Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Rêber Apo nûnerê Kurdan ê aştiyê ye

Dewleta Tirk di her firsendê de ji bo kuştina Kurdan êrîş dike û ev zêdetirî 20 rojan e ku li bendava Tişrîn û li dora pira Qereqozakê şerekî dijwar diqewime. Li gorî agahiyan, heta niha herî kêm hezar çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin û hejmareke zêde wesayîtên şer hatine teqandin. Lê hîne jî dewleta Tirk dibêje em ê êrîş bikin û ger Kurd li Rojava çekên xwe radest nekin, em ê wan bi ax bikin.

Dewleta Tirk gefên wiha dixwe û xwe germ dike, wekî ku hîn êrîş nekiriye û dema êrîş bike ew ê lingên xwe hilmale û derbasî nava axa Kobanê û derdora wê bike, dibîne. Ma ji xwe dewleta Tirk di nava van êrîşan de ye. Di ezman de bi balafirên şer û yên keşfê û li ser erdê jî bi tang û topan li pişt wan çeteyan êrîş dike. Ji ber zêde êrîş kir û nekarî, vê carê gefa kuştinê bi riya hin hesabên xwe yên MÎT’ê li rojnamevanên ku şerê li wan eniyan dişopînin dixwin. Îjar ev hesabên ser bi MÎT’a Tirk ve bi aşkereyî dibêjin ku çawa Nazim Deştan û Cîhan Bîlgîn hatine hedefgirtin, ew ê hûn jî werin kuştin û ev jî delîlên ku dewleta Tirk li gel wê ferq tune ji bo te bike hedef û hema tu Kurd bî bese.

Li aliyê din, bi salan e li dijî hêzên gerîla li çiyayên Kurdistanê şer dikin û qaşo ha sibê ha dusibê Kurdan diqedînin, lê ew jî dûrî zêmbêlê wan e. Li ser vê mijarê Fermandarê Navenda Hêzên Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan jî hefteya derbasbûyî aşkere kir ku heta niha nekarîne ava Zapê jî bibînin û bal kişand ser hêza teknîkî ya nû di destê gerîla de û ew heta nava Tirkiyê cihên ku dewlet texmîn nake jî dikarin xwe bighîninê û lê bixin.  Ev daxuyaniya birêz Karayilan di demekê de hat ku dewleta Tirk xwe zêde dinepixîne û dixwaze bibêje ez ê we biqedînim, lê Karayilan bersiva wan da.

Her wiha dewleta Tirk di şexsê Erdogan û wezîrê xwe yê karê derve de him gefan dixwin û him jî pesna xwe bi dostaniya bi Kurdan re didin. Serokomarê Tirk Erdogan herî dawî li Amedê di 11’ê Çileyê di mîtîngê de qala neviyên Selhedîn kir û xwest mesajekê bigihîne Îsraîlê û hêzên Rojavayî ku binêrin, ez dikarim Kurdan li hemberî we bi kar bînim. Lê pirs ev e, gelo Erdogan qala kîjan neviyan dike ku ji wî be ew ê Kurd bi çend dirûşmên wî yên biratiya sexte bixapin?

Erdogan him pesna neviyên Selhedîn dide ku ew jî Kurd in û pê gafan li derdorê dixwe û him jî daxuyaniyên ku ew ê Kurdan binax bike dide. Lê Selhedînê Eyubî ji bo aştiyê bîne herêmê şer kir, ne ji bo zilmê belav bike çek rakir û îro neviyên wî jî li çiyayên Kurdistanê û Bendava Tişrînê şerê barbar û çeteyan dikin ku li pişt wan dewleta Tirk heye.

Di dawiyê de dixwazim bibêjim, an wê dewleta Tirk Kurdan qebûl bike, yan jî wê li ser destê neviyên Selhedîn têk biçe. An wê bi Serok Ocalan re rûnê û mesela Kurd bi diyalogê çareser bike, an jî wê axa di destê xwe de ku niha jêre dibêjin “Tirkiye” wê ji dest bide. Neviyên Selhedîn şer naxwazin lê dikarin şer jî bikin û ji bo aştiyê nûnerê wan diyar e: ew jî Rêber Apo ye.

Nûçeyên Têkildar