Li Rojavayê Kurdistanê bi armanca avakirina stratejiyek neteweyî, yekitiya Kurdan û helwesta wan a yekpar di Mijdara 2024’an de bi tevlêbûna gelek partî, rêxistin, sazî û kesayetên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê hatin cem hev û Komîtyeya Amadaker a Avakar ava kirin.
Komîteya ku ji bo amadekariyên vê xebatê hatiye avakirin, di nava vê demê bi partî, rêxistin û kesayetan re gelek hevdîtin pêk anîn, civîn çêkirin. Di nava derdorên ku hevdîtin bi wan re hatin çêkirin de, Partiyên girêdayî PYNK’ê (Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê) û ENKS jî hene. Di encama hewldanan de 33 partiyên PYNK’ê û gelek derdorên din diyar kirin ku ew ê tevlî xebat û hewldanên yekitiyê bibin. Lê ENKS’ê heta niha bersivek erênî yan jî neyînî nedaye. Komîteya Amadekar plan dikir ku di 16’ê Çileya 2025’an de kombûnekê çêbikin. Lê ji ber ku ENKS’ê bersiv neda, hat taloqkirin. Di vê navberê de komîteyê hewldanên xwe domandin û di encamê de 2 partiyên din diyar kirin ku ew ê tevlî xebatên yekitiyê bibin.
Berdevkên Komîteya Amadekar Ebdîlah Erebo derbarê amadekariyan û dîroka pêkanîna konferans an jî kongreyê de axivî. Ebdîlah Erebo, da zanîn ku di encama hewldanên wan ên dawî de Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê û Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (Yekitî), rewşenbîr, komên ku komxebatên serbixwe yên têkildarî yekîtiyê li dar xistibûn û Tevgera Xwebûn jî tevlî komîteya amadekar bûne. Ebdîlah Erebo, diyar kir ku pêşniyar hene navê vê xebatê bibe kongre, lê hîn zelaliyek çênebû ye û xebatên wan berdewam dikin.
Ebdîlah Erebo anî ziman ku ew ji destpêkê ve dixwazin ENKS jî tevlî vê xebatê bibe, bi vê mebestê hevdîtin hatine kirin, lê hîn ji li benda bersiva wan e û got: “Em li hêviya bersivekê ne da ku xebatên xwe yên amadekariyê bidawî bikin.”