Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...
Çarşamba - 12 Şubat 2025

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Dewlet wekî amûra koletiyê nêzî malbatê dibe

Serokomarê Tirkiyeyê sala 2025’an ango îsal weki sala malbatê îlan kir. Dewlet ji bo siberoja xwe, malbatê wekî fabrîqeya hilberîna koleyan dibîne. Dixwaze hemû malbatan li gorî berjewendiyên xwe terbiye bike û malbatên ku hatine terbiyekirin jî, her dem di xizmeta dewletê de amade be. Rayedarên dewletê çi fermanê bide malbatan, divê malbat li gorî fermanê tev bigere. Dewlet ji malbatan çi bixwaze, divê malbat li gorî daxwazên dewletê bijî. Dema dewlet vê yekê dike, dixwaze sermiyanê malbatê zilam e. Dema mirov li wêneyê malbatên heyî dinere, di forma malbatan de zilam serwer û sermiyanê malbatê ye. Her tişt di kontrola zilam de ye. Rêvebirina malbatê di destê zilam de ye. Bav sermiyan e. Xwediyê biryarê ye. Dayik jî xizmetkara malê ye. Xwarinê çêdike. Cilan dişo. Paqijiyê dike. Zarokan diwelitîne û zarokan mezin dike. Di nava malê/malbatê de ya herî kedê dide, ya herî zor û zahmetiyan dijî dayik e. Lê dayik wekî kesa ku kedê nade, kesa betal tê dîtin. Fikr û vîna wê jî li ber çavan nayê girtin. Ev pergala malbatê bi hezaran salan e wisa didome û wekî tiştekî asayî tê dîtin. Piştî rêveberiya malbatê û civakê ket destê zilam, dewlet bêtir xurt bû. Dewlet çiqas xurt bû, malbat bêtir wekî amûr/fambîqeya koleyan hatin dîtin.

Di hişmendiya hemû dewletan de malbat pîroz tê dîtin. Lê li şûna ev tişta pîroz bê parastin û xurtkirin, dijberî vê yekê ev pîrozahî wekî amûra koletiyê tê destgirtin. Bi taybetî dewletan piştî ol kirin kontrola xwe, bi rêya olan bandorê li ser malbatan dike û dixwaze bi rêya olan malbatê kontrol bike. Bi rêya malbatê jî dixwaze civakê kontrol bike. Dewlet bi sedan salan vê yekê dike.

Malbat ji bo dewletê şaneya bingehîn e. Dewlet wekî şaneya bingehîn a dewletê li malbatê dinere. Di şexsê malbatê de jinê di malê de hepis dike. Jinê li malê dike koleyê zilam.

Çend roj berê Serokomarê AKPî Tayyip Erdogan sala 2025’an wekî “Sala malbatê” îlan kir. Erdogan diyar kir ku piştî 1ê çileya 2025’an dê ji bo zarokên ewil ê malbatê 5 hezar lîra alîkarî bidin malbatê. Hemû rojnameyên girêdayî desthilatê jî wekî mizgîniyê bidin malbatan gotinên Erdogan kirin manşet. Li şûna rojname rastiyê bibînin û dayîna 5 hezar tl ya ji bo dayikan, wekî kemîna rê li koletiyê vedike bibînin, wekî mizgînî nîşan didin.

Li ser rastî û helwesta dewletê ya li hemberî malbatan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek nirxandin kirine. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pirtûka Sosyolojiya Azadiyê de li ser malbatê dibêje: “Malbat wekî dewleta biçûk a mêr hatiye avakirin. Ked û karê jinê bêsînor û bêheq dixe ewlehiya dewletê.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîsa di pirtûka Sosyolojiya Azadiyê de, balê dikişên ser malbatê û wiha dibêjie: “Malbat wekî dewleta biçûk a mêr hatiye avakirin. Di dîroka şaristaniyê de saziya malbatê ji ber piştgiriya dewlet û îktîdarê bi vî halê heyî bi hêz dibe. A yekemîn malbata ku li dora mêr dibe desthilat, dikin şaneya biçûk a dewletê. A duyemîn jî, ked û xebata jinê bêsînor û bêheq, dixe ewlehiya dewletê. Ya sêyemîn dixwaze jin zarokan xwedî bike û pêdiviyên dewletê yên nifûs û şer pêşwazî bike. Ya çaremîn, dixwaze malbatê wekî rol nîşan bide û koletiyê li ser hemû civakê ferz bike. Nêzîkatiya dewletê ya li hemberî malbatê nêzîkatiyek bîrdozî ye.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pirtûka “Li ser aboriyê” de bandora kapîtalîzmê ya li ser Îndustriyalîzm, Malbat û Jinê dinirxîne û wiha dibêje: “Di serdema îndustriya kapîtalîzmê de piştî civaka gund-cotkariyê duyemîn saziya girîng a civakî ya belav bû malbat û jin e.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pirtûka “Li ser aboriyê” de balê dikişîne ser nêzîkatiya pergala kapîtalîst a li dijî jin û malbatê û vê nirxandinê dike: “Di serdema îndustriya kapîtalîzmê de piştî civaka gund-cotkariyê duyemîn saziya girîng a civakî ya belav bû malbat û jin e.”

Di van nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tê dîtin ku armanc û politikaya dewletê yali hemberî malbatan çiye. Çawa ku dewlet û desthilatê dest avêt ol û baweriyan û ew ji cewherên wan dûr xist, em dibînin ku piştî dewletê dest avêt malbatan, malbat jî ji cewherê wan dûr xist. Niha dixwaze malbatan bi çend qurişan bixapîne û bêtir wan bike kole û bêtir bi xwe ve girê bide. Li gori dewletê çiqas zarok, ew qak karker, çiqas zarok ew qas leşker, çiqas zarok ew qas hilberîna bi keda erzan. Ev nîşanî mirovan dike ku divê kî çawa û çima nêzî malbatan dibe baş lêkolîn bike.

Di vê mijarê de nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têra xwe pêşiya mirovan ronî dike.

Nûçeyên Têkildar