrên jin yên Kurd qetil kirin. Tevî evqas sal derbas bû, komkujî nehat ronîkirin.

Di 3’yê Çileya 2013’yan de dema ku hevdîtinên fermî yên ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd di navbera heyeta dewletê û Heyeta Îmraliyê ya ji wekîlên BDP’ê de pêk tê, didomin, yek ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara) û nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9’ê Çileyê de li paytexta Fransa Parîsê, li avahiya nûnertiye Kongreya Neteweya Kurdistanê ya Parîsê hatin qetilkirin. Her sê jinên şoreşger ji aliyê kujerê ku ji aliyê Rêxistina Îstixbarata Tirk (MÎT) ve hatiye girtin ve hatine qetilkirin. Derket holê ku gumanbar Omer Guney yê bi navê kod ‘Ozan’ yê rayedarê MÎT’ê ye. Tevî van êrîşan ji bo aştiyê pêvajoyê aştiyê hat meşandin û banga aştiyê hat kirin.

Li Cenevreyê civîna ewil a hevdîtinên Tirkiye û nûnerên PKK’ê ku wek ‘Hevîtinên Oslo’ dihat binavkirin ya bi erêkirina Enqere û Qendîlê pêk hat. Piştî vê di civîna Tîrmeha 2008’an de cigirê Musteşarê MÎT’ê Afet Guneş û du rayedarên MÎT’ê ligel cih digirin. Yek ji van jî tetikêşê komkujiya Parîsê Omer Guney yê bi navê kod ‘Ozan’ e. Ozan di hevdîtinên navbera Tîrmeha 2008 û Tîrmeha 2011’an de di hemû hevdîtinên navbera PKK û Tirkiyeyê de cih girt. Di pêvajoya 2013’yan ya Îmraliyê de Musteşarê Ewlehiya Cemawerî Muhammed Dervîşoglu weke nûnerê herî bi raye yê dewletê cih girt. Muhammed Dervîşoglu dema çû Osloyê, Omer Guney jî li gel xwe bir.

Qeydên deng ên gumanbar Omer Guney di 2014’an de ket ser înternetê û bi vê re têkiliya wî ya MÎT’ê ya bi komkujiyê re defşîfre bû. Di qeyda deng de têtikêş Omer Guney digot komkujî bi qetilkirina du kesî plankirine û wê suîqestê li dijî gelek siyasetmedarên Kurd pêk bîne.

Kovara Der Spîegelê di maşneta ku avêt de diyar kir ku sîxurên Tirk tevli qetikirina aktîvîstên jin yên PKK’î bûne. Doza komkujiya Parîsê bi mirina yek gumanbarekî ve ket. Gumanbar Omer Guney di 17’ê Kanûna 2016’an de li nexweşxaneyê ji ber tumurê di mêjiyê wî de mir.

Rojnameger Laure Morachand der barê komkujiyê de pirtûka bi navê ‘Kolana La Fayette, hejmar 147 Sê Cînayet’ bal dikşîne ser berpirsyariya Fransa û Tirkiyeyê ya di ronînekirina komkujiyê. Laure Machand di beşa dawî ya pirtûkê de diyar dike ku sedema ronînekirina komkujiyê têkiliya di navbera Parîs û Enqereyê de ye.

Rêber Gelan Abdullah Ocalan der barê komkujiyê de di hezîrana 2014’an de wiha gotibû: “Engîn Alan plansazê efserên mirinê ye. Ew planên rojane çêdikin û van planan ji CIA re radigihînin. DYA şêst sal e Tirkiye daye wan. Hem Fetullah Hoce û hem jî Turkeş yek in; Ruzi Nazar, Enver Altayli û yên din jî wisa ne. Li ser cîhana Tirkan çawa tevdigerin plan dikin. Min ev jî tenê li ser şêwazên kuştinê çareser kirin. Awayê kuştina Kurdan ne karê Tirkan e. Ev çalakî ji aliyê lobiyên Ermenî, Yewnanî û Cihûyan ve tên destekkirin. Hûn vê di mirina Sakîne de dibînin. Hûn ê mirina Sakîne çawa vebêjin? Rêbaza kuştina bi vî rengî ya hovane karê wan e. Omer Guney bi rastî Engîn Alan ê biçûk e, zilamê gladyoya NATO’yê ye. Dema ku wan ev cînayet kirin, armanc kirin ku her tiştî ji vir biqedînin.”

Rêber Apo di 1’ê Cotmeha 2014’an de jî wiha gotibû: “Ez van endamên şerê taybet baş nas dikim. Min berê mînaka Atilla da. Ew stratejîstên mezin in. Bi aqilî îdare dikin. Ciwanên biyanî an jî Ereb ên ji çep û rast tên DAIŞ’ê tenê dikarin bibin leşkerên wan ên êşkenceyê, lê serokên wan cuda ne. Ez vê hikûmetê weke hikûmeteke negihîştî dibînim. Pirsên min hene. Şerê taybet bi AKP’ê re sîstematîk bû. Civakê bi AKP’ê re şerê taybet sîstematîze kir. Bi rêya polîs, dadwerî û artêşê xwe birêxistin kirin. Nîvê artêşa wan jî heye. Qada nû ya şerê taybet hemû walî, midûriyet û dadgehan dagirtiye. Ya rastî yekîneya MÎT’ê ya ku qetilkirina Sakîneyan pêk anî jî di bin kontrola wan de ye. AKP bêguneh e. Na, bi hev re kirin. Heta sala 2012’an bi hev re kirin. Bi derbeyê jî xwestin E. Bey û H. Bey bigirin. Dema ku destûr dan serokê karmendê, wan rûtîn diafirand. Wan civakê adetî dikirin.”

Rêber Apo di 21’ê Cotmeha 2014’an jî ev nirxandin kiribû: “…Min li vir jî ji MÎT’ê pirsî: Daîreya Şerê Taybet dikare ji we agahiyê bigire an hûn dikarin ji wan agahiyan bigirin? Van darbekaran şermezarkirina Oslo û îmhakirina Sakîneyan jî kirin. Min ji we re got ku ev Omer Guney li ku kar kiriye. Omer Guney ji BBP’ê ye. BBP jî partiyeke qirêj e. Dema xwestin ji vê qirêjiyê xilas bibin Muhsîn Yazicioglu îmha kirin. Ev amûr bi hêz e. Lingên niştimanî jî pir xurt in. Civak bi tevahî tevlî bûye.”

Di 17’ê Kanûnê de jî ev nirxandin hatibû kirin: “Erê, ger bi ya Cemaetê bûya, wê niha PKK biketa dûman. Baransu wê demê di Tarafê de nivîsîbû. “Eger 21 kadroyên bi bandor ên PKK’ê bên îmhakirin dê pirsgirêk çareser bibe. Belê Sakîne jî yek ji wan e. Yên din jî ew hewl didin ku bikin. Weke lîsteya karsazên salên 1990’î, weke lîsteya Çiller, lîsteyeke bi bandor çêkirin. Berê jî planên MÎT’ê yên bi vî rengî hebûn. Em dikarin bibêjin serdema Teoman Koman. Piştre ev bi birêz E. Hûn jî dizanin ku Teoman Koman meaşê xwe ji CIA’yê distîne û MÎT jî di bin kontrola wî de ye.”

Çavkani: Melek Avci – JINNEWS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar