Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...
Çarşamba - 12 Şubat 2025

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

92 sivîl di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn

Ji Mijdara 2024’an û heta niha 92 sivîl di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ-SMO şehîd bûne û 43 jî siivîl birîndar bûne. Her wiha di encama êrîşên dagirkeriyê de 300 kes ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hatin revandin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ-SMO bi hilweşîna rejîma Esad re êrîşên qirkirin û dagirkirinê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijwartir kir. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Mijdara 2024ˈan heya destpêka 2025ˈan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jê 2 rojnamevan 92 sivî şehîd kir. Bîlançoya sûcên ku artêşa Tirk û çeteyên wê ku di Mijdar û Kanûna 2024 û destpêka 2025ˈan de li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirine wiha ye:

Mijdara 2024

28ˈê Mijdara 2024ˈan dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Xirnata yê Efrînê bi obîsan topbaran kirin. Di encamê de şêniyê bi navê Delîl Fewaz Îbo (28) birîndar bûn.

29ˈê Mijdara 2024ˈan dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî gundê Helîsa yê Efrînê kir. Di encamê de zaroka bi navê Rosêl Mihemed Xelef (13) û şêniyê bi navê Mihemed Arif Hac Mehmûd (40) şehîd bûn. Hisên Mihemed Hesen Xelef (9) û Murad Mihemed Hac Mehmûd (14) jî birîndar bûn.

30ˈê Mijdarê dewleta Tirk a dagirke rû çeteyên wê êrişî gundên Bênê û Hirbil ên kantona Efrîn-Şehbayê kirin. Di encama êrişê de Ciwan Mihemed Elî (26) birîndar bû.

Kanûna 2024

1ˈê Kanûnê zarokên bi navên Xidir Mehlî (2), Zeyneb Murad (3), Mehlî Mehlî (44) û Kinco Remo (41) dema ji herêma Heyderiyê yê Helebê vedigeriyan gundê xwe (Nîbreyê) di êrişa dewleta Tirk a dagirker de birîndar bûn. Di heman rojê de balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a a dagirker li ser rêya Qamişlo-Hesekê erebeyek bombebaran kir. Di encamê de şêniyê bi Ebdulezîz Selahedîn Şêxo şehîd bû.

2ˈê Kanûnê li çerxerêya Şîhan a li Helebê di êrişa sûîqastên çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şêniyê bi navê Cemal Mursel û kurê wî Hesen şehîd bûn. Hevjîna Ceml û keça wî jî bi giranî birîndar bûn.

4ˈê Kanûnê balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker li bajarê Dêrikê êrişî cihekî şûştina erebeyan pêk anîn. Di êrişê de şêniyên bi navê Ebdullah Elî El Ehmed û Enes Temam Mihemed şehîd bûn.

5ˈê Kanûnê di êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser gundê Boxazê yê Minbicê de Zehara Elî El Ceban (23) û birayê wê Ehmed Elî El Ceban şehîd bûn. Di êrişa li ser gundê Faratê yê heman bajarê de jina bi navê Nedîme El Hisên El Hemûd (45) şehîd bû û jina bi navê Seida El Ferc (45) bi giranî birîndar bû.

7ˈê Kanûnê çeteyên dewleta Tirk a dagirker bajarokê Erîma topbaran kir. Ji ber topbaranê ciwanê bi navê Xalid Ridwan (19) birîndar bû. Jina bi navê Fetûma El Mihemed (23) a ji gundê Cib Mexzûm û Berekat Ebduselam (48) ê ji gundê Cebla Hemar ên Minbicê de birîndar bûn.

8ˈê Kanûnê dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bê mirov a bi çek komkujiyek li gundê Misterîha yê rojavayê bajarê Eyn Îsayê kir. Di encamê de piranî jin û zarok 12 kes şehîd bûn. Navên şehîdên komkujiyê ev in: Mihemed Îbrahîm El Îdo (70), Mistefa Îbrahîm El Îdo (50), Îsmaîl Mehmûd El Îdo (12), Hesen Mistefa El Îdo (1), Ebdulqadir Mistefa El Îdo (10), Ruqeya Osman El Îdo (45), Kewser Mistefa El Îdo (17), Nûma Mistefa El Îdo (16), Zemzem Mistefa El Îdo (12), Neda Mihemed El Îdo (15), Tirkiya Mihemed El Îdo (30), Ebîr Ehmed El Feneş (22).

9ˈê Kanûnê balafirên bê mirov ên bi çek ên dewleta Tirk a dagirker gundên Hermel û Mihermela yên bajarê Zirganê bombebaran kirin. Di encamê de şêniyek şehîd bû û 2 jî birîndar bûn. Dewleta dagirker li gundê Xerfan ê Minbicê komkujiyek kir. Di komkujiya ku bi balafireke bê mirov a bi çek hate kirin de 10 kes şehîd bûn.

10ˈê Kanûnê di êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Minbicê de endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya Qemer El Sûd, Eyşe Ebdulqadir û Îman şehîd bûn. Di heman rojê de di êrişa li gundê Cada ya Mezin ê li başûrê rojavayê bajarê Kobanê de şêniyê bi navê Ebdullah Mehmûd Şêx Elî (25), Şehed Mehmûd Şêx Elî (12) şehîd bûn. Umer Mehmûd Şêx Elî (10), Mehmûd Mehmûd Şêx Elî (8) jî birîndar bûn.

Medyayên civakî jî ji nexweşxneyeke bajarê Minbicê dîmenên qetilkirina bi dehan nexweş û birîndaran a ji aliyê çeteyan ve weşandin. Lê navên şehîd û birîndaran nehatin bidestxistin.

Di heman rojê de, dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bê mirov ên bi çek gundê Sufiyan ê rojavayê bajarê Girê Spî bombebaran kir û komkujî pêk anî. Di encamê de 8 kes şehîd bûn. Navên şehîdan wiha ne: Xelîl Silêman, Wedah Silêman, Meihemd El Abdo, Ebdulkerîm El Abdo, Delal Silêman, Nadiya Silêman û zarokên bi navên Casim Silêman û Husam Silêman.

11ˈê Kanûnê, di êrişa li ser gundê Til Cuma yê bajarê Til Temirê de şêniyek birîndar bûn. Di heman rojê de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Kobanê ambulansek bombebaran kir. Di encamê de ajokarê ambulansê û birîrndarek şehîd bûn. Her wiha şêniyek û hemşîreyek bi giranî birîndaran bûn.Di heman rojê de çeteyên dewleta Tirk li Pira Qereqozaqê li erebeyek sivîlan da. Di encamê de jina bi navê Zahîde Kûsî (60) şehîd bû û neviyê wê Ciwan (8) birîndar bû.

14ˈê Kanûnê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Minbicê şêniyê bi navê Cemal El Şêxanî El Nîvî qetil kir.

19ˈê Kanûnê, balafira bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Bendava Tişrînê- Sirînê erebeya nûçegihana me Cîhan Bîlgîn û rojnamevan Nazim Daştan tê de bûn, bombebaran kir. Di bombebaranê de Cîhan û Nazim şehîd bûn û ajokarê erebeyê Ezîz Hac Bozan jî birîndar bû.

21ˈê Kanûnê, balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker rêya Hol-Til Birakê bombebaran kir. Di encamê de endamê Meclisa Bajarê Til Birakê Basim Şedadê, endama HPCˈê Ebîr El Xilêf û endamê Meclisa Rûspiyan Ehmed El Temî şehîd bûn, her wiha serokê Meclisa Rûspiyan a Til Birakê Bunyan Hesnawî El Cedû bi giranî birîndar bû.

22ˈê Kanûnê di êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser gundê Cada yê bajarê Kobanê Sewsen Xelef (35) û keça wê Nesîm Xelef (12) şehîd bûn.

27ˈê Kanûnê komeke çete êrişî Şaredariya Gel a bajarokê Tişrînê yê kantona Reqayê kir û gardiyanê wê Mihemed Muslim qetil kir.

28ˈê Kanûnê çeteyên dewleta Tirk a dagirker li bajarokê Bilbilê yê Efrînê ciwanê bi navê Dijwar Beto (22) serjê kir.

31ˈê Kanûnê leşkerên dewleta Tirk a dagirker ên li ser sînor gundê Qeremoxê yê rojhilatê bajarê Kobanê gulebebaran kir. Di encamê de ciwanê bi navê Mihemed Nesan Seîd birîndar bû.

Çileya 2025

6ˈê Çileya 2025ˈan, dagirkeran gundê Cedîda yê bakurê bajarê Eyn Îsayê bi obîsan topbaran kirin. Di encamê de şêniyê bi navê Emar Hemed Elî El Hisên (45) bi giranî birîndar bû.

8ˈê Çileyê balafira bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker karwanê gel ê ji bo parastinê diçû Bendava Tişrînê bombebaran kir. Di bombebaranê de endama Kombûna Jinan a Zenûbiya Kerem Şihab El Hemed, Azad Ferhan Mihemed Hesan û Zozan Hemo şehîd bûn. Di heman rojê de gundê Girik ê bajarê Kobanê jî hat bombebarankirin. Di encamê de şêniyên bi navên Elî Şaşo û Mistefa Ebdî şehîd bûn. Di heman rojê de balafirên dewleta Tirk a dagirker li ser xaçerêya gundê Girkê Xeco yê Dêrikê erebeyek kir hedef. Di encamê de sivîlek şehîd bû û yek din bi giranî birîndar bû.

Sûcên din ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê agahiyên der barê sûcên ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker di rêwîtiya koçberkirina xelkê Efrîn-Şehbayê de kirine, bi me re parve kirin.

Li gorî rêxistinê sûcên ku di Kanûna 2024ˈan de li dijî xelkê kantona Efrîn-Şehbayê hatine kirin wiha ne:

Di nav de 17 jin, 145 kes hatin revandin.

Di rêwîtiya koçberiya bi darê zor de, di nav de kesek bi temen ji ber krîza dil û 2 zarok ji ber sermayê şehîd bûn.

Di nav de 3 jin û zarok, îşkence li 16 kesan hate kirin.

Li gundê Şêxûrêzê yê bajarê Efrînê 30 darên zeytûnan hatin birîn.

Piştî dagirkirina Şehbayê (2 Kanûn 2024), çarenûsa 300 kesan ku piranî ciwan û jin in nayê zanîn.

Li gorî heman rêxistinê, sûcên li Minbic, Kobanê, Zirgan û Eyn Îsayê hatine kirin jî bi vî rengî ne:

Di nav de zêdetirî 5 jin 16 kes hatin revandin.

Di nav de 6 zarok û 10 jin 61 kes hatin qetilkirin.

Li gel van sûcan jî, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî qadên xizmetguzarî wekî embarên genim, kargeha şekir, santarlên ceyranê û bendava Tişrînê kir. Di qanûnên navneteweyî de ev êriş sûcên şer in.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar