Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Pisporên NY’ê: Divê demildest cezayê Pexşan Ezîzî bê betalkirin

Hejmarek pisporên mafên mirov ên Neteweyên Yekbûyî bang li Îranê kirin ku dawî li zex û zordariya ser çalakvanên jin bîne. Hat gotin cezayê li Pexşan Ezîzî hatî birîn asta bilind a çewisandin û bêdengkirina jinan nîşan dide.

Rejîma Îranê ji bo gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê çavtirsandî bike û bi taybetî pêşiya serhiladana jinan bigire cezayê darvekirinê li jinan û welatiyan dibire. Ji van jinên ku cezayê darvekrinê li wan hatiye birîn û her roj xetereye daervekirina wan zêde dibe Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî ye. Nerazîbûnên li dijî erêkirina cezayê darvekirina girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî zêde dibin. Di vê çarçoveyê de hejmarek ji pisporên mafên mirov ên Neteweyên Yekbûyî di derbarê erêkirina cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî de daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de bang li Îranê hat kirin ku demildest cezayê darvekirinê yê ku li Pexşan Ezîzî hatiye birîn, bê betalkirin. Her wiha ji rejîma Îranê hat xwestin lêkolînê di derbarê êşkence û bê dadiyên tên kirin de bê kirin û dawî li çewisandin û hedefgirtina çalakvanên jin bê anîn.

Daxuyanî wiha berdewam kir: “Pexşan Ezîzî ji bo bi darê zorê îtiraf bike, di jêr êşkenceya derûnî û fîzîkî de hatiye hiştin û demek dirêj rê nehatiye dayîn bi parêzer û malbatê re hevdîtin bike. Her wiha ji bo bi zorê îtiraf bike, gelek endamên malbata wê hatine binçavkirin.”

Di dawiyê de jî hatiye diyarkirin cezayê ku li Pexşan Ezîzî hatî birîn asta bilind a çewisandin û bêdengkirina jinan nîşan dide.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar