Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Girtiyê nexweş dermankirina bi kelepçe qebûl nekir nehat dermankirin

Girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Çam ji ber ku dermankirina bi kelepçekirî qebûl nekir bêyî derman bikin dîsa birin girtîgehê. Keça wî Şîmel Çam diyar kir ku rewşa bavê wê her roj xirabtir dibe û banga xwedîderketinê kir.

Li girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê zext û êşkenceya li ser girtiyan her roj zêde dibe. Bi taybetî jî girtiyên nexweş li girtîgehan terkî mirinê kirine. Ji van girtiyan yek jê Mehmet Emîn Çam ê 73 salî e. Çam di 12’ê kanûna 2012’an de bi îdiaya “Avaniya Konseya Bajêr a KCK’ê” de cih girtiye hat girtin. Cezayê Çam di 14’ê Adara 2022’an de a ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin, 17 rojan di hucreya yek kesî ya Girtîgeha Tîpa M ya Êlihê de ma. Çam di lîsteya nexweşên giran ê ÎHD’ê de ye û li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Qûbînê ya Êlihê tê girtin. Çam ji ber ku aliyê çepê felc e bi zehmetî dimeşe.

Çam di 17’ê Çileyê de ji ber nexweşiya mêjî, tevizandina lingê çepê, xitimandina rehên dil sewqî nexweşxaneyê hat kirin. Ji bo dermankirinê Çam rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê û xwestin bi kelepçekirî tedawî bikin. Çam tedawiya bi kelepçekirî qebûl nekir û bêyî ku tedawî bikin dîsa birin girtîgehê.

Keça Mehmet Emîn Çam, Şîmel Çam diyar kir ku wê raporên nexweşiyên bavê xwe nîşanî bijîşkan daye û wiha got: “Rewşa bavê min her roj xerabtir dibe. Ji ber ku doktorên nexweşxaneyê û girtîgehê agahî nedan me, me encam nîşanî hevalekî bijîşk da. Wî ji me re got, ‘Li gorî dîmenên MRI û Tomografiyê, atrofiya wan heye ku dibe ku di pêşerojê de bibe sedema xwînrêjiya mêjî û înfarkteya mêjî. Li devera MCA ya rastê guman heye ku iskemiya heye. Divê ew ji bo jiyanê Ecopirin bikar bîne. Tewra nerêkûpêkiya yek rojê di karanîna dermanan de jî ew qas xeternak e ku bibe sedema krîza dil. Pêdivî ye ku ew tarden (alvastin) ji bo LDL bikar bîne. Divê di karanîna dermanan de bêserûberî tune be. Divê tansiyona wan bi rêkûpêk were kontrolkirin. Hîpertansiyon di nav xetereyên herî mezin de ji bo xwînrêjiya mêjî û înfarkteya mêjî ye. Testên xwînê astên bilind ên LDL nîşan didin, ku ji bo nexweşên bi vê rewşê re xeterek çêdike. Pêdivî ye ku meriv HgbA1C kontrol bike, pêdivî ye ku meriv wê di warê DM (Diabetus Mellitus) de were şopandin. ‘DM û HT sedemên girîng ên xetereyên kronîk in ku dê bibin sedema van encaman.’ Ev gotinên doktor giraniya rewşê aşkere dike.”

Şîmel Çan da zanîn ku parêzer bi bavê wê re axiviye û wiha got: “Parêzerê ku bi bavê min re hevdîtin pêk anî, diyar kir ku bavê min di hucreya yek kesî de, bi kelepçe, di bin çavdêriya çawîşê pispor de tê xwestin bê dermankirin û ji ber vê yekê tedawî qebûl nekir. Bavê min diyar kir ku girêka li ser mejiyê wî mezin bûye û wî di girtîgehê de bi mirinê re rûbirû dihêlin. Divê li derve bê dermankirin û demildest bê derxistin. Ji bo cenazeyê bavê min ji girtîgehê dernekeve em bang li her kesî dikin ku bi hestiyar bin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar