Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...
Çarşamba - 12 Şubat 2025

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Divê desthilata Tirk ziman û mejiyê xwe biguherîne

Serokê Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê Îshak Kocabiyik diyar kir ku têkoşîna aştî û edaletê girêdayî hev in û ji bo pêvajoya têkildarî pirsgirêka Kurd pêş bikeve hewceye desthilata Tirk ziman û mejiyê xwe biguherîne.


Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ev 26 sal in li pergala qirkirin û êşkenceyê ya Îmraliyê di bin tecîrda mutleq de girtin, ji bo azadiya gelan berxwedaneke bêhempa dimeşîne. Rêber Apo di hevdîtina Şandeya Îmraliyê de 7 xalên bingehîn ên aştiya civakî danî holê. Endamê şandeyê Sirri Surreya Onder herî dawî daxuyand ku Rêber Apo di vê pêvajoyê de zelal e, lê hîn dewlet ne zelal e. Kengî dewlet zelal bibe wê pêvajo destpê bike. Onder bi vê daxuyaniyê re sedema pêşneketina pêvajoyê û niyeta dewletê aşkere kir.

Serokê Giştî yê Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê Îshak Kocabiyik têkildarî hevdîtina dawî ya bi Rêber Apo re, peyamên peyamên Rêber Apo û hevdîtinên şandeyê yên bi partiyên siyasî re nirxand. Kocabiyik anî ziman ku tevî hemû rewşên neyînî jî behskirina aştiyê, rewşa bêşer û axaftinên li ser çareseriyê hêviyê didin. Kocabiyik da zanîn ku rewşa şer hemû derdor êdî ji taqet xistiye û wiha got: “Di her zereya vê xakê de mirin, komkujî, neheqî, bêedaletî, înkar û tunehesibandin heye. Weke baweriyeke ku ev dê bi dawî bibin heye. Lewma em bihêvî ne. Hêvîdarim gavên pêwîst bên avêtin. Piştî hevdîtinên DEM Partiyê her tişt dê zelaltir bibe. Pêvajo, piştî bangên Bahçelî yên di civîna koma xwe de dest pêkir. Her wiha derdorên li dijî aştiyê jî derketin holê. Pêdiviya van derdoran jî bi aştiyê heye.”

Kocabiyik, bal kişand ser gef û êrişên ser Elewî û Durziyan ên li Sûriyeyê û got ku heke li Sûriye û herêmê aştî çênebe, dê aştiya Tirkiyeyê jî zêde demdirêj nebe. Kocabiyik, wiha domand: “Di demên berê de Meclis li derveyî pêvajoyê hat hiştin. Partiyên li Meclisê nûnertiya ji sedî 90’ê civakê dikin. Lewma divê ev hêz ji bo aştiyê bê bikaranîn. Bila ji alîgirên xwe re tiştên cuda û li piştperdê tiştên cuda nekin. Komîsyoneke li Meclisê hatiye avakirin bila çarçoveya pêvajoyê xêz bike û ragihîne ku mutebeqetek hatiye kirin. Ev daxuyanî dikare hemû derdorên neyînî li pêvajoyê dinêrin qaneh bike. Lewma ji bo tevlikirina nûnertiyê ya li pêvajoyê, avêtina gavan pir girîng e.”

Bi domdarî Kocabiyik bal kişand ser gotina “Jinûvexurtkirina biratiya Tirk-Kurdan” a di peyama Abdullah Ocalan de û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev bang girîng bû. Divê xeyala pêşeroja hevpar dîsa were avakirin. Divê ne tenê Tirk û Kurd lê divê Ermen, Çerkes, Rum, Elewî û hwd. jî tê de cih bigirin. Peyva biratiyê pir hate bikaranîn û hundirê wê vala kirin. Divê biratî li ser esasê wekheviyê be. Li gorî min têkoşîna aştiyê ya 50 sal in didome û rewşa şer a ku êdî gel nikare ragire rê li ber vê pêvajoyê vekir. Hêvîdarim vê carê bi ser keve.”

Di berdewamê de Kocabiyik anî ziman ku ji bo pêvajo bi erênî pêşbikeve divê desthilata Tirk ziman û mejiyê xwe biguherîne û gotinên Hakan Fîdan ên der heqê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi bîr xist. Kocabiyik got ku ev ne zimanê aştiyê ye û got: “Hakan Fîdan di demên berê de ji aktorên pêvajoya çareseriyê bû. Ev gotinên wî, gotinên aqilê dewletê ne ku dixwaze bitirsîne. Operasyona li dijî Şaredariya Akdenîzê jî bi vê boneyê ye. Feraseta ‘An dê bi gotina me be an jî hûn dernakevin çarçoveya me xêz kirî.’ Tekane rêya tunekirina vê ferasetê, civakîkirina daxwaza aştiyê û têkoşînê ye. Divê ziman û mejiyê dewletê li gorî zimanê aştiyê bê amadekirin. Bi aştiyê re dê her cih nebe bihûşt lê dê wêranî û travma bi dawî bibin. Dê xizanî bi dawî nebe dê biqasî îro nebe. Bêhiqûqtî dê bi dawî nebe lê qet nebe dê hin gav bên avêtin. Têkoşîna aştî û edaletê girêdayî hev in. Heta aştî çênebe, edalet nabe. Em vê ji Komkujiya Garê ya Enqereyê dizanin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar