Têkoşer, şoreşger û pêşenga jinên Kurd Zelal Zargos (Firyal Xalid) dema ji bo hevdîtina li gel rêxistinên jinan çûbû Başûrê Kurdistanê, 18ˈê Çileya 2024ˈan di êrişeke suîqastê ya îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû. Zelal Zagors guh neda sînorên dagirkeran di nava Kurdistanê de çêkirine. Ji Rojavayê Kurdistanê heya Başûr û Rojhilat, ji Çiyayên Azadiyê heya Ermenistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava 31 salan de bê westan têkoşîna azadî û edaletê meşand. Zelal Zagors heta roja şehadeta xwe jî xwe ji têkoşîneke bêhesab neda dûr.
Şehîd Zelal Zagros di rojnivîskên xwe de rêwîtiya xwe ya têkoşînê vedibêje. Bi boneya salvegera yekemîn a şehadeta Zelal Zagros em beşeke rojnivîska wê ku meşa xwe ya azadiyê vedibêje, diweşînin:
“Ez bi esil ji Bakurê Kurdistanê me. Ji herêma Mêrdîn Xursê me. Dema qetlîama li dijî Ermenan eşîra me koçberî başûrê rojavayê Kurdistanê bû. Li gundê Silinder ê girêdayê bajarê Amûdê bi cih bûne. Niha jî nîvî li gund û nîvî li bajarê Hesekê dimîne û bi vê awayî dijî. Ez ji malbateke welatparêz im. Malbata me bi naskirina PKK’ê re û beriya wê alîkariya gelek partî û tevegerên kurdî dikir. Wekî bi bandora sosyalîzmê û tevgera Barzanî hwd hestê wê yên neteweyî pir li pêş bûn.
Dema tevgera bîrdoziya PKK’ê bi rêbertiya Serok Apo dest pê kir û belav bû, malbata me wekî malbatên din ên Kurdistanê ew bîrdozî bi germî pêşwazî kir û pejirand, hem alîkariya madî û hem ya manewî dida tevgerê. Bi taybetî dayika min asta wê ya neteweyî û welatparêzî pir li pêş bû, ji ya bavê min bêtir. Dayika min caran bi dizî bêyî ku bavê min bizane û caran bi aşkerayî alîkarî dida hevalan.
Wek keça mezin a wê malbatê min partî nas kir û bi teşwîqa dayika xwe ez bi temenekî pir biçûk tev lê bûm. Dayika min timî ji min re digot, xwezka ez wekî te bûma, ez ê tev li partiyê bibûma. Bi vî rengî ez hêdî hêdî bi hevalan re derdiketim, heta ez fêr bûm. Min karê malê jî da ser milê xwe. Hem karê malê û hem jî xebata girseyî dikir, ji ber ku zarokên me hemû li dibistanê dixwendin, min nikarîbû tam dest ji malê berdim, bavê min hinekî derketina min nedipejirand.
Ji ber ku di nava tevahî eşîr û malbatê de heta dawiyê ji hev hez dikirin, nakokî û şer di nava wan de tune bûn, lihevhatî bûn. Piştî partî nas kirin, bêtir bi hev hatin girêdan û ji hev hez dikirin. Ji ber ku em tev li partiyê bûn, bêtir ji me hez kirin; ez û Fewaz (şehîd Orhan) ên destpêkê tev lê bûn. Me çi gotiba nedigotin na, gotinên me cihê xwe digirtin, dizanîn em ê rojekê biçin. Min têkoşîna rizgariya gelê Kurdistanê di kesayeta xal, bira û dayika xwe de nas kir û tevlî bûm ku em fêrî jiyana partî û hevalan dikirin. Min jî tam teqlîda hevalên jin dikir. Dema min biryara xwe da û tevlî bûm dayika min pir kêfxweş bû, ji ber ku bi terbiye û exlaqê hevalan bi bandor bûbû.
Dema ez tev lê bûm, min xebatên gel û komên zarok û ciwanan meşandin; perwerdeya zimanên kurdî dida zarokan. Nêzîkî 3 salan li bajarê Hesekê û gundên derdora wê mam. Dûre tev li xoleke perwerdeyê bûm (ji hevalan pêk dihat). Me li bin konê şehîdan biryara dawî sala 1993’yan da. Piştre ketim xoleke din a perwerdeyê. Min wê demê pêwendiya xwe ji malbatê qut kir. Ez nema çûm malê, lê belê destpêkê hinek zehmetî kişandin; ji ber ku ez tu carî ji xwîşk û malê qut nebibûm, min her timî bêriya wan dikir, hîç ji bala min nediçûn. Heta ez fêr bûm zor bû, lê ji bo min serkeftinek bû. Veqetandina min ji malê di rêya azadî û bîrdoziyê de ji bo min rumet û nirxekî giranbuha bû. Ji bona min bû mijareke ponijandinê ku biryara vîna kesayetiya xwe bidim ka ez ê bikaribim an na. Dawiyê bi biryardariyekê ez û komek hevalan em çûn cem Serokatî.
Rojekê gotin hûn ê biçin cem serokatî. Em pir kêfxweş bûn, me bawer nedikir. Bi heyecaneke mezin em gihaştin Şamê. Dê Serokatî bê, çavên me man li rêya hatina Serokatî. Carekê serok hat. Hevalan bi çepik û dirûşma “Bijî Serok Apo” pêşwaziya Serokatî kir. Serokatî dest bi civînê kir û 3 saetan dirêj kir. Paşê hevalan yek bi yek xwe da nasîn. Nîviya hevalan ji heyecanê navên xwe şaşomaşo kir, mînak hevalê Selîm bû. Serok got “Navê te çi ye?” Selîm dibêje “Navê min Selîmê me ye serokê min.” Serok dikene dibêje “nizane navê xwe bêje”. 3 caran her dubare dike “Selîmê me navê min”. Serok û hemû heval jî dikenin û ji xwe re dibêjin ka em ê çi bêjin û bi vî awayî derbas bû heta dora min hat.
– Navê te çi ye?
– Navê min Firyal e serokê min.
– Bila navê te Zelal be ji ber ku tu pir zelal û durist î, temam?
– Zelal li cem me bimîne, perwerdeyê bibîne, ezmûn bigire, xwe kûr bike.
– Ez dixwazim biçim, wê Kurdistan rizgar bibe ez nabînim.
– Madam tu dixwazî biçî ez xwesteka te naşikînim.Lê Zelal tu wek bizinan e, her li ser dar û dîwaran digirî. Bila tim tu wilo be, pêwîst e mirov wekî guran be, tu ne gur be wê gur te bixwin. Kesên ji Hesekê beşdar dibin pir zekî ne û mêjiyê wan pir dixebite; lê belê kesî napejirînin. Pêwîst e xwe bi armanc û mebde rêya xwe kilît bikin, wê bi ser bikevin. Zelal jî pir xwezayî e, hîc neket heyecanê, pir xwezayî nêzîkî min bû. Wekî bavê xwe yan wekî birayê xwe li min dinêrî, wekî serok min nabîne.
Zelal serkeftin ji bo te. Me ji bîr neke. Baweriya min bi te heye, tu şehîd nakeve. Xwe biparêze. Ez ê piştî 3 salên din te bikişînim perwerdeyê. Eger ji bîra me çû tu bîne bîra me, temam Zelal. Baweriya me bi te heye, serkeftin. Zelal bi zelabûnê dest pê dike.”
Dîtina Serok ji min re bû hêz û baweriyeke mezin ku ez meşa xwe ya partiyê dewam bikin û wekî jineke Kurd xwe ji wan zincîrên koletiyê xilas bikim ku dest û lingên me pê girêdane. Zîhniyeta olî, mezhebî, eşîrtî, malbat, dagirkirina yekrêgezî, bîrdoziya ola îslamê li ser Rojhilata Navîn û Kudistanê zelal e. Ew têgihîn û şêwazê ku hatine bikarnîn civak nikarîbû xwe zû bi zû ji wan şêwazan rizgar bike. Ji kesayetiyê bigire heta malbatê qalibê eşîrtî xwedî têgihîneke olî ye. Em jî xwedî kesayeteke bi vî rengî ne, bi taybetî kesayeta jin hatiye perçiqandin, ji hemû berhemên jiyanê bê par maye, bi zanebûn di nava zindanekê de hatiye xesbkirin û kirin û kolekirin. Bê têgijin bi çermkê xweşik û bedew hatiye xapandin. Hemû nirx û berhemên jinê ji qederê re hatine hiştin. Ev zihniyet di şerê mirovan de wekî çemento hatiye rûnişkandin.
Di zîhniyeta jinan de mentiqê xêr, şer, guneh û neguneh, bihuşt û cehneme, helal û heram û hwd hatiye rûniştandin. Em jî wekî jinên vê civakê di bin şert û mercan de ji bermayê bîrdoziya olî de cihê xwe girtine. Wek tê zanîn me ti xêr û xweşiya jiyanê neditiye û hîc carekê em pê kêfxweş nebûne. Ji bona wê jî wekî jin ji kesayeta xwe derketin û gavavêtina ji dervê malbatê ji bo me pêngava yekemîn bû. Avabûna tevgera rizgariya gelê Kurdistanê bû bingehek dîrokî ji bona azadiya jinan û qetandina zincîrên koletiyê, hilweşandina dîwarê bûne bend. Tevlêbûna jinan a nava tevgerê şoreşeke civakî, siyasî, bîrdozî, rêgezî, xwezayî, gerdûnî û zîhnî bû. Me jî nexwest em bibin wekî dayik û bavên xwe. Me ev rê ji xwe re hilbijart. Me ji xwe dest pê kir û ketin rêya bîr û baweriyeke xurt û bi hêz bûn.”
Çavkanî: ANHA