Jina ciwan a 24 salî Narîman Qasim ji gundê Sînko yê girêdayî bajarê Şeran ê Efrînê ye, ji zarokatiya xwe ve ji xêzkirina wêneyan hez dikir û behremendiya wê ya xêzkirinê diyar bû, li dibistanê jî pir guh dida dersên xêzkirina wêneyan. Di 18’ê Adara sala 2018`an de dewleta Tirk û çeteyên wê bajarê Efrînê dagir kirin û malbata Narîman neçar ma ku koç bike û berê xwe bide bajarê Helebê û li wir bimîne. Narîman di 18 saliya xwe de tevlî Peymangeha Hunerî li Helebê bû û di dema xwendina xwe de gelek ezmûn derbas kir ji bo ku xwe bigihîne qonaxa afrêneriyê di warê xêzkirinê de, di sala 2020’an de xwendina xwe temam kir û kar kir ku tiştên fêr bûne bigihîne derdora xwe.Narîman di sala 2022’an de tev li Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê bû, û dest bi perwedekirinê kir û karbîbû nêzî 40 şagirtan perwerde bike.
Piraniya tabloyên Nariman girêdana wê ya bi bajarê wê Efrînê re û serbilindiya wê ya bi neteweya wê re nîşan didin. Weke jinekê, firçeya wê rengên jinan di tabloyan de dixemilîne, ku hêza jian dide xuyakirin. Der barê mijarê Narîman dibêje: “Divê em heta ku ji dest me tê mîrateya xwe zindî bihêlin, çi bi hunerê, çi bi rêyên din. ”
Narîman beşdarî “Festîvala Şehîd Bercem” ku di 6’ê Îlona sala derbasbûyê de li bajarê Kobanî hat lidarxistin bû, tabloyên wê gelek hatin ecibandin, her wiha diyar kir ku ew amadeye beşdarî hemû pêşangeh û festîvalan bibe da ku êş û azarên gelê xwe û herêma xwe bi rêya tabloyan ragihîne.
Narîman bang li hemû hunermendên Kurd kir ku Efrînê bi hunera xwe nîşan bidin û planên qirkirina çandî ya li dijî civaka Efrînê pûç bikin û got: “Em ê bi hunerê bi ser bikevin, nebûna hunerê tê wateya têkçûna şoreşê. “