Di gerdûnê de îhtimala azadiyê di vê ‘kêliyê’ de diqewime. Azadî bi xwe bi ‘kêliya afirandinê’ re têkildar e. Herçiqas bi tevahî pêkhatinên civakî û xweza, hem ji aliyê avabûnê, hem ji bo li ser piya bimînin û hem jî ji aliyê dema jiyanê ve xwedî xisletên cihêwaz bin jî hewcedariya wan bi ‘kêliyên afirandinê’ heye.
Rastiya bi çîrokî weke nîzam, aramî û aştiyê tê vegotin ma ne bêdengiya berxikan e, yan jî ma ne seansên şanoyê yê behsa stûxwarkirina li evdan (kole, benî, serf, karker, kedkar, bi tevahî bindest) dike ne, ma ji vê zêdetir maneyeke hûrûkûr heye? Pirsên der barê şaristaniyê de bê sînor zêde dibin û xwedî maneyeke hûrûkûr in. Ya hînê seyr û sosret ew e ka çawa diwêrin bi zirzopî van çîrokan weke dîrokeke serfiraziyê, dînê pîroz, destanên delalî û eşqê, vedîtinên harîqa, xeyala cennetê ya ku mirov ê rojekê bigihîjinê, dostanî, camêrî û hevgirtinê weke meşeke mirovatiyê ya qederwarî û mutleq pêşkêş dikin. Bêguman armanca kirina van pirsên min ew e ku têkoşerên maneya jiyanê ya bi tenê azadî ye, yên ku cewherê wan qehremanî, pîrozî û eşqa destanwarî ya rastî ye, ez gelekî eleqedarî vî cewherê wan û gotinên wan ên dawî û negotî me; û her weha ez rêzê ji bîranîna wan re digirim û dilsozê wê me. Dareke gulê ji bo parastina gulên xwe yên delal xwe bi stirî û dirîk dike, eger weke dara gulê hewcedarî bi vê yekê hebe, ji bo hêza maneyê belkî ji bo parastina jiyana mirovê azad a bi qasî bêserûbiniyê delal e, divê mirov zanibe şer bike.
Pêşketina nirxên serdema klanê di nav sentezên nû de dewam dikin. Eger îro jî têgînên wekhevî û azadiyê wek du têgînên bingehîn werin naskirin, ev yek bi saya jiyana serdema klaniyê ye. Wekhevî û azadî bêyî bibe têgîneke mirov lê serwext bibe, bi awayekî xwezayî di şêwaza jiyana klan de veşartiye. Ev têgînên bi dizî di bîr û hafiza mirovan de dijîn, dema bêne wendakirin, wê dîsa bi derbên xurt xwe wek pîvanên bingehîn ên civaka pêşketî ferz bikin. Wexta civak ber bi saziya dewlet û hiyarerşîk ve biberide û biçe, azadî û wekheviyê bi dijwarî van saziyan bişopîn in. Ya rastîn a dişopîne di cewherê xwe de civaka klanê bi xwe ye.
Têkiliya sîstemên tehekumkar bi azadiyê re ev e; difikirin ka wê hê çawa bi awayekî çor û rêbazên qurnaz dewam bikin. Jina herî zêde li ser navê wê destanên evînê hatine hûnandin û jina koletiyeke çor li ser hatiye ferzkirin, heman tişt in. Jin mîna çivîka kanarya di qefesê de – mala di bin destê mêr de – tê girtin. Çawa çivîk wexta tê berdan li paş xwe nanere difire û diçe, eger jin hinek zana bibe û cihekî wê lê azad bibe nas bike, mal, qesir, dewlemendî, hêz û kesê nerevê nîne. Potansiyela wê heye ji hemûyan jî bireve. Bi qasî jinê ti hebûn bi girtinê – tinekirin û tepisandina şertên sûbjektîf û objektîf ên pêşketinê – nehatiye mehkûmkirin. Eger hemû analîzên civakî cihê xwe nabînin, plan û bernameyên wan nameşin û bûyerên li derveyî mirovatiyê diqewimin, ev hemû têkiliya wan bi asta koletiya jinê re hene. Ji lew re heta çareseriya jinê, azadî û wekheviya wê nebe, tu pirsgirêka civakê ji binî ve çareser nabe û wekhev-azadiya wê pêk nayê.
Divê li dijî zihniyeta desthilatparêz a mêrê serwer, zihniyeta xwezayî ya jina azadîxwaz xurt bike û bizanibe di qada îdeolojîk de bi ser bikeve. Divê neyê jibîrkirin, teslîmiyeta jintiyê ya kevneşopî fizîkî nîne civakî ye. Ji koletiya pê dane vexwarin tê. Ji lew re divê beriya her tiştî di qada îdeolojîk de his û ramanên teslîmbûyî têk bibe.
Ez difikirim ku mirov dikare bibe xwedî helwesteke hînê bi tewazun û ev yek jî hem hewce ye, hem jî mumkîn e. Ya rastî, divê mirov metafizîkê weke şiklekî avakirina civakê bizanibe û di polîtîka, huner, exlaq û fikrê de metafizîkeke nêzî ‘qencî, delalî, azadî û rastiyê’ bibîne û pêşxistina tiştekî wisa jî weke wezîfeyeke bingehîn qebûl dikim. Mirov ne bi tevahî qebûl bike, ne jî bi tevahî red bike û ne jî mirov bikeve nav fikrên beredayî yên serxwebûna tam; divê mirov weke di dîroka civakî de timî hatiye dîtin gera li ‘xweşikî, delalî, qencî, azadî û rastiyê’ dewam bike ku ev cewherê ‘jiyana bi fazîlet û feraset’ e. Ez bawer dikim ku di civakê de ya ku jiyanê watedar û xweş dike, hunera vê jiyana bi fazîlet e.