Dewleta Tirk a dagirker piştî hişweşîna rejîma Esad bi çeteyên bermahiyên DAIŞ-El Nusra yên bi navê SMO êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li bendava Tişrîn û pira Qereqozaxê dijwar bûne. Şervanên HSD,YPG û YPJ’ê bi berxwedaneke bêhempa bendava Tiştîn û pira Qereqazoxê diparêzin û derbên giran li dewleta Tirk û dagirkeran dixin. Welatiyên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê jî di 8ê Çileyê de li dijî êrişên Tirkiyeyê û komên çekdar ên giredayî wê ber bi bendavê meşiyan û tevî êrişan jî 5 roj in li Bendava Tişrînê nobede digirin. Rojnameger Zekeriya Şêxo ku ji roja destpêke ve li Bendava Tişrînê geşedanan ji nêz ve dişopînê ji Ajansa Welat re axivî.
Rojnameger Zekeriya Şêxo diyar kir ku welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe ve bi yek helwest li dijî êrîşan rabûnê ser pêyan û wiha axivî: “Êrîşên Tirkiyeyê li ser bendava Tişrînê her ku diçe zede dibe. Welatiyên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê jî bi hemû pêkhateyên xwe vê li dijî van êrişan berê xwe dan Bendava Tişrînê. Welatî hem ji bo piştgiriya şervanan meşiyan û hem jî ji bo ewlehiya Bendavê meşiyan û li wir dest bi nobede kirin ku êrişên li ser Bendavê rawestin. Niha gelê Bakur û Rojhilatê Suriyeyê her roj dimeşin. Li dijî êrişên komên çeteyan nobede digirin. Gelê herêmê li dijî êrişan bi helwest e. Berxwedanê mezin dikin. Gel tevî êrişan jî, li Bendava Tişrînê li ber xwe didin.”
Zekeriya Şêxo bal kişand ser êrişa Tirkiyeyê li ser welatiyên Bendava Tişrînê jî û ev tişt got: “Bi taybet li ser bajarê Minbîcê ku Bendava Tişrînê jî li wir e dewleta Tirk êrîşên hovanê pêk tîne. Her roj Bendava Tişrînê rastî topbaranê tê. Ev dibe sedema xetereyan li er welatiyên herêmê. Welatiyên herêmê, dema ku meşiyan Bendava Tişrînê, dewleta Tirk karwan topbaran kir. Dewleta Tirk êrîşî welatiyên sivîl kir. 5 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn. Lê wan êrişan berxwedana gel neşkand. Welatiyên herême behtir xwedî li berxwedana Bendava Tişrînê derketin. Dema em li vir bi gel re diaxivin dibêjin, ‘Em ji balafir û bombeyên wan natirsin. Îradeya me ji êrişên wan mezintir e. Me çawa ku DAIŞ li Kobanê têk bir, em ê dewleta Tirk jî li Bendava Tişrînê têk bibin.”
Di dawiya axaftina xwe de Zekeriya Şêxo anî ziman ku ji ber êrişên Tirkiye û komên çekdar ên giredayî wê ava li Bendava Tişrînê bilind bûye û gotinên xwe wiha qedand: “Rêveberiya Xweser hertim bi daxuyaniyan bang li dewletên navneteweyî dike ku êrişên li ser Bendava Tişrînê rawestînin. Bendava Tişrînê SÎHA’yan bombebaran dikin. Dewleta Tirk çeteyên giredayî wê rastê rast Bendava Tişrînê hedef digirin. Bendava Tişrinê nêzî 4 kîlometre mezin e. Ji ber wê jî topbarana li ser Bendava Tişrînê metirsiyeke mezin derdixînê holê. Ji ber ku aveke zêde li Tişrînê kombûye û ew yek jî metirsiya teqîna bendavê bi xwe re tîne. Heke bendav biteqe gelek bajarên Suriyeyê wê bandor bibin. Dibe ku bandor li ser bajarên dewletên din jî bike. Asta bilindbûna bendavê xetereke mezin e. Metirsiya ku gelek gund di bin avê de bimînin heye.”