Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê nikarin şaredariyan di hilbijaritnê de qezenc bikin, bi darbeya qeyûman dagir dikin. Polîsên faşîst bi awayekî hovane êrîşî ser çalakiyên li dijî darbeya qeyûman dikin. Ciwanên li taxa Yenîpazarê şevê din ji bo şermezarkirina darbeya qeyûman daketin kolanan, agir hil kirin û biryara tayînkirina qeyûm protesto kirin.
Di dema protestoyan de polîsan wesayîta zirxî li ciwanê 20 salî Furkan Ozen da. Piştre jî polîsan Ozen derb kirin û binçav kirin. Di heman demê de polîsan gefa “Em ê we tevan bigirin” li welatiyên ev kêlî bi telefonên xwe dikişandin xwarin.
Hat zanîn ku piyê rastê yê Ozen eciqî ye û birine Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Emniyetê ya Bajar.