Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dibire. Parêzerê girtiya siyasî Pexşan Ezîzî, Emîr Reîsiyan di 8’ê Çileyê de ragihand ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî hatibû birîn erê kiriye. Her wiha diyar kir belgeyên ji bo parastina Pexşan Ezîzî pêşkêş kiribûn, ji aliyê dadgehê ve hatine redkirin. Nerazîbûnên dijî erêkirina cezayê darvekirinê roj bi roj zêde dibin. Çalakvana mafên jinan û derûnnas Yalda Ehmed a Afganistanê ya bertek nîşanî erêkirina cezayê Pexşan Ezîzî da.
Derûnnas Yalda Ehmed a ji Efganîstanê ye, erêkirina cezayê darvekirinê şermezar kir û wiha got: “Rejîma Îranê cezayê darvekirina Pexşan Ezîzî û girtiyên din êrê kir. Gelê Îranê ji nêzîkatiyên rejîmê bêzar bûne û dizanin ku ji bilî têkoşînê tu riyeke din ji bo rizgarbûna ji van hemû zilm û zordariyan, tuneye. Ji bo vê yekê ye ku bi awayên curbicur li dijî van tawanan radibin û li hember rejîma hovane têdikoşin.”
Yalda Ehmed a got “Rejîma Îranê rizgariya xwe di bêdengkirina gelê Kurd de dibîne” wiha pêl da axaftina xwe: “Ji ber wê xwepêşandêran qetil dikin û girtiyan darve dikin. Lê nizanin her roj bi dilopa xwîna van gel û ciwanan dara azadiyê tê avdan, têkoşîn û berxwedan didome. Ez, cezayê darvekirinê yê ji bo Pexşan Ezîzî û girtiyên din bi tundî şermezar dikim. Ez bang li partî, rêxistin, kesên rewşenbîr û zana dikim ku li dijî darvekirin û qetilkirinên Komara Îslamî ya Îranê û zalimên desthilatdar ên dinyayê xwepêşandanek giştî li dar bixin. Ji darvekirinê re na!, Ji Komara Îslamî ya Îranê re na!”