Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derbarê rûxandina depoyeke cebilxaneyan a çeteyên dewleta Tirk a dagirker de agahî da.
HSD’ê diyar kir ku di çarçoveya bersivdana sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî welatiyên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hate kirin. Şervanên HSDˋê depoya cebilxaneya çeteyan a li gundê Sekawiyê yê başûrê Minbicê hedef girt. Di encamê de depo hat rûxandin û gelek çete jî hatin kuştin.
Der barê hûrgiliyan de navendê wiha daxuyand: “Di çarçoveya berisvdana sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyê nwê de hêzên me depoyeke çek û cebilxaneya çeteyan li gundê Sekawiyê yê bajarê Ebû Qelqel ê başûrê bajarê Minbicê de rûxand. Her wiha hat teqezkirin ku bi wê re jî gelek çete hatin kuştin û birîndar bûn.”