Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...
Çarşamba - 12 Şubat 2025

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Berxwedana Bendava Tişrînê û pêvajo!

Piştî rûxîna rejîma BAAS û destwerdana rêveberiya Şamê ji aliyê HTŞ’ê ve dewleta Tirk a dagirker ev rewşa aloz firsend dît û êrîşî Herêmên Xweser ên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê kir. Piştî vekişîna Kurdan a ji Til Rifat û Minbicê dagirkeriya Tirk berê xwe da Kobanê, lê ji ber sekna bi biryar a HSD’ê û nerazîbûna hêzên navneteweyî dagirkeriya Tirkiyeyê berê xwe da dagirkirina Bendava Tişrînê.

Pêşî tirba li Qereqozaqê kir hincet û êrîş bir ser herêmê, niha jî bi destê çeteyan û bi êrîşên hewayî hewl dide Bendava Tişrînê dagir bike. Êrîşên dewleta Tirk ên li Bendava Tişrînê û navçeyên derdora wê, armancên jeopolîtîk ên tevlihev, înkar û qirkeriya li dijî Kurdan nîşan dide. Ji bo fêmkirina van bûyeran, pêdivî ye ku meriv çend xalên girîng li ber çavan bigire.

Dewleta Tirk di Sûriya nû de bi hevkariya HTŞ’ê û hêzên paşverû yên herêmê dixwaze di siyaseta li herêmê de xwedî roleke bi bandor be û dizaynkirina herêmê de berjewendiyên xwe biparêze û berfirehtir bike. Lewma Bendava Tişrînê xwedî ciheke girîng e. Bendava Tişrînê li cihekî stratejîk a li ser çemê Firatê ye û beşeke berçav ji çavkaniyên avê yên herêmê kontrol dike. Li erdnigariya Sûriyeyê AV û PETROL çavkaniyên sereke ne. Dagirkeriya Tirk bi kontrolkirina vê çavkaniyê, dikare bandoreke mezin li ser gelên herêmê û çandiniya Sûriyeyê bike.

Kontrolkirina Bendava Tişrînê wê bandora siyasî û leşkerî ya Tirkiyeyê li herêmê zêde bike. Kontrolkirina Bendava Tişrînê dîsa li hember hêzên din ên wekî Îsraîl, Erebistana Siûdî û hêzên Ewropî zêdekirina hêza xwe ya danûstandinan û hakimiyete îfade dike.

Lê hêzên HSD’ê çi ji bejahî û çi ji hewayî, derbên giran li dagirkeran dixin û her wiha pêkhateyên herêmê li dijî êrîşên Tirkiyeyê li ber xwe didin. Ev berxwedan ji bo kontrolkirina çavkanî û ewlekariya gelên herêmê jiyanî ye.  Berxwedana pêkhateyên herêmî dikare planên Tirkiyeyê têk bibe û lêçûnên wê yên siyasî û leşkerî zêde bike.

Ji bo şikandina van êrîşan halêhazir Rêber Apo li Îmraliyê di nav hewldanan de ye. Nîqaşên pêvajoyeke muhtemel a di nav siyaseta navxweyî yê li Tirkiyeyê û pêşniyazên di vê çarçoveyê de, hemû ne tenê ji bo bakur, bi taybet ji bo Rojava tê pêşxistin. Vê carê dewleta Tirk ji muxalefet û berxwedana navxweyî yê zêdetir, ji ber geşedanên herêmî û cîhanî yên ji bo berjewendî û xwedî statubûna Kurdan çû Îmraliyê.

Desthialta faşîst a AKP-MHP’ê armancdike pêşî li vê statuya Kurdan bigire, asta ku nekarî jî hewl dide dibin kontrola wê de be.

Lê dewleta Tirk li herêmê hem ji aliyê siyasî û hem jî leşkerî xitimiye, ji ber vê li Bendava Tişrînê komkujiyan dike. Dîrekt sîvîlan dike hedef û bi daxuyaniyan HSD’ê sûcbar dike. Dîsa ev êrîşên domdar dibin sedema binpêkirinên giran ên mafên mirovan û bêîstîkrariya herêmê.  Her wiha hêzên cîhanê jî hinek qels jî be di qada dîplomasiyê de li hember van êrîşên domdar ên dagirkeriyê yên li ser herêmê bertêk nîşandidin. Lê divê ev bertêk bên xurtkirin û di qada navnetewî de dagirkeriya Tirkiyeyê divê bê teşhîr kirin. Ji ber ku bêdengiya civaka navdewletî ya li hember van êrîşan rewşê zêdetir aloz dike.  Kuştina sivîlan û ziyanên binesaziyê yên ji ber êrîşên Tirkiyeyê, binpêkirinên giran ên mafên mirovan eşkere nîşan dide. Divê rêxistinên navneteweyî bi awayekî aktîf mudaxeleyî van bûyeran bikin û ji bo parastina mafên mirovan gavan bavêjin. Girîng e ku civaka navneteweyî di vê mijarê de helwestek bihêztir nîşan bide û çareseriyek aştiyane were dîtin.

Diyare ku wê Berxwedana Bendava Tişrînê û li derdorê wê têşeyeke bide pêvajoyê û li Îmraliyê ji aliyê  Rêber Apo ve hamleyên nû bên avêtin.

Nûçeyên Têkildar