Heyeta ku di nav de malbatên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan jî hene ji bo biçin deriyê Sêmalkayê cenazeyên zarokên xwe bigirin di 5’ê Çileyê de ji Nisêbînê berê xwe dan Silopiyayê. Beriya ku heyet bigêje Silopiyayê, agahî ji Enqereyê hat ku dê deriyê Nisêbin-Qamişlo vekin û xwestin malbat ji Silopiyayê vegerin. Li ser vê agahiyê malbat vegeriyan Nisêbînê da ku 6’ê Çileyê ango roja duşemê cenazeyên zarokên xwe di deriyê Nisêbînê re wergirin û bibin bajarên wan. Roja 6’ê Çileyê ango duşemê, malbat heta nîvro li ber deriyê sînorê Nisêbîn Qamişlo rawestiyan û man li benda cenaze. Li ser agahiya ku dê deriyê Nisêbîn-Qamişlo vekin, saziyên li Qamişlo jî ji bo cenaze radestî malbatan bikin merasîma cenaze çêkirin.
Lê piştî nîvro dîsa agahî ji Enqereyê hatin ku dê deriyê Nisêbîn-Qamişlo venekin û xwestin malbat biçin di deriyê Silopiya-Xabûrê re derbasî deriyê Sêmalka bibin. Li ser vê agahiyê heyeta ku malbat jî di nav de ji Nisêbînê çûn Silopiyayê û saet di 16.00’ê esir de gihîştin deriyê sînor. Lê rayedarên dewletê malbat û heyet asteng kirin û destûr nedan ku malbat derbas bibin. Malbat ji 6’ê Çileyê de li ser sînor tên rawestandin. Bêyî ku hincetek şênber û li gorî aqilan nîşan bidin, bi awayekî keyfî malbat û heyetê didin rawestandin.
Li aliyekî heyeta Îmraliyê li partiyên siyasî yên komên wan li meclisê hene digere û ji bo aştiyek mayînde û çareseriyek demokratîk xebatan dike. Li aliyekî Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî ji bo aştiya navxweyî bang li DEM Partiyê û rêxistinên Kurdan dike. Lê li aliyê din her roj bi SÎHA’yan êrîşî bajarên Rojava dikin.
Her roj agahiyên nû tên parvekirin ku SÎHA’yên dewleta Tirk li bajarê Kobanê, Qamişlo, Minbic, Reqa, Tebqa, Hesekê, Dêrikê û gelek deverên din maşîne, binesazî, firin, nexweşxane, îstasyonên enerjiyê, depoyên genim bombe kirine. Her roj di êrîşên SÎHA’yên dewleta Tirk de kurd tên kuştin. Di dawiya sala 2024’an de ango di 19’ê Kanûnê de dîsa SÎHA’yan êrîşî maşîneya rojnamegerên kurd kir. Di êrîşa dewleta Tirk de rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan bi awayekî hovene şehîd kirin. Bi vê yekê nehatin ser 7 rojnamegerên kurd ku li Stenbolê xwestin kuştina rojnamegeran şermezar bikin hatin binçavkirin û girtin. Dîsa bi vê yekê nehatin ser li bajarê Kocaeliyê 10 kesên ku wêneyên Nazim Daştan û Cîhan Bîlgin rakiribûn binçav kirin û girtin.
Dewleta Tirk, bi vê yekê jî nehat ser ji 20’ê Kanûna 2024’an heta niha daxwaza malbatên rojnamegeran Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan a ku cenazeyê zarokên xwe bigirin bêbersiv dihêlin. Malbatan di 20’ê Kanûnê de bi rêya ÎHD û OHD’ê serî li rayedarên dewletê dan û xwestin cenazeyên zarokên xwe bigirin. Tevî hemû hewldan û serlêdanên parêzeran û komeleyên mafên mirovan, dewletê tu bersiv nedan malbatê.
Niha jî beyî ku hincet nîşan bide heyeta ku malbat di nav de ne bi awayekî keyfî li ser sînorê Xabûrê didin rawestandin.
Di vê pêvajoya ku hikûmet banga çaeresiryê dike de, rayedarên dewletê li şûna gavên çareseriyê û çêker bavêjin, her tim li pêş çareseriyê gavên xerakirinê davêjin.
Dema mirov li geşedanên heyî yên demê dawî dinere, tê dîtin ku rayedarên dewletê naxwazin pirsgirêk bi rêyên aştî, demokrasî, diyalogê çareser bibe. Naxwazin Kurd bigihêjin mafê xwe yên bingehîn ên jiyanî. Şîna malbatan asteng dikin. Destûr nadin ku malbat biçin cenazeyên zarokên xwe bînin. Destûr nadin ku saziyên çapemeniyê li dijî sûcê mirovahiyê daxuyaniyê bidin. Ev hemû nîşanî me dide ku dewleta Tirk naxwaze çareserî pêş bikeve. Astengkirina malbatên rojnamegeran nîşanî me dide ku dewlet di tundî, înkarê de israr dike. Ev helwest û nêzîkatiya dewletê nîşanî me dide ku dewlet di vê pêvajoyê de dîsa dualî gavan davêje û çareseriyê naxwaze. Her çend gotinê wan ji bo çareseriyê bin jî kirin û sepanên wan ên xerakirinê ne. Li aliyekî her çend bibêjin “Bila Abdullah Ocalan bê di koma DEM Partiyê de li meclisê biaxive” jî, di pratîk û niyetê de tê dîtin ku armanc xapandina Kurdan e. Lê êdî Kurd li maf û vîna xwe xwedî derdikevin. Li cenaze û rûmeta xwe xwedî derdikevin. Eger rayedarê dewletê cenazeyan nede, girtiyên siyasî bernede, mafên Kurdan ên bingehîn nas nake û bi zagonan misoger neke, lêborînê ji malbatên 17 hezar kesên bi destê kontrayan hatin kuştin nexwaze, çareserî pêş nakeve. Eger tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan neyê rakirin û şertên baş neyên avakirin, pirsgirêk çareser nabe. Wê demê divê dewlet biryara xwe bide.