Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...
Çarşamba - 12 Şubat 2025

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Dengê Amara moral dide şervanan û tirsê dixe dilê çeteyan

Fermandara YPJ’ê Amara Amed li ser bêtêlê dengê wê ji şervanan re dibe moral, di dilê çeteyan de dibe xof û tirs. Ji fermandarên QSD'ê Mordem Kobanê ji şervanên li eniya berxwedanê re got, "Vê berxwedanê çarenûsa gelê me guhert. Ji îro û pê ve em ê serketineke mezin bi dest bixin." Ew û şervanên xwe roj bi roj dîrokeke nû yê şerê berxwedaniyê dinivîsin.

Di pêvajoya şopandina min ya berxwedana dîrokî a Bendava Tişrînê de min derfet dît ku ez hejmareke zêdetirîn, fermandar û şervanên ji berxwedana Bendava Tişrînê nas bikim. Yek ji wan fermandar û şervanên ku herî zêde bandora xwe li ser min kir, jina Kurd a çalak û xwedî manewiyateke mezin, fermandara YPJ’ê Amara Amed e.

Fermandara YPJ’ê Amara Amed, ji 7’ê Kanûna 2024’an ve li çeper û eniyên berxwedana Tişrînê de cih digire. Her wiha Amara Amed li qadê di koordineya berxwedanê de roleke çalak dilîze, xwedî ciheke pir girîng û watedar e.

Her şervaneke xort-jin qala fermandartî û hevrêtiya Amara Amed dike. Kesayeta wê jî weke fermandareke xwînsar, dilnizm û bi fikirîna ewlehiya şervanan ve derdikeve pêş. Di nîqaşên me yên bi şervanan re ez hîn bûm ku fermandara YPJ’ê Amara Amed rojek beriya destpêka berxwedanê, ji herêma Cizirê weke fermandareke bi ezmûn û bi berpirsiyartiyeke mezin ve derbasî aliyê Tişrînê bûye. Di niqaşên me ya herî dawî de ji ez jî Amara Amed fer bûm ku ew di berxwedaniya dîrokî ya Kobanê de jî cîh girtiye. Bi vê tecrûbeya xwe ji di Bendava Tişrînê de bi leşkerî û bi hevaltiya xwe ya bi manewiyata kûr rolek mezin lîstiye.

Li ser bêtêlê dengê wê ji şervanan re dibe moral, di dilê çeteyan de dibe xof û tirs. Bihîstina dengê Amara Amed li ser bêtêlê ya berxwedaniyê, dihêle ku şervan ji dil ve xwe nav ewlehiyê de hîs bikin. Di heman demê de li ser bêtêlê moraleke ava dike. Lewra ev yek nîşaneya dilsoziya fermandar a bi şervanên xwe re di şerê hebûn û azadiyê de ye. Di heman demê de rola ku ew hevrêtiya wan di çeperên şer û eniyên berxwedanê de hatiye avakirin, bi çi awayî rol dilîze dide xuyakirin. Ji roja destpêke ya şerê berxwedanê heta niha, ji eniyên ku Amara Amed jê peywirdar e yek çeteyê dagirker jî nekarîbûye derbas bibe. Gelo çima nekarîbûne? Ji ber ku di rojên destpêkê de û heta niha tevahiya êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker, hatin şikandin û encameke negirtine. Her bangeke wê li ser bêtêlê bûye sedema destwerdan pêşwext û şikandina êrîşeke din a çeteyên hov.

Fermandar Amara Amed ji pêkanîna pêdiviyên şervanan bigirin heta koordînekirina êrîşan û têkbirîna êrîşan rol dîlîze. Ji ber vê yekê ew her dem bi rûkenî û taybetmendiyên xwe yên bi şerkeriya fermandartiyê re şervanan li derdora xwe kom dike. Li gel êrîşên dijwar yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî jî, ew û şervanên xwe roj bi roj dîrokeke nû yê şerê berxwedaniyê dinivîsin. Fermandara YPJ’ê Amara Amed û şervanên wê, dibin çavkaniya hêviyê ji tevahiya gelên berxwedêr a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di kêliyên şer û berxwedana Tişrînê de piştî encama her serkeftina wan li ser bêtêlan dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî’’ û tîlîliyên şervanên Amara Amed tê bihîstin.

Fermandarê HSD’ê Mordem Kobanê yek ji fermandarên çeperên pêş yên berxwedana Tişrîn û gundewarên wê ye. Heman awayî hêjayî bîrxistinê ye ku Mordem Kobanê, bi ezmûn, serwextbûna di taktîkên leşkerî de û şêwaza fermandariyê tê nasîn. Ji lew re di nav şervanan û koordîneya berxwedaniya Tişrînê de her behsa wî tê kirin. Piştî têkbirina êrîşên dijwar yên çeteyan, şervanên HSD-YPJ’ê li dijî qad û gundewarên ku çeteyên dagirker lê bi cîh bibûn, dest bi pêngaveke mezin a rizgarkirina wan qad û gundewaran kirin.

Di 10’ê Çileya 2025’an de çeteyên dagerkeriya Tirk, êrîşeke li dijî çeperên şervanên HSD-YPJ’ê li dar dixin. Şervanên berxwedêr, êrîşên çeteyan têk dibin. Piştî wê ev yek di tunelên şer ên berxwedanê de coş û kelecana şervanan zêdetirîn bilind dibe. Ji lew re fermandarê êniyê Mordem Kobanê, li ser bêtêlê bi van gotinan xitabê şervanan kir: ‘’Ev berxwedanî çarenûsa tevahiya gelê me guherand. Ji lew re ji niha û şûnde wê berxwedan serketineke mezin bi dest bixe. Berxwedan jiyan e…’’ Di nav dijwariya şer de dengên ‘’Berxwedan jiyan e, Jin Jiyan Azadî!”

Çavkanî: Serdar Semsûr – ANF

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar