Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...
Çarşamba - 12 Şubat 2025

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Azadî û aştî bi azadiya Rêber Apo pêkan e

Amediyan diyar kirin ku baweriya wan bi gotinên desthilata faşîst a AKP-MHP’ê nayê û gotin: “Ne Erdogan ne jî Bahçelî dikarin aştiyê bikin. Tenê Rêbertî dikare aştiyê bike. Heke Rêbertî azad bibe gel jî wê azad bibe.”

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an û vir ve li pergala qirkirin û êşkenceyê ya Îmraliyê di bin tecrîda mutleq de tê girtin. Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî demek dirêj di 28’ê Kanûnê de bi Rêber Apo re hevdîtin kir. Rêber Apo di hevdîtinê de peyama ji 7 xalan pêk dihat bi raya giştî re parve kir. Welatiyên navçeya Sûrê ya Amedê derbarê peyama Rêber Apo û helwesta desthilata faşîst a AKP-MHP’ê de nerînên xwe anîn ziman.

Ji welatiyan Haci Dondu diyar kir ku ji bo aştiyeke birûmet divê Rêber Apo di aliyê fîzîkî de azad bibe û ev tişt anî ziman: “Ne Erdogan ne jî Bahçelî dikarin aştiyê bikin. Tenê Rêbertî dikare aştiyê bike. Azadiya gelan, girêdayî azadiya Rêbertiyê ye. Tenê heke Rêbertî azad bibe gel dikarin azad bibin. Lê dewlet di gotinên xwe yên ji bo aştiyê de dirust nîne. Heke ew dirust bin em jixwe amade ne. Lewma baweriya me bi wan nayê. Gel bi Abdullah Ocalan re ye û jê hez dike.”

Ferman Nergîz jî anî ziman ku tevî qala çareseriyê tê kirin jî tecrîda li ser Rêber Apo berdewam e û wiha got: “Pergala ceberut îro polîtîkayeke gelek qirêjî dimeşîne. Divê were zanîn ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di tecrîdê de be dê hemû gelên mazlum jî tecrîdkirî bin. Banga me ji gelan re ew e ku ev tecrîd, bi yekitiya gelan dikare were rakirin. Em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin.”

Nesîr Ertugrul jî got: “Heta ku Rêber Apo azad nebe û di nava gelê xwe de be, tu kes nikare qala aştiyê bike. Nexwe tu gavên tên avêtin dê jidil û pêbawer nebin.”

Cengîz Yakut jî bal kişand ser domandina tecrîdê û ev tişt anî ziman: “Heta tecrîd neyê rakirin aştî nabe. Baweriya me bi îktîdarê nayê. Rêbertiya me di nava çar dîwaran de ye. Gotinên wî ji bo me watedar û biqîmet in. Lê divê ev şer bi dawî bibe.”

Esmanûr Baykuşak jî pratîka desthilatê ya “pêvajoya çareseriyê” bi bîr xist û bal kişand ser têkoşîna malbatên zarokên wan di kuştinên kiryarnediyar de hatine qetilkirin. Esmanûr Baykuşak, wiha domand: “Ma li welatekî ewqas êş lê hatine kişandin aştî wisa hêsan e? Bêguman civakeke ewqas êş kişandî şer naxwaze. Pergala kapîtalîst û dewlet şer dixwaze. Lewma gavên wan pêbawer nînin. Em li welatekê ku zarokên 6 salî siyasetê şîrove dikin dijîn. Ma çi rewş ji vê xerabtir heye? Ji ber ku em li welatekî AKP bi rê ve dibe dijîn. Heta niha sûcên mezin kirine. Her roj em hewar û qêrînên dayik û bavan dibihîzin. Bi sala ye li vî welatî me nekarî bi azadî zimanê xwe biaxivin û fikrên xwe bi dilrehetî bibêjin. Rojnameger û kesên nêrînên wan cuda tên girtin. Ji bo aştiyê divê ji ewil Abdullah Ocalan û girtiyên din bên berdan. Dema wiha bû dê aramî bê welat.”

Yûsûf Onger jî got ku ew aştî û yekitiyê dixwazin û ev tişt anî ziman: “Baweriya min bi jidilbûna dewletê nayê. Divê Ocalan jî bê berdan, bi hev re li ser maseyê rûnin û meseleyê çareser bikin. Divê hemû girtî bên berdan. Şertê dewletê yê ‘divê PKK bêşert û bêqeyd çekan berde’ nayê qebûlkirin. Em aştiyê dixwazin lê heta Abdullah Ocalan azad nebe aştî nabe. Em naxwazin cihêkarî were kirin. Em şert û mercên wekhev dixwazin.”

Welatiya bi navê Aysel jî anî ziman ku ew nikarin fikr û ramanên xwe azad vebêjin û wiha got: “Em dixwazin aştî çêbibe û xelk fikrên xwe azad bibêje. Lê baweriya me bi desthilata heyî nayê. Ji bo em jê bawer bikin divê hemû girtiyan berde.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar