Di şoreşa Rojava de, di her demekê de navê berxwedanê li cihekî bilind dibe. Di salên destpêkê yên şoreşê de heta roja îro, ji Kobanê heta Qamişlo û ji Hesekê heta Efrînê gelek şerên dîrokî qewimîn û taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî para xwe ji van pêngavan girt. Dîsa di van berxwedanan de her carê navê hin leheg û qehremanan berz bû û li dora wê xelkê Rojava kom bû.
Her wiha di sala 2025’an de jî navê Bendava Tişrînê li ser zimanê her Kurdekî welatparêze ku zarokên wan li wir parastinê dikin. Bendava Tişrînê ne ciheke yan jî erdîngariyeke, lê belê deriyê parastinê ye ku pêşiyê li êrişên çete û dewleta Tirk a dagirker digre. Lewma parastina wê gelekî girînge û bi sedan mirov ji bo destekê bidin berxwedana şervanan berê xwe didin bendava û xwe dikin mertalên zindî. Dewleta Tirk ev çend carin bi balafirên şer û yên keşfê êrişî van mertalên zindî yên sivîl dike û di encamê de gelek welatparêz şehîd bûn û gelek jî birîndar. Ji dagirkeran be ew ê bi van êrişên rasterast vî miletî bitirsînin, lê em bala xwe didinê ku roj bi roj navê vê berxwedanê mezintir dibe û ref bi ref ji bajarên cuda xelk berê xwe didin bendavê.
Di nava şehîdên Bendava Tişrînê de navê bavê Teyar sembole ku berî şehîd bibe jî çend mesaj dan û nêrîna wî ev bû: “Me Kevenê tirsê çirand, me serî ji bavê Tirka re dananiye, em dîsa jî danayînin, em ê heta li pêyî şopa vê xetê bin. Bila her kes zanibe, em natirsin.”
Dîsa ev şerê ku diqewime di navbera Kurd û dewleta Tirk de ye û ev çeteyên di navberê de tenê amûrin ku tên bi kar anîn. Ev êriş bi sedan tang û panzêrên dewleta Tirk di nav de cih digrin û her wiha di ezman de jî bi balafiran êriş tên kirin. Gefên ku dewleta Tirk li Kurdan dixwe, bi êrişan dixe piratîkê û ji bo wê jî ji bo Kurdan jî şerê hebûn û nebûyê ye. Li ser van êrişan, Hevserokê Konseya Rêveber a KCK Cemîl Bayik jî anî ziman ku dewleta Tirk bi hêzên xwe yên taybet jî di nava van êrişan de ye û heta niha gelek ji wan jî hatine kuştin.
Yanî, dewleta Tirk hemû hêza xwe xistiye dewrê û pê êriş dike, lê pêşberî xwe Birûskên HSD’ê dîtin ku heta niha vidyoyên ku tên belavkirin, aşkere dike ka çiqas panzêr û erebeyên zirxî yên dewleta Tirk ku di destê çeteyan de ne hatine teqandin.
Ev şer, şerekî dîrokî ye û şehîdên weke bavê Teyar sembolên wê ne ku her digot; dewleta Tirk dibistan, mal, cihên xizmetê û binezasiya me bombebaran û wêran dike, lê em ê li şûna wê bi dehan cihan ava bikin. Kurd bi kuştinê naqedin, berovajî wê hîn zêde bi jiyanê de xwe girêdidin û ji bo wê xwe bi rêxistin dikin û tevdigerin.