Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 27 Temmuz 2025

Dadgeha Îranê cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî erê kir

Parêzerê girtiya siyasî Pexşan Ezîzî, Emîr Reîsiyan ragihand ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê ku li Pexşan Ezîzî hatibû birîn erê kir. Her wiha diyarkir belgeyên ku wan ji bo parastina Pexşan Ezîzî pêşkêş kiribûn, ji aliyê dadgehê ve hat redkirin.

Parêzerê girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî, Emîr Reîsiyan bi rêya hesabê xwe yê medya dijîtal X’ê eşkere kir ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî hatiye birîn, erê kir.

Parêzer Emîr Reîsiyan diyarkir ku Dadgeha Bilind cezayê darvekirinê yê ku beriya niha li girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî ku di girtîgeha Evîn de tê ragirtin, erê kir.

Her wiha diyarkir ku belgeyên wan ji bo parastina Pexşan Ezîzî pêşkêş kiribûn, ji aliyê dadgehê ve hatin redkirin.

Pexşan Ezîzî xelkê bajarê Mihabad yê Rojhilatê Kurdistanê ye. Roja 23’yê Tîrmeha 2024’an parêzvana mafê jinan, pispora xizmeta civakê û rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî ku li Îranê tê girtin, ji aliyê şaxa 26’emîn ya Dadageha Şoreşê ya Tehranê ku dibin serokatiya dadger Îman Afsharî de cezayê darvekirinê hate dayîn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar