Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...
Çarşamba - 12 Şubat 2025

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

PKK: Bavê Teyar hunermendekî wêrek û berxwedêr bû

Komîteya Çand û Hunerê ya PKK’ê derbarê şehadeta Bavê Teyar de daxuyanî da û got; “Bavê Teyar bi xebatên xwe yên hunerî di dil û mejiyê gel de cih girt. Ji ber vê yekê di Şoreşa Azadiya Kurdistanê de hemû jiyana xwe da xebatên çandî û hunerî û ji bo vê yekê xebatên bê hempa pêk anîn.”

Komîteya Çand û Hunerê ya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di şexsê Cûma Xelîl Îbrahîm (Bavê Teyar) de hemû şehîdên berxwedanê yên Tişrîn û Qereqozaxê bi hurmet û minetdarî bi bîr anîn. Komîteya Çand û Hunerê ya PKK’ê, li ser şehîdbûna hunermend Bavê Teyar a di encama êrîşa dewleta Tirk de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyaniya komîteyê wiha ye: “Di berxwedana 50 salan a Şoreşa Azadiya Kurdistanê de gelek berxwedanên bêhempa hatine pêşkêşkirin. Pêla qehremaniya dawî ya vê berxwedana ku her kêliya wê qehremaniyek e, li Tişrîn û Qereqozaxê dîrokeke nû dinivîse.

Dewleta Tirk a dagirker, qirker û faşîst wekî niha bi hezaran carî li hember vê berxwedana mezin a gelan, bêyî ku cudahiya jin, zarok, ciwan û kalan bike, komkujiyên ku di civak û dîroka Kurdistanê de tu carî nayên jibîrkirin, didomîne.

Sivîlan bombebaran dike, rojnamevan, rewşenbîr û hunermendan bi zanebûn dike hedef û qetil dike. Bi êrîşên dawîn sûcên xwe yên li dijî mirovahiyê yek din jî zêde kir. Ev êrîşên qirker jî li hawirdoreke ku hewla hevdîtina Rêber Apo tê dayîn û her roj behsa ‘aşitî û xwişk-biratiyê’ tê kirin, pêk tên.

Herî dawî, di êrîşên li hember gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ku li Bendava Tişrînê nobed digirtin, em bûn şahidê şehadeta gelek sivîlan û gelek birîndaran. Me bi xemgîniyeke mezin zanî ku di nava şehîdên dawî de hunermendê gelê me yê hêja Cûma Xelîl Îbrahîm ku di nava gel de wek Bavê Teyar tê naskirin jî heye. Em sersaxiyê ji malbata wî ya hêja û hemû gelê Kurdistanê re dixwazin. Ne tenê li Rojava û Sûriyeyê, ji aliyê hemû gelê Kurdistanê ve bi hunera xwe hate naskirin û hezkirin. Bi xebatên xwe yên hunerî di dil û mejiyê gel de cih girt. Ji ber vê yekê di Şoreşa Azadiya Kurdistanê de hemû jiyana xwe da xebatên çandî û hunerî û ji bo vê yekê xebatên bê hempa pêk anîn. Bi sekn û helwesta xwe ya dawî jî nîşan da ku ew welatparêzekî rasteqîn e, hunermendekî wêrek û berxwedêrekî mezin e ku li eniyên herî pêş ên berxwedanê cih digire.

Hevrêyê me yê hêja hunermend Cûma Xelîl Îbrahîm, hevrêyê bi dehan şehîdên çand û hunerê, şopdarê hunermendên mezin ên Şoreşa Azadiya Kurdistanê Hozan Sefkan û Hozan Mizgînan û bi taybet şopdarê Hêvî Şanoger û Yekta Herekolan e. Şervanên Azadiya Kurdistanê û hemû gelê Kurdistanê dê vê berxwedana mezin û biqîmet a rêhevalê me yê hêja yê hunermend ji bîr neke. Bi vê boneyê em di şexsê rêheval Cûma Xelîl Îbrahîm de hemû şehîdên Tişrîn û Qereqozaxê bi hurmet û minetdarî bi bîr tînin û em soz didin ku em ê li ser rêça wan berdewam bin û têkoşîna wan bi serkeftinê tacîdar bikin.

Di serî de gelê Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, em bang li gelê Kurd ê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat dijîn dikin ku li dijî komkujiyan ji her demê zêdetir dengê xwe bilind bikin, dakevin qadan û berxwedanê mezin bikin.

Bila dengê xwe bigihînin raya giştî ya cîhanî û ji wan re bibêjin ku divê li dijî van êrîşên faşîzane û qetlîamam derkevin, ji ber ku tenê bi daxuyaniyan gelê Kurd nayê parastin û divê zêdetir berxwedan were raberkirin. Ji hemûyê giringtir em bang li hemû kesên ku ji xwe re dibêjin rewşenbîr, akademîsyen û hunermend û hemû saziyên di vî warî de dikin ku li dijî van êrîşan nerazîbûneke xurt nîşan bidin û bi berpirsiyariya berxwedanê rabin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar