Rejîma Îranê ji aliyekî zext û gefên kuştinê li ser jinan dimeşîne û li aliyê din jî tundiya mêr di nava malê de didome. Li gorî Rêxistina Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku jina ciwan a 18 salî Kewser Darabî ya xelkê Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê hevjînê xwe ve bi çekê hatiye kuştin. Hat diyarkirin ku li ser bedena Kewser Darabî nîşanên derb û lêdanê jî hebûn.
Rêxistina Komeleya Mafê Mirovan diyar kir ku kujer piştî bûyerê hatiye binçavkirin û lêkolîn derbarê buyerê de hatiye destpêkirin. Heman Komeleyê destnîşan kir ku beriya du mehan Kewser Darabî ji aliyê malbata wê ve bi darê zorê hatiye zewicandin.
Hêjayî gotinêye ku di nava çend rojên borî de, li bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê 6 jinên din ji aliyê hevjînên xwe ve hatibûn kuştin. Lê ji ber nebûna yasa û dadgehên rewa û berjewendiya jinan de, kujer û tometbar bi hincetên namûs û reşkirina jinê bêyî ku werin cezakirin, têne berdan.