Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Jinên li dijî çeteyên Tirk têdikoşin bûne hêviya azadiyê

Meryema Aslan diyar kir ku Şoreşa jinan a li rojava ji bo jinan hêvî ye û wiha got: “Li Rojava bi xeyala jiyanek azad, wekhev û adîlane jiyanek hat avakirin. Ev li cîhanê deng veda. Em ji têkoşîna jinên li Rojava li dijî DAIŞ’ê berxwedan îlhamê digirin.”

Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) piştî hilweşîna rejîma Baasê hat ser desthilatdariyê û desthilata demkî ava kir. Bi hatina HTŞ’ê re şer û komkujiyên li ser jin û gelan didomin. Bi taybetî jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ-SMO van komujiyan dike. Li Rojava li hember modela jiyana hatiye avakirin û şoreşa jinê êriş didomin. Yên herî zêde zirarê dibînin jî jin û zarok in.

Endama Komeleya Jinan a Star a Wanê Meryema Aslan derbarê êrîşên li hember Rojava axivî. Meryema Aslan da zanîn ku bi şer re tundiya psîkolojîk jî zêde bûye û wiha got: “Yên herî zêde bi bandor dibin jin û zarok in. Jin di hawirên şer de bi destdirêjiyê re tên rû hev û êşên mezin dijîn. Şer bi tundiya fîzîkî sînor namîne. Ya psîkolojîk jî bixwe re tîne. Bi jin û zarokan re travmayên mezin dertên holê.”

Meryema Aslan wiha nêrînên xwe anî ziman: “Şer mirovan ji deretên tenduristî û perwerdê bêpar dihêle. Ya herî xerab jî zarok ji qadên lîstika xwe bêpar dimînin. Ji ber vê travmayên şer bandorek mezin li ser jiyana zarokan dikin. Zarok ji be travmayên şer eleqe nîşanê çekan didin û hestên tolgirtinê dikarin pêş bikevin.”

Di berdewamiyê de Meryema Aslan daxuyakirin ku di seranserê dîrokê de jinên ji bo wekheviyê têkoşîn dane hedef hatine girtin û wiha bi lêv kir: “Di vê sedsalê de têkoşîna jinan a li Rojava mînaka herî mezine. Têkoşîna jinên li Rojava deng da û ji bo jinên cîhanê bû mînak. Li Rojava bi xeyala jiyanek azad, wekhev û adîlane jiyanek hat avakirin. Vê li cîhanê deng da. Hemû kes dizanin ku bi hêza jinan demokrasî dikare pêk bê. Em ji têkoşîna jinên li Rojava li dijî DAIŞ’ê berxwedan îlhamê digirin.”

Meryema Aslan diyar kir ku divê hemû saziyên navneteweyî li dijî êrişan û şer dengê xwe bilind bikin û wiha bi lêv kir: “Ji ber ev şer tenê li Rojava sînor namîne. Wê herêman bike bin bandora xwe. Divê qadên xebatê bên berfirehkirin. Jinên Kurd têkoşîna jinan pêşvebiriye. Divê têkoşîna jinan hîn bêtir pêş bikeve. Ji bo vê jî divê hemû aliyên civakî bi hev re tevbigerin.”

Meryema Aslan wiha dawî lê anî: “Qetilkirinên jinan tenê li hember jinên Elewî an jî Kurd nayên kirin. Ya hedef tê girtin asnameya jinane. Ji ber em êdî nikarin şînê jî bigirin. Êdî he roj jin tên qetiklirin. Şîna yekê naqede ya din destpê dike. Şoreşa jinan a li rojava ji bo jinan hêvî ye. Jin bi xetereyek mezin re rû bi rû ne. Li dijî vê divê hemû aliyên civakî bikevin tevgerê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar