Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Girtina Deriyê Sêmalka şerma hikûmeta Herêma Kurdistanê ye

Çavdêrên siyasî û çalakvanên Helebceyê ji ber bêhelwestî û girtina Deriyê Sêmalka, rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kirin gotin: “Alîkarîkirina Rojavayê Kurdistanê erkeke mirovahî û neteweyî ye. Girtina Deriyê Sêmalka ji bo berpirsên Kurd yên Başûrê Kurdistanê şermeke mezine.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi girtina Deriyê Sêmalka ya di navber Başûr û Rojavayê Kurdistanê xizmetê ji dewleta Tirk a dagirker re dike. Çalakvan û çavdêrên siyasî yên Helebceyê, rexneyeke tund li hikûmeta Herêmê digirin ku tu helwesteke wê ya cidî ji bo alîkarîkirina Rojavayê Kurdistanê nîne. Herwiha bang li gelê Kurd kirin ku piştgiriyê bidin Rojavayê Kurdistanê û diyar kirin ku bi taybetî jî divê Kurdên diyasporayê zordarî û stemkariya li ser gelê Rojavayê Kurdistanê tê kirin, bigihînin Parlamentoya Ewropayê.

Bertekên ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê, roj bi roj berfirehtir dibin. Di vê çarçoveyê de beşên cuda yên parêzgeha Helebceyê, ji Rojnewsê re axivîn.

Berpirsê Ofîseya Eniya Gel (Berey Gel) ya Helebceyê Cebar Necîm da zanîn ku desthilata Kurd ya Başûrê Kurdistanê Kurdistanê bi zexta herêmî dibe ku nekarin alîkariya Rojavayê Kurdistanê bikin û got; “Lê ferze li ser gelê Kurd ku bi awayek ji dil û bi temamî piştgiriya xelkê Rojavayê Kurdistanê bike. bi taybetî jî Kurdên diyasporayê, divê daxwaziyên gelê me yê Rojavayê Kurdistanê bigihînin Parlamentoya Ewropayê, bertek û nerazîbûnên xwe li dijî dagirkerî û bêmafiyê bilind bikin. li ser wê yekê ku êrîş tê kirin li ser gelê Rojava û bi neheqî tên dagirkirin û zordarî li wan tê kirin.”

Cebar Necîm diyar kir ku eger wêrekî di Hikûmeta Herêma Kurdistanê hebe, çima Hikûmeta Iraqê ji %1’ê mûçeyê karmendan dibire ji bo Lubnanê? Di dewamê de got; “Ev jî li şûna mûçeyê karmandan dibirin nayê zanîn bo kûderê diçe. Bila Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî weke Hikûmeta Iraqê %10’ê mûçeyê me bixin xizmeta Rojavayê Kurdistanê.”

Her wisa çalakvan Hadî Heme Reşîd jî hestên xwe têkildarî piştgiriya Rojavaya Kurdistanê bi van gotinan anî ziman; “Gelek girînge ku Hikûmeta Herêmê piştgiriyê ji Rojavayê Kurdistanê bike. Lê pirsgirêk ewe ku pêşîneya axaftina berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê tim li cem dewleta Tirk û axayên derdora wane ye.”

Di derbarê girtina Deriyê Sêmalka yê dikeve di navbera Başûrê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê de ji aliyê PDK’ê ve ku dibe sedema şandina alîkariyên mirovî ji Rojavayê Kurdistanê re, çalakvan Hadî Heme Reşîd wiha got; “Alîkarîkirina Rojavayê Kurdistanê erkeke mirovahî û neteweyî ye. Girtina Deriyê Sêmalka ji bo berpirsên Kurd yên Başûrê Kurdistanê şermeke mezine. Ji ber ku tenê Deriyê Sêmalka, yekane deriyê di navbera her du parçeyên Kurdistanê de ye. Dema ku ev derî hat girtin, şandina alîkariyên lezgîn û mirovî jibo Rojavayê Kurdistanê tên astengkirin û ev jî dibe sedema karesatên mirovî.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar