Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Divê desthilat dev ji pratîkên xwe yên darbekar berde

DEM Partiyê têkildarî binçavkirina Hevşaredarên Akdenîzê got: “AKP, dev ji pratîkên xwe yên darbekar ên li dijî îradeya gel bernade. Çi bikin jî ew ê mehkûmê têkçûneke mezin bin.”

Hevşaredarên Akdenîz a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan û 4 endamên Meclisa Şaredariyê îro di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. Polîsên ku avahiya şaredariyê dorpêç kirin, gotin “li şaredariyê qeyûm hatiye tayînkirin.”

Li şaredariyê lêgerîn didome. DEM Partiyê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî da û wiha got: “Desthilata AKP’ê dev ji pratîkên xwe yên darbekar ên li dijî îradeya gel bernade. Di saetên serê sibehê de Hevşaredarên Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Aslan û 4 endamên me yên Meclisa Şaredariyê hatin binçavkirin. Mîna demên berê, careke din şaredariya gel bi merîfeta hêzên ewlekariyê hatin dorpêçkirin, ketin û derketina şaredariyê hatin astengkirin. Tê gotin ku lêpirsîna weke hinceta binçavkirin û qeyûm hatiye nîşandan, di sala 2024’an de hatiye vekirin. Em baş dizanin ku ev pratîk tevek, pratîkên îktîdarê yên darbekar ên li dijî îradeya gel in. Îktîdara ku li hundir û derve dijminatiya Kurdan dike, tehemûla îradeya wan nake. Lê çi bike jî mehkûm e ku têkçûneke mezin bixwe. Em ê li her derê li dijî vê feraseta qeyûmperest bisekinin û îradeya gelê xwe biparêzin.”

Hevserokê DEM Partiyê ya Akdenîzê Nizar Esen diyar kir ku ew ê rê nedin sepanên tayînkirina qeyûm û ev tişt anî ziman: “Desthilatê careke din bi xespkirina şaredariyan hewl da bêçaretiya xwe veşêre. Em ê rê nedin vê. Banga me ji bo tevahiya gelê me ew e ku li dijî zespkirina îradeya xwe û zilmê bên pêşiya Şaredariya Akdenîzê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar