Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...
Çarşamba - 12 Şubat 2025

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Murat Karayilan sersaxî ji malbatên Feqe û Çeto re xwest

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan sersaxî ji malbatên welatparêzên ji Dêrikê Ebû Elî (Evdiyê Feqe) û Îsmayîlê Çeto xwest. Mûrat Karayilan diyar kir ku herdu malbatên welatparêz destpêkê fikra Rêber Apo nas kirin, pê bawer kirin û ji dil û can tevlî şoreşê bûn.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê û Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan, bi minasebeta wefata welatparêzên ji herêma Dêrikê ya Rojava Ebû u Îsmalîyê Çeto ji herdu malbatan re peyamên sersaxiyê şandin.

Peyamên Mûrat Karayilan wiha ne:

“JI BO MALBATA WELATPARÊZÊ ME YÊ HÊJA EVDIYÊ FEQE

Di serî de em hemû endamên malbatê yek bi yek silav dikin û çavên wan maç dikin.

Me bihîst ku mamê yê hêja Ebû Elî, ango Evdiyê Feqe di hefteya bihûrî de wefat kiriye. Ev yek ji bo me cihê xemgîniyê bû. Ji ber ku em dizanin Evdiyê Feqe di herêma Koçerata û giştî herêma Dêrikê de kesayetek xwedî risteke mezin bû û her kesî ew nas dikir û guhdar dikir. Ji xwe ji berê ve di aliyê civakî de bi rêzdariya xwe, hezkirina xwe ya civakê û dilnizmiya xwe ve, di giştî herêmê de cihê hezkirin û rêzdariya her kesî bû. Nexasim piştî partiya me PKK û fikra Rêber Apo kete herêmê, ji malbatên me yên ku destpêkê fikra Rêber Apo nas kirin, pê bawer kirin û ji dil û can, madî û manewî tevlî şoreşê bûn û di vê rêyê de pêşengtiyeke mezin kirin, mala Evdiyê Feqe ango mala Ebû Elî bû.

Ji vê malbatê du şoreşgerên mezin, du şehîdên mezin derketin. Yek hevala Dîlan Koçer ku bû Fermandara Eyaleta Garzanê û gihişt şehadetê, yek jî heval Elî ku di Fermandariya Çiyayê Cûdî de bû û şehîd ket. Ango Ebû Elî bavê du şehîd, du şoreşgerên mezin e. Ji xwe tê zanîn ku di malbatê de wekî din jî şehîd hene. Lê belê Ebû Elî bi xwe jî wekî dostekî muxlis ji Rêber Apo re, weke welatparêzekî heya dawî xwediyê soza xwe, hertim di ber doza şoreşê de ked da, xebat kir û hertim li pêş bû.

Bi rastî di herêma Dêrikê de hin kesayetên hem bi şexsiyeta xwe ya civakî û hem jî bi welatparêzî û girêdana xwe ya xeta partiyê û şehîdan di tevahî herêmê de bûne nirx û sembolên me yên civakî. Kesayetên hêja yên mîna Mihemedê Îsmayîl, yên weke Ebû Goman, ên weke Îsmayîlê Çeto, kesayetên wisa mezin û bi nirx bûn. Ebû Elî jî yek ji van kesayetên pêşeng û mezin bû. Em dizanin hem di xurtkirina doza welatparêziyê de li herêmê risteke xwe ya mezin hebû û hem jî bi xwe gelek ked da û gelek pirsgirêkên civakî yên herêmê bi xwe pêre mijûl bû û çareser kirin. Ji ber ku kesayetek wî û uslûbek wî ya maqûl û meqbûl a îknakirinê hebû. Ji ber van xislet û teybetmendiyên kesayeta wî herkesî rêz ji Ebû Elî re digirt, ew guhdar dikir û tu kesî gotina wî ne dişikand. Ji bo vê yekê wefata Ebû Elî ji bo me bi rastî windahiyeke giran bû û cihê wî dagirtin jî zehemt e. Her wiha ji bo me bû cihê xemgîniyeke mezin.

Lê belê em dizanin ku keda gelê me yê welatparêz û keda Rêbertî û Şehîdan vala neçû ye. Li Rojava ev 12 salin şoreşek çêbûye û ev şoreş îro bûye şoreşa gelan. Bûye hêviya tevahî gelên Kurdistanê û di tevahî cîhanê de deng vedaye. Her wiha di van rojan de berxwedaniya ku li xeta Firatê, Bendava Tişrînê, Qereqozaq û Dêr Hafirê çêdibe jî dilê hemû gelê me gerim û geş kiriye. Ev şoreş berhema keda Rêber Apo, Şehîdan û gelê me yê welatparêz ê herêmê ye.

Malbata me û xelkê me yê Koçerata yên hêja:

Em dizanin ku malbata me ya hêja jî di nav de, herêma Koçerata û tevahî herêma Dêrikê jî, di welatparêziya xwe de xurt e û têne naskirin. Ev herêm herêmeke me ya ku di tevlîbûna şoreşa Kurdistanê de pêşengtî kiriye û bi dehan fermandar û şoreşgerên mezin ji vê herêmê derketine. Her wiha risteke mezin di bilindkirina tekoşînê û pêşxistina şerê gel de girtin ser milê xwe û pêk anîn. Em bi xelkên herêma Dêrikê, bi şehîd û fermandarên wê yên mezin serfiraz û ser bilindin. Em bawerin ev çand û ev ruh wê her were jiyîn û were mezinkirin. Hêvî û baweriya me ewe ku hem weke xelkên herêmê û hem jî bi taybet herêma Koçeratan û weke malbata mamê yê hêja Ebû Elî, hunê di xeta Rêbertî û Şehîdan de ji her demê zêdetir û xurtir bi erka xwe rabin û rista xwe bilîzin û hunê Şûna Ebû Elî vala nehêlin.

Bi vê hêvî û baweriyê ez li ser navê hemû rêveberiya partî û tevgera me dubare ji we re sersaxî dixwazim. Em dibêjin bila serê we, serê Rêber Apo û serê gelê me sax be.

Em ji we û giştî gelê me yê herêmê re di jiyan, xebat û tekoşîna we de serkeftin dixwazin û bi rêzdarî em we silav dikin û dibêjin; Şehîd Namirin.”

“JI BO MALBATA WELATPARÊZÊ ME YÊ HÊJA ÎSMAYÎLÊ ÇETO

Destpêkê ez silavên xwe li tevahî malbatê dikim, yek bi yek ez çavên wan maç dikim.

Me bihîst ku welatparêzê me yê hêja û hevalê me yê ezîz Îsmayîlê Çeto wefat kiriye. Bi rastî bi xebera wefata hevalê me û birayê me Îsmayîl em pir xemgîn bûn û em êşiyan. Em careke din dibêjin serê hemû endamên malbatê saxbe, serê gelê gundê Kengelo û tevahiya xelkê Dêrikê saxbe û serê Rêbertî û Partiya me saxbe.

Bi rastî hevalê Îsmayîlê Çeto ne şexsiyetek ji rêzê bû. Li herêma Dêrikê hevalên weke Îsmayîlê Çeto, yên weke Mihemedê Îsmayîl, yên weke Evdiyê Feqe, yên weke Ebû Goman û gelek kesayetên din, kesayetên ku di dîroka têkoşîna me ya van 40 salên dawî de xwedî risteke mezin bûn. Îsmayîlê Çeto yek ji wan kesan bû ku di herêma Dêrikê de bi welatparêzî û dirustiya xwe dihat nas kirin. Ji ber xisletên kesayeta wî ya hêja, ji aliyê hemû xelkên herêmê ve dihat hezkirin û dihat guhdar kirin. Dema ku Partiya me PKK ê dest bi tekoşînê kir, yek ji kesayetên destpêkê ku di herêmê de xwest fikrê Rêber Apo nas bike û piştî nas kir pê bawer kir û ji dil û can tevlî bû jî Îsmayîlê Çeto bû. Bi rastî jî bû dostekî Rêbertiyê û bû hevalek ji me hemûyan re. Di hemû pêvajoyên şoreşê de xwe neda paş. Di pêvajoyên Rojava yên herî zor de heya bi Qendîlê hat û tevlî civîn û kongreyên me bû. Bi rastî jî rêveberiya me ya tevgerê hemû jî kesayeta Îsmayîlê Çeto ji nêz ve nas dikin û em dizanin ku însanekî doza Kurdistanê bû. Dildar û dostekî sadiq ê Rêber Apo bû. Her wiha pêşengekî hêja ê gelê Derikê bû. Ji bo vê yekê wefata wî bê guman ji me re giran hat. Cihê mirovên wisa giranbuha dagirtin gelekî zehmet e.

Lê belê kedê van însanan vala neçû û hêviyên wan jî li hewa neman. Îro li Rojavayê Kurdistanê ev 12 salin şoreşek pêkhatiye û vê şoreşê di cîhanê giştî de deng vedaye. Ev jî berhema keda Rêber Apo, şehîdan, xelkên me yên welatparêz û kesên weke Îsmayîlê Çeto ye. Em bawerin bîranîna herî baş ji bo van heval û dostên me yên hêja ewe ku em şoreşê hîn xurtir bikin, mezin bikin, xwedî lê derkevin û di xeta Rêbertî û şehîdan de em îsrar bikin.

Malbat û xelkê me yê hêja ên herêma Dêrikê:

Em dizanin ku malbata me ya hêja jî di nav de, tevahî herêma Dêrikê, di welatparêziya xwe de xurtin û têne nas kirin. Ev herêm herêmeke me ya ku di tevlîbûna şoreşa Kurdistanê de pêşengtî kirin û bi dehan fermandar û şoreşgerên mezin ji vê herêmê derketin. Her wiha risteke mezin di bilind kirina tekoşînê û pêşxistina şerê gel de girtin ser milê xwe û pêkanîn. Em bi xelkên herêma Dêrikê, bi şehîd û fermandarên wê yên mezin serfiraz û ser bilindin. Em bawerin ev çand û ev ruh wê her were jiyîn û were mezin kirin.

Hêvî û baweriya me heya dawî ewe ku wê hemû ferdên malbatê, ji zarokên heval Îsmayîl bigre heya biraziyê wî Hecî û hemû birayên wî û her wiha hemû endamên malbata fireh giştî, ewê di şopa Îsmayîl de bimeşin û bi doza wî ve girêdayî bin. Ji xwe hun dizanin di herêmê de ji şehîdên me yên destpêkê şehîd Hesen Çeto ye. Ango malbat hem malbateke me ya welatparêze û hem jî malbateke şehîdane.

Em dubare li ser navê rêveberiya Partiyê sersaxî ji malbatê re dixwazin û hemûyan bi rêzdarî silav dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar