Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Kanar: Divê Abdullah Ocalan û hemû girtî serbest bên berdan

Parêzer Ercan Kanar diyar kir ku tenê hevdîtina heyeta DEM Partiyê têr nake û wiha got: " Divê wekî pêvajoya Mandela, parêzer û malbat jî karibin hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin. Paşê divê qanûnek bê çêkirin û di serî de Abdullah Ocalan û bi giştî hemû girtiyên siyasî bên berdan." 

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an û vir ve li pergala qirkirin û êşkenceyê yê Îmraliyê di bin tecrîda mutleq de tê girtin. Rêber Apo di hevdîtina heyeta DEM Partiyê ya 28’ê Kanûnê de 7 xalên veguherîna demokratîk a Tirkiyeyê dihewîne, bi raya giştî re hat parvekirin. Ji parêzerên ewil ên Abdullah Ocalan Ercan Kanar jî mijarê nirxand û diyar kir ku ji bo muzakereyên li Îmraliyê bi awayekî baş bimeşin divê beriya her tiştî tecrîd bê rakirin û wiha got: “Divê di qanûnê de sererastkirinên qanûnî bên kirin û wekî Nelson Mandela ji bo Abdullah Ocalan jî şert û merc bên afirandin û piştre serbest bê berdan.”

Kanar anî ziman ku piştî banga Bahçelî ya der barê Abdullah Ocalan de hevdîtina heyeta DEM Partiyê ya bi Rêber Apo re girîng e û wiha domand: “Ez dixwazim bibêjim ku bêyî ku niyetên bên pirsîn hevdîtinên hatine kirin girîng in. Lê ez dixwazim vê yekê jî destnîşan bikim; dewlet xwedî projeyeke zelal nîne. Ger çareserî û hevdîtinên aştiyê dest pê bikin, divê beriya her tiştî tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin. Şertê duyemîn jî ew e ku mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bê qebûlkirin. Di lihevkirineke ku perwerdehiya bi zimanê zikmakî neyê qebûlkirin de çareseriyeke rast nîne. Ji aliyekî ve berdewamkirina tayinkirina qeyûman şaredariyên û berdewamkirina operasyonan nîşan dide ku desthilat ne samîmî ye. Ez bawer nakim ku desthilat di çareseriyeke rasteqîn de samîmî be.”

Kanar wiha berdewam kir: “Tenê hevdîtina heyeta DEM Partiyê têr nake. Wekî pêvajoya Mandela, divê parêzer û malbat jî karibin hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin. Ji bo vê jî divê Abdullah Ocalan têxin hepsa malê. Her wiha divê cezayê hetahetayê bê xerakirin. Paşê divê qanûnek bê çêkirin û di serî de Abdullah Ocalan û bi giştî hemû girtiyên siyasî bên berdan.”

Kanar destnîşan kir ku divê hemû baro di vî warî de tevbigerin û bêhiqûqîtiya bi tecrîdê tê kirin bînin ziman û got: “Saziyên mafên mirovan jî divê bi dengekî bilind tecrîdê bînin ziman.” Kanar anî ziman ku ji bo hevdîtin baş bên kirin teqez divê Rêber Apo bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike û got ku her wiha divê DEM Partî ji bo vê serdana baroyan bike.

Kanar destnîşan kir ku çareserkirina meseleya Kurd ne hêsan e û ji bo vê jî divê saziyên demokratîk, rêxistinên maf û hiqûqê û sendîka bi berpirsiyarî tevbigerin û got ku ji bo rakirina tecrîdê divê hemû sazî têkevin nava hewldanan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar