Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...
Çarşamba - 12 Şubat 2025

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Şervanên azadiyê rûmeta gel diparêzin

Fermandarê HSD’ê Baz Qamişlo diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hemû hêz û teknîka xwe êrîş dike û wiha got: “Me rê neda ku dijmin gavek jî pêş bikeve. Em bi ramanên Rêber Apo şer dikin. Weke şervanên HSD'ê soz daye gelê xwe û em ê heta dawiyê jî li pey vê soza xwe bin da ku em rûmeta gelê xwe biparêzin.”

Li Sûriyeyê bi hilweşîna rejîma Esed re pêvajoyek nû dest pê kir û rejîma jihevketî bi temamî rûxiya. Dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên xwe DAIŞ-SMO’yê ji 8’ê Kanûna 2024’an heta roja îro êrîşî ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin û sivîlan hedef digirin. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi awayekî dijwar êrîşî Minbic, Kobanê û Bendava Tişrînê dikin. Di van êrîş û pêvçûnên tên jiyîn de, dewleta Tirk hem di warê çawanî hem jî di warî teknîka şer de piştgireyek berbiçav dide komên çete da ku çete pêş de werin. Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê derbên mezin xwarin, nekarîn planên xwe yên qirêj pêk bînin û pêş bikevin. Ev nêzî 40 rojan zêdetir e şervanên HSD’ê bi berxwedaneke dîrokî rê nadin hêzên dagirker.

Yek ji fermandarên HSD’ê yê eniya Bendava Tişrînê Baz Qamişlo ji roja êrîşên dagirkeriyê dest pê kirin heta niha di eniyên berxwedanê ya Bendeva Tişrînê de cih digire. Baz Qamişlo wiha behsa êrîşên dagirkeriyê û têkçûna çeteyên dewleta Tirk kir: “Weke tê zanîn ji 8’ê Kanûna 2024’an heta niha ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ve êrîşên berfireh li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêdibin. Tevî ku dijmin bi hemû hêza xwe êrîşî Bendava Tişrînê dike jî em heya niha bendavê diparêzin û em ê herdem jî biparêzin.”

Dewleta Tirk a dagirker û komên girêdayî wê piştî dagirkirina bajarê Minbicê bi hemû hêza xwe, êrîşên li ser bendava Tişrînê zêde kirin. Fermandar Baz Qamişlo êrîşên dagirkeriya Tirk a li ser Bendava Tişrînê nirxand û got: “Dewleta Tirk hem bejayî hem jî bi balafirên şer û keşfê êrîşên dijwar li ser Bendava Tişrînê pêk tîne. Lê belê li hemberî van êrîşên dagirkeriyê dema ku berxwedaniya şervanan û biryardariya wan dîtin, çeteyên ku di bin venêrîna dewleta Tirk de ne, nema diwêrîn pêş de werin. Girêdayî vê yekê piştî 15 rojên şer, dijmin balafirên şer jî xist dewrê û êrîşên xwe dijwartir kirin. Her wiha heta niha bi rêya êrîşên hewayî û çekên giran bênavber êrîşan li ser bendavê pêk tîne. Dewleta Tirk bi komên çete û hêzên paramîlîter re gelekî hewl da ku Bendava Tişrînê dagir bike. Bi vê armancê jî bi hemû hêz û teknîka xwe êrîşî me dike, lê me rê neda ku dijmin gavek jî pêş bikeve. Ji ber ku me weke şervanên HSD’ê soz daye gelê xwe û em ê heta dawiyê jî li pey vê soza xwe bin da ku em rûmeta gelê xwe biparêzin.”

Fermandar Baz Qamişlo bal kişand bi ser pêngava Şehîd Ezîz Ereb û wiha got: “Di 8’ê Kanûnê de deweleta Tirk û çeteyên girêdayî wê bi awayekî dijwar êrîşî herêmê kirin. Êrîşên dagirkeriyê bêyî navber berdewam kirin. Me jî weke Hêzên Sûriyeya Demokratîk 13 rojan piştî êrîşan, me biryara destpêkirina pêngava ‘Şehîd Ezîz Ereb’ da.Ji roja ku êrîş dest pê kirin heta niha pevçûnên di navbera me û çeteyên dagirkeriya dewleta Tirk de berdewam dikin. Dewleta Tirk ji bo dagirkirina Bendava Tişrînê û gundewarên wê hemû hêza xwe seferber kir. Ji bo em jî bikaribin pêşî li êrîşên bêperwa yên dewleta Tirk bigirin, di çarçoveya pêngava ‘Şehîd Ezîz Ereb’ de me gundên Seyîdiyê, Xirbet Zimala û Qişleyê tevî pevçûnên giran jî ji çeteyan paqij kir. Ev biryardariya me ya heta roja îro jî bi piştevaniya gelê me didome.”

Baz Qamişlo diyar kir ku dewleta Tirk ji bo şikandina vîna gelê herêmê êrîşî konvoyên gel dike û wiha got: “Ev deh roj in gelên me yê Bakur Rojhilatê Sûriyê, ji bo parastina bendavê, li kêleka şervanan çalakiya nobetê ya berxwedaniyê bi rê ve dibin. Li seranserî heremê gel bi karwanan berê xwe didin bendavê, lê dijmin bi heman êrîşên ku li ser hêzên parastinê pêk tîne, li ser gelê me jî bi awayekî hovane pêk tîne. Dagirker dikin û nakin ku êrîşên pir giran jî pêk tînin, nikarin hêz û vîna me û gelê me bişkînin. Em zarokên vî gelê berxwedêr in, ew berxwedêrên ku niha li bendavê ne malbatên me ne. Em ê heta dawiyê gelê xwe biparêzin, em ê êrîşên çete û dagirkeran bê bersîv nehêlin. Ji ber ku ev hêzên dagirker bûn sedema şehadeta gelek hevalên me û destê wan di xwîna gelê me de heye. Em ê tola gelê yê berxwedêr û hevrêyên xwe yên şehîd hilînin. Em di van çeperan de parastina kesayetê xwe nakin, em li vê derê parastina gelekî dikin. Em careke din jî dibêjin ku em ê şer û berxwedaniya xwe bidomînin. Em bi ramanên Rêber Apo şer dikin û em ê tu carî nehêlin hêzên dagirker bigihîjin armanca xwe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar