Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...
Çarşamba - 12 Şubat 2025

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

35 rêxistin baga rawestandina komkujiyên dewleta Tirk kirin

35 partî û tevgerên siyasî, civakî û jinan bang li NYˋyê, Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî û Komkara Erebî kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û avahiyên xizmetguzariyê bi dawî bikin. Her wiha partiyan got ew li dijî êrîşan li kêlek hêzên xwe ne.

35 partî û tevgerên siyasî, civakî û jinan têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û piştgiriya hêzên HSDˋê li dijî van êrişan daxuyaniyeke nivîsîkî da.

Di daxuyaniyê de hat gotin di vê pêvajoya heyî de çavê tevahî cîhanê li pêkanîna aştî, xurtkirina nirxên mafên mirovan û misogeriya pergala demokrastîk a pirrengî li Sûriyeyê piştî hilweşîna rejîma Baasê ye. Lê rejîma Tirkiyeyê ji dema hilweşîna rejîma Sûriyeyê bênavber êrişên xwe yên hovane li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne û di vî şerî de piştgiriyê dide komên terorîst ên girêdayî xwe ku li dijî herêmê şerekî pêk bînin. Armanca dewleta Tirk ji vê yekê binesaziyan mîna Bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê kontrol bike. Êrişên wiha yên bênavber rewşên guncaw ji bo jinûve DAIŞˋê xwe bi rêxistin bike, ava dikin. Ev yek jî li ser ewlehî û îstîqrara li herêmê û cîhanê xeteriyek e.

Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku duh balafirên şer ên dewleta Tirk li dijî sivîlên li Bendava Tişrînê êrişeke hovane pêk anî, di encamê de şehîd û birîndar çêbûn. Ev sûcên dewleta Tirk binpêkirinên aşkera yên rêgezên qanûna navneteweyî û mirovî ne.

Rêxistin û partiyên siyasî di daxuyaniya xwe de êrişên hovane yên dewleta Tirk li dijî herêmê û hedefgirtina sivîlan şermezar kirin. Her wiha bang li NYˋyê, Konseya Ewlehiya Navneteweyîû Komkara Erebî hat kirin bi lez tev bigerin û van êrişên dijminane yên ku qanûnên navneteweyî bin pê dikin û îstîqrara herêmê têk dibin, rawestînin.

Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ew li dijî êrişan li kêlek hêzên xwe yên leşkerî ne û bang li gelê herêmê hat kirin ku li dora QSDˋê ku misogeriya pêşeroja gelan e, bicivin. Ji ber ku van hêzan terora DAIŞˋê têk bir û zemînek ji bo avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku mafên tevahî pêkhateyan pêk anî, ava kir.

Partiyên ku daxuyanî dane ev in:

1-Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)

2-Partiya Kesk a Demokrat

3-Partiya Aştiya Demuqrat a Kurdistanê

4-Partiya Lîberal a Kurdistanê

5-Partiya Komunîst a Kurdistanê

6- Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî (P.D.K.S)

7-Partî Demuqratî Kurdistanî-Sûrî

8-Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê

9- Partiya Çep a Kurd li Sûriyê

10-Partiya Sûriyeya Pêşerojê

11- – Partiya Guhertina Demoqrat a Kurdistanê

12-Partiya Nûjen a Kurdistanê

13-Yekitiya Karkerên Kurdistanê

14-Desteya Nîştimanî ya Erebî (Heyai El Weteniya El Erebiya)

15-Partiya Nûjen û Demokrat a Sûriyeyê

16-Partiya Rêkeftina Demokratîk a Kurdî Sûrî

17-Partiya Çeksaziyê –Sûriye

18-Partiya Asûrî ya Demokratîk

19-Partiya Biratî ya Kurdistanê

20- Partiya Roj a Demokratîk li Sûriyê

21-Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)

22-Kongra Star

23-Partiya Muhafezkaran

24-Partiya Têkoşîna Demokrat

25-Şepêla Pêşeroja Kurdistanê (Ş.P.K)

26-Partiya Demokrat a Kurdistanê-Rojavayê Kurdistanê

27-Heyet El Tensîq El Weteniye- Hereket El Texyîr El Demokratî

28-Partiya Yekitiya Suryanî

29-Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê (P.K.N.K)

30-Partiya Demuqrat a Kurd li Sûrî (Partî)

31-Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekitî)

32-Şepêla Çep a Şoreşge li Sûriye

33-Partiya Suraya.

34- Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK)

35-Partiya El Weten El Sûrî.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar