Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...
Çarşamba - 12 Şubat 2025

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Serê malbata Barzaniyan ketiye belayekî mezin

Analîst Michael Rubin diyar kir ku serê Mesrûr Barzanî ji ber sûcên dijmirovahiyê di belayekî mezin de ye û wiha got: “Di encama dozên Amerîîkayê hatine vekirin de wê ya li girtîgeheke Amerîkayê yan jî bi sirgûna mîna Beşar Esad bi dawî bibe."

Malbata sîxur a Barzanî ji aliyekî xiyanetê li Kurdistanê dike û ji aliyê din jî dewlemendiya Başûrê Kurdistanê xistiye bin xizmeta malbata xwe û gelên Başûr terkî xîznaiyê kiriye. Komeleya Mexdûrên Kurdistanê di 9’ê Çileyê de bi navê mexdûr Shahwan Abdulrahman, Maki Rewend û welatiyê DYA’yê John Does li hemberî malbata Barzanî li Dadgeha Herêmê ya Columbiyayê doz vekir. Serlêdana li dijî malbata Barzanî ku weke ‘Rêxistina Sûc a Barzanî (BCE) hate pênasekirin, bi nûmaraya 1:24-cv-00278-RDM li dosyayê hate qeydkirin.

Analîst Michael Rubin serlêdana nû ya li hemberî ‘Rêxistina Sûc a Barzanî’ ji ANF’ê re nirxand û anî ziman ku giliyê li Dadgeha Herêmê ya Columbiayê hatiye kirin tê lêkolîn û got, “Serê Mesrûr Barzanî di nava belayekî mezin de ye.”

Michael Rubin bal kişand ser dosyayê ku Mesrûr Barzanî bi êrîş, îftira û heqaretê tê sûcdarkirin û anî ziman ku Mesrûr Barzanî ji bo betalkirina dozê hewl dide. Rubin got, “Mesrûr dereg kir, yan jî xwediyên dozê beriya niha dema ku doza xwe vekişandin, fêhm nekir bê çi bûye. Xwediyên dozê dest ji dozê bernedan, li şûna vê bi fermana dadger doz hîn qewîn kir û pirsên têkildarî destnedana serweriyê beralî kirin. Ya ku tê darizandin Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê nîne, Mesrûr e. Ji bo revandina mirovan û kuştinê, ji bo sûcên en parçeyekî dewletê ye daxwaza destnedanê nikare bê kirin. Dibe ku hîn jî ji Mesrûr heye ku karibe dozê betal bike, lê belê ev ê gelekî zehmet be. Hinekî din li hemberî Masrour li Virginiayê jî doz dan destpêkirin. Dadgeha ku ev doz lê hate destpêkirin, mînakên ku xwediyên dozê bal kişandibûn ser, diyar kiribû. Li gorî Mesrûr wê dadgeh bi esasî mînakên xwe ji nedîtî ve bê, lê belê ev wê pêk neyê.”

Di serlêdana nû de ya li Dadgeha Herêmê ya Columbiayê hate kirin, giliyê van kesan hatiye kirin: Malbata Barzanî û kesên têkildarî vê malbatê Mesûd Barzani, Mesrûr Barzanî, Waysi Barzanî, Muksî Barzanî, Mulla ‘Babo’ Mustafa Barzanî, Jeyra Mohamad Khaled, Katja Vrecar Barzanî, Areen Mesrûr Barzanî û her wiha Jonathon S. Moore, Joe R. Reeder, Valerie Cupp, Juli Mai Sanford, Laura Geho Harris, Rûbar Sandî, Treefa Ezîz, Arfan Saleh Omer Şîrwani, Omer S. Barzinî, Entifadh Kamal Qanbar, Hamza Salim, Hikmet Bamernî, Hayman Quass, Dasko Şîrwanî.

Michael Rubin bal kişand ser têkiliya navbera Joe R. Reeder û Mesrûr Barzanî û got, “Navê Joe Reeder jî derbas dibe ku di dozê de parêzerê Mesrûr e. Ev rewş ne ji rêzê ye, lê belê xwe dispêre delîlên têkildarî sûcên Reeder ên sextekarî û sûcên din. Divê Musrûr niha motîvasyona parêzerê xwe lêpirsîn bike; Gelo Reeder hewl dide Mesrûr rizgar bike, yan jî Mesrûr hewl dide Reeder rizgar bike?”

Di dozê de bersûcên ji malbata Barzanî bi sûcên êşkence, binpêkirina qanûna têkoşîna li dijî terorê, sûcên li dijî mirovahiyê, kuştinên bi kêfî, sûcên li dijî astengkirina qirkirinê, sûcên nefretê, sextekarî û spîkirina pereyê reş têne sûcdarkirin. Michael Rubin di dawiya nirxandina xwe de ji bo Masrûr Barzanî got, “Hêvîdarim Mesrûr bi Rûsî zane, ji ber ku ev mijar wê ya li girtîgeheke Amerîkayê yan jî bi sirgûna mîna Beşar Esad dikare bi dawî bibe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar