Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Girtiyê nexweş dixin huceyên li kêleka DAIŞ’iyan

Girtiyê nexweş Yilmaz Ustek diyar kir ku gardiyanan gef li wî xwarine û û got: “Gelek caran cezayê hucreyê didin û li rex hucreyên DAIŞ’iyan têm ragirtin.”

Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê hem girtiyên nexweş serbest bernade û hem jî pêkanînpn dijmirovî li ser wan dimeşînin. Girtiyê nexweş Yilmaz Ustek di 27’ê Mijdara 2012’an de li navçeya Qereyazî ya Erziromê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin. Nêzî 2 meh berê ji Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Ereglî ya Konyayê sewqî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Burdurê hate kirin.

Nexweşiyên dil û ya dîtinê ya Ustek hene û agahiya sewqkirinê bi malbata wî re nehat parvekirin. Ustek bi hefteyan piştre di hevdîtina ser telefonê de malbata xwe ji rewşê agahdar kir.

Ustek di hevdîtinê de got ku li girtîgeha nû hemû amûrên wî hatine desteserkirin. Ustek, bi domdarî ev agahî da: “Li girtîgeha nû ez anîmê ji mûkêşê heta her tiştên min hatin desteserkirin. Niha tu tiştekî min tune ye. Dema nî hatim sewqkirin jî gelek gardiyanan gef li min xwarin. Heke rewşekî neyînî rû bide, rêveberiya girtîgehê jê berpirsyar e. Gardiyanan ji min re gotin; ‘Ji vir û şûnde êdî ji bo te hevdîtina rû bi rû tune ye. Her wiha gelek caran cezayê hucreyê didin û li rex hucreyên DAIŞ’iyan têm ragirtin.”

Hevjîna Ustek Nûriye Ustek jî bi gotinên “Em li dijî van êşkenceyan e. Jixwe bi hincetên siyasî tên ragirtin û îcar ser re jî êşkenceyê lê dikin” bertek nîşan da. Nûriye Ustek bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku di vê mijarê de bihestiyarî tevbigerin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar