Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Rojava demokratîkbûna Rojhilata Navîn e divê bê parastin

Prof. Dr. Franco Cavalli diyar kir ku qet baweriya bi HTŞ’ê nayê ku xwe biguherîne û wiha got: “Kurdan di nava şert û mercên gelekî zehmet de pergaleke demokratîk ava kirin ku ji cîhanê re bûye mînak. Rojava yekane ezmûna demokratîk a li Rojhilata Navîn e. Divê her kes Rojava biparêze.”

Piştî Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) bi piştgiriya hêzên navneteweyî di 8’ê Kanûnê de rejîma Esad hiweşand nîqaşên li ser Sûriyeya nû tê kirin. Dewleta Tirk hem bandora xwe ya li ser Şamê li dijî Kurdan bi kar tîne, hem jî çeteyên bermahiya DAIŞ’ê Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) ku di bin sîwanê artêşa wê de ye berê wan dide Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û êrîşan bi wan dide kirin. Şervanên HSD’ê jî zêdeyî meheke bi parastina Tişrîn û Qereqozaxê bendê datînin pêşiya plana dewleta Tirk. Zanyarê Swîsreyî, parêzvanê mafên mirovan û siyasetmedar Prof. Dr. Franco Cavalli bûyerên li Sûriyeyê ji ANF’ê re nirxand.

Prof. Dr. Cavalli diyar kir ku niha li Şamê rejîmeke nû heta mehek berê jî weke DAIŞ’ê terorîst dihat dîtin û nêzî Tirkiyeyê heye û got, “Ev kes îro zimanekî nerm bi kar tînin, lê belê ez ji wan bawer nakim. Tişta herî xetere jî ew e ku vê rewşê bandora Îslamiyên nêzî DAIŞ’ê zêde kiriye. Bûyerên dawî yên li Sûriyeyê hêza Erdogan zêde kiriye ku timî dibêje, her tiştên li Rojava divê bêne tinekirin.”

Cavalli bal kişand ser metirsiya li ser alîgirên demokrasiyê yên li Sûriyeyê û Kurdan û dubare kir ku ew qet bawer nake ku rejîma nû demokratîk bibe, mafên jinan an jî hindikahiyan biparêze û “wiha domand: “Ji ber vê yekê jî gelekî bi fikar im. Di nava 10 salên dawî de qet ewqasî bi fikar nebû bûm. Ev rewş bi taybetî xetere ye, ji ber ku Erdogan nêta xwe ya metirsîdar beriya niha bi rengekî şênberî aşkere kiribû. Dibe ku bixwaze, çawa ku beriya sed salî anîbû serê Ermenan vê carê jî Kurdan qir bike. Ji ber vê yekê jî fikarên min zêde ne.”

Prof. Dr. Cavalli anî ziman ku cîhana Rojava ji bo parastina hêza xwe ya li Rojhilata Navîn serî li her rê û rêbazê dide, pêwîstî pê bike wê qirker û mêtingeran jî biparêze û wiha pêde çû: “Cîhana Rojava weke ku ji bîr kiriye bê rejîma li Sûriyeyê kî ye. Dibêje her tişt bi erênî dimeşe. Tişta sereke ji bo cîhana Rojava berjewendiyê wan e.”

Cavalli destnîşan kir ku Rojava ku di bin êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê de ne li Rojhilata Navîn demokrasiya yekane û rasteqîn e û bang li demokratên li cîhanê hemûyan kir ku Rojava biparêzin. Prof. Dr. Cavalli dawî li axaftina xwe anî: “Rojava yekane demokrasiya rasteqîn a li Rojhilata Navîn e. Li wê derê her kes, hemû kêmar, jin, mêr xwedî mafên wekhev in. Bi dîtina min modela li Rojava dikare bibe mînak ji her kesî re. Kurdan di nava şert û mercên gelekî zehmet de pergaleke demokratîk ava kirin ku ji cîhanê re bûye mînak. Hemû hêzên demokratîk ên li cîhanê ji bo rizgarkirina ezmûna demokratîk a li Rojava divê hîn bêhtir hewl bidin. Rojava yekane ezmûna demokratîk a li Rojhilata Navîn e. Di dema dirêj de ji bo avakirina Rojhilata Navîn a demokratîk û aştiyane, modela Rojava yekane hêvî ye. Mînakeke din nîne. Diyar e ku terorîstên rastgir ji bo tinekirina vê ezmûnê wê hîn bêhtir hewl bidin, lewma cîhana demokratîk û pêşverû ji bo parastina Rojava divê ji niha û pê ve hîn bêhtir têbikoşin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar