Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...
Çarşamba - 12 Şubat 2025

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Şehîdên Komkujiya Parîsê

Em dikevin 12’emîn salvegera komkujiya Parîsê. Weke her salvegerê di vê salvegerê de jî sê şoreşgerên jin ên li Parîsê hatin qetilkirin; yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li qadan, li ser gorên xwe bi rêzdarî hatin bibîranîn. Rêhevalên wan, gelê Kurdistanê û dostên wan li gel wan bûn. Ala têkoşînê ya ku ji wan dewr girtin bilindtir kirin, xwedî li têkoşîn û bîranîna wan derketin û nîşan dan ku wê ji niha û pê ve li ser heman rêyê bimeşin.

Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez 12 sal berê ji aliyê sîxurê Rêxistina Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Omer Guney ve bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Omer Guney piştî vê komkujiya qirêj demek kin hat girtin û birin girtîgehê. Di lêpirsîna ku hat kirin de, lêkolînên ku hatin kirin û belgeyên ku di çapemeniyê hatin weşandin de derket holê ku bê komkujî çawa hatiye kirin, têkiliya wan bi kê re heye û şopa wê digihêje heta MÎT û Enqereyê. Agahiyên rêveberên MÎT’ê yên di operasyona şoreşgerî ya li Başûrê Kurdistanê de hatin girtin jî rastiya agahiyên ku di wan belgeyan de cih girtine îspat kir. Qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez piştrast bû ku ji aliyê MÎT’ê ve hatine qetilkirin.

Ligel ku kujer tê zanîn, delîl teqez in, têkilî û girêdana wan bi awayekî aşkere bi MÎT û dewleta Tirk re heye jî dewleta Fransayê ji bo berjewendiyên xwe vê komkujiyê ji nedîtî ve tê. Piştî demekê hat ragihandin ku kujer Omer Guney li girtîgeha ku lê dihat ragirtin “mir”. Gelo Omer Guney bi rastî miriye yan hatiye kuştin? An jî gotinên “miriye” çiqas rast bûn? Bêguman, divê ev pirs bên bersivandin. Her kes dizane ku rêxistinên îstîxbaratê gelek rêbazan bi kar tînin, wekî tinekirin û veşartina delîlên cinayet û komkujiyên ku kirine, girtina dosyayên dosyayên ku bi tunekirina sûcdar û şahidan hatine vekirin û beralîkirina hedefan, ku ev pirs tîne bîra mirov.

Piştî daxuyaniyên li ser mirina Omer Guney, sê jinên şoreşger ên Kurd; Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez heman tişt bi serê doza wan de jî anîn. Di derketina rewşeke wiha de rola hevkariya dewleta Fransa û dewleta Tirk diyarker e.

MÎT hem li hundir û hem jî li derveyî sînorên dewleta Tirk cînayetên bêhejmar kirin, komkujî kirine û her cure qaçaxiya tiryakê kirine, veguhestina pereyên reş kirin, sabotajê organîze kirine û mirovan revandine. Ev ne tiştên veşartîne. Çend roj berê di pîrozbahî û daxuyaniyên bi boneya 98’emîn salvegera damezrandina MÎT’ê de di manşetên rojnameyan de li xwe mikur hatin ku wan ”operasyonên bi vî rengî de yên bêhejmar kirine”. Tevî vê yekê jî, çima dewleta Fransayê bi hevkariya dewleta Tirk razî bû ku bibe hevparê komkujiyeke wiha? Divê bersiva vê pirsê bê dayîn, civak û raya giştî ya navneteweyî bê ronîkirin. Ger ev neyê kirin, kesên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez qetil kirin, wê ji vê yekê cesaretê bigirin û hîn zêdetir cînayetan bikin. Gelên Ewropa û cîhanê, bi taybetî jî Fransa wê her tim di bin gefê de bin û wê zextê li ser wan bikin. Di encamê de wiha jî bûye.

Êrîşên ku di destpêka 2015’an de heta dawiya salê ji hêla komên çete yên provokatîf ên wekî El Qaîde û DAIŞ’ê ve bi taybetî li Fransayê êrîş pêk hatin û ev yek piştrast bû. Di sala 2015’an de bi awayekî hemwext êrîşî kovara Charlie Hebdo û kargeheke Cihûyan kirin, li Parîsa Fransayê û li banliyoyên Parîsê, Kopenhag-Danîmarka, Dalas-DYA û Karolînaya Başûr, Pirsûs-Kurdistan û Enqere-Tirkiyeyê û li gelek deverên cîhanê êrîş hatin kirin, bi sedan kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

Lê belê dikaribû pêşî li van êrîşan bihata girtin. Ji ber ku her tişt pir zelal bû. Komên çete yên provokatîf ên wekî El Qaîde û DAIŞ’ê bi dewleta Tirk re di her warî de tevdigerin. Komên çete yên bi piştgiriya dewleta Tirk li Sûriyeyê desthilatdarî girtin. Piştre daxuyaniya Serokomarê dewleta Tirk R.T. Erdogan, serdana serokê MÎT’ê ya Şamê û nimêja li Mizgefta Emewiyan a bi komên çete re, li xwe mikurhatina Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan ku têkilî û gîrdana wanbi van komên çete re ji berê de heye, hin kesên ji komên çete weke wezîr tayînî ”hikûmetê”kirin, hin kesên ku hem li Tirkiyeyê û hem jî li qada navneteweyî “Terorîst” dihatin dihatin dîtin, ji aliyê MÎT’ê ve li zanîngehan hatin qeydkirin û perwerdekirin û dîploma dane wan. Van hemû nîşaneya vê yekê ne. Eger ev agahî û daneyên heyî bihatana nirxandin û qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Parîsê bihata lêkolînkirin, wê ev cînayet û komkujiyên komên çete yên provokatîf ên weke El Qaîde û DAIŞ’ê di sala 2013’an û şûnde pêk ann wê bihata astengkirin. Kî li pişt komên çete yên provokatîf ên wekî El Qaîde û DAIŞ’ê û di nav wan de MÎT û dewleta Tirk heye. Tevî ku dihat zanîn dewlet heye jî, ev yek pêk hat, ji van qirkirin û komkujiyan re “lemba kesk” hat pêxistin û rê li pêşiya MÎT’ê vekirin. Tê zanîn bê çima bi vî awayî rê vekirin. Ev yek bi temamî di çarçoveya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn a dîzaynkirina Rojhilata Navîn de rola ku dane dewleta Tirk  rê li ber MÎT’ê vekirin. Dewleta Tirk di lîstina vê rola ku dabûnê de ji xwe re kir firsenda qirkirina Kurdan û rê li ber armanca xwe ya bûyîna hêza hegemonîk a Rojhilata Navîn vekir. Di encama vê yekê de hêzên navneteweyî ku Fransa jî di nav de ye; çavê xwe ji komkujiyên ji Ewropayê heta DYA, Kurdistan û Tirkiyeyê, li gelek welat û herêmên cîhanê bi sedan kes mirin û birîndar kirin re girtin. Sedema bingehîn a ku dewleta Fransayê li hemberî qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, li pey kujeran neçû û ji darizandina wan dûr ket, hiqûqa xwe jî danî aliyekî hişt, ev rastî ye.

Ger dewleta Fransayê li şûna vê helwestê, pêwîstiyên hiqûqa xwe pêk bianiya, dadgeheke adilane pêk bianiya û berpirsên komkujiya Parîsê darizandiba; dikaribû pêşiya komkujiyên ku bûne sedema kuştin û birîndarkirina welatiyên xwe bigirta. Dikaribû bi vê helwesta xwe heta komên çete yên provokatîf li welatên din komkujiyan nekin. Wî ev nekir. Kesên ku herî zêde ji vê yekê sûd wergirtin, yên komkujiya Parîsê pêk anîn, bûn. Ji helwesta dewleta Fransayê cesaret girtin, komkujiyên din domandin. Komkujiya duyemîn a Parîsê ya Kurd tê binavkirin di 23’ê Kanûna 2022’yan de hat kirin berdewama van komkujiyan e.

Dewleta Fransayê heman helwesta nîşanî Komkujiya Parîsê ya yekemîn dabû, nîşanî Komkujiya Parîsê ya duyemîn jî da. Têkiliya MÎT’ê ya bi komkujiyê re paşguh kir. Komkujiya Parîsê ya duyemîn weke cînayetek ji aliyê sûcdarekî ‘dijminê biyaniya ye’ û pirsgirêkên wî yên derûnî hene pêşkêşî raya giştî kir. Lê yên hatin qetilkirin kesên bi nasnameya xwe ya Kurdewarî û siyasî dihatin naskirin. Ev komkujî li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya Parîsê pêk hat. Endama endama Konseya Rêveber a KCK’ê Evîn Goyî (Emîne Kara), hunermend Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil ê ku di nava xebatên saziya siyasî ya demokratîk a Kurd de cih digirt, bi êrîşeke plankirî hatin qetilkirin. Ev komkujî ji aliyê sûcdarê faşîst ê bi navê Wîlîams T. ê ku tetîkkêşê MÎT’ê ye hat kirin. Tevî helwesta dewleta Fransayê jî, ev komkujî bi awayekî eşkere ji aliyê MÎT’ê ve hatiye organîzekirin. Dewleta Fransayê bi vê helwesta xwe ji niha û pê de deriyên qirkirina Kurdan li Fransayê vekirî hişt.

Di ser qetilkirina Evîn Goyî, hunermend Mîr Perwer û Abdûrrahîm Kizil ên ku di Komkujiya Parîsê ya duyemîn de hat qetilkirin 2 sal derbas bûn û 12 sal berê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di Komkujiya Parîsê ya yekemîn de hatin qetilkirin. Em van hevrêyên xwe û hemû şehîdên şoreşê û azadiyê yên pêşengiya têkoşînê dikin û her tim di di dil û hişê gelê Kurdistanê de dijîn bi minetdarî bi bîr tînin û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin.

Nûçeyên Têkildar