Piştî deh salên fermanê ku hêjî civaka Êzidî ji ber xemsariya hikûmeta Iraqê û nas nekirina mafê wan birînên wan nehatine kewandin. Hikûmeta Iraqê ku yek ji sedemên sereke û berpirsê yekemîne ji komkujiya Êzidiyan ji bo ku rayedarên Iraqê di dadgehên navdewletî de neyên darizanin, li ber xwe dide û ne amade ye komkujiya Êzidiyan wekî jenosîd nas bike.
Di salvegera rizgarkirina Şengalê de li sala derbas bûyî Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo zextê li ser hikûmeta Iraqê bike, dest bi kampanya komkirina îmzeyan kir. Ev kampanyaya ku heta niha li Şengalê tê meşandin bi awayekî girseyî civak bi îmzayên xwe piştgiriyê didê. Di plana pêngavê de li seranserî Kurdistan û Ewropayê jî ev îmze werin komkirin. Cihê derfe hebin îmza wê bi dest bên komkirin lê li cihên ku derfeta komkirina bi dest nebin her kes dikare li ser malpera taybet a kampanyayê îmzeya bavêje. Li gor daxuyaniya Rêvberiya Xweser a Şengalê hedef ew e heya Nîsanê herî kêm yek milyonek îmze werin komkirin. Piştî ku îmze hatin komkirin wê radestî saziyên navdewletî, konsolosxaneyên welatan ên li Iraqê û derveyî welat, desteya wezîran, serokomarî û Parlamantoya Iraqê werin kirin.
Bi destpêkirina vê pêngavê re ji niha de li nava civaka Êzidî û Iraqê de mijara naskirina jenosîtê ketiya rojevê. Wisa diyar dibe ku gel wê bi îmzeyên xwe Iraqê neçar bike ku komkujiya Êzidiyan wek jenosît nas bike. Şaxên pêngavê gihîştiye Parlamantoya Iraqê lê ji bo ku Iraq li hember civaka Êzidî sûcdar e, ji bo ku vê mijarê bigire li ber xwe dide.
Di 13’ê Çileyê de Parlamantoya Iraqê civîna xweya asayî li dar xist û xalên ji parlamantoyê re ku nîqaş li ser were kirin ji raya giştî re hatine parvekirin. Mijara 7’an a nîqaşê ‘Xwendina yekem a pêşnûmeya qanûna parastina mafên kêmaran (Komîsyona Mafên Mirovan, Komîsyona Şehîdan, Qurban û Girtiyên Siyasî) ya madeya (xala 19) bû. Di vê xalê de ku civaka Êzidî jî xwedî şehîde û di heman demê de yek ji kêmarên herî kevnar yê Iraqê ye, mafê civaka Êzidî, mafê şehîd, girtiyên Êzidî û naskirina jenosîdê jî dikarî were destgirtin û biriyar li ser mafê Êzidiyan were dayîn. Ya balkêş ew e bû ku hemû mijarên hatine destnîşankirin yek bi yek hatin xwendin û biryara gelek xalan hatin girtin lê rixmî hatibû ragihandin jî bi tu awayî behsa xala 19’an nehate kirin.
Ev yek jî dibe binpêkirina qanûnên Parlamantoya Iraqê. Iraq xwe bi xwe qanûnên xwe binpê dike. Piştî ku rûniştin bi dawî bû ev mijar di nava civaka Êzidî de bû sedema nerazîbûnên mezin. Lê heta niha hikûmeta Iraqê li ser mijarê agahiyên zelal nedaye raya giştî. Hêjayî gotinê ku 14 welatên navdewletî komkujiya Êzidiyan ya sala 2014’an bi fermî wek jenosîd naskirin. Ev jî dide xuyakirin ku belgeyên heyî bi têr dikin ku Iraq jî vê yekê wek jenosîd nas bike.
Li gor çavdêrên siyasî çend sedem hene ku Iraq ne amade ye komkujiya Êzidiyan wek jenosîd nas bike.
1 – Iraq bi xwe sedema sereke yê Komkujiya Êzidiyan e. Eger jenosîda Êzidiyan were naskirin pêwîste rayedarên Iraqê yê wê demê werin darizandin.
2 – Ji ber PDK’ê terka Êzidiyan kir û bi destê çeteyan de berda û dewleta Tirk a dagirker bi belge destek da DAIŞ’ê ew jî dikevin ber darizandina PDK’ê û dewleta Tirk. Dewleta Tirk a dagirker zextekî mezin li ser hikûmeta Iraqê dikin da ku mijara jenosîdê neyê nîqaşkirin.
3 – Gelek caran hatiye diyarkirin û her kes gihiştiya wê baweriyê ku ji derveyî herêmek xweser di aliyê parastin û rêveberinê de tu sîstem nikare parastina Êzidiyan misoger bike. Ji bo Êzidî nebin xwedî herêmek xweser hikûmeta Iraqê jî çavê xwe ji mijara naskirina Jjenosîdê re digire.
Ev wek sê mijarên esasî ne ku li hember naskirina komkujiya Êzidiyan wek jenosîd were naskirin dibe astengî. Lê gelek nîqaşên navxweyî jî hene ku ji ber berjewendiyên siyasî astengiyan li ber naskirina jenosîdê derdixin.
Pêngava komkirina îmzeyan a Rêveberiya Xweser a Şengalê dikare van astengiyan ji holê rake û mafê civaka Êzidî bi dest bixe. Ji bo vê jî erka li ser hemû civaka Êzidî û dostên wan piştgirî dayîn û hêzkirina pêngavê ye.