Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan di 28’ê Kanûna 2024’an de li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribûn. Şandeya ku ji Sirri Sureyya Onder, Pervîn Buldan û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin pêk dihat, piştî hevdîtina li Îmraliyê bi partiyên siyasî yên li Meclisê, siyasetmedarên girtî, pêkhateyên DEM Partiyê û derdorên cuda re hevdîtin kirin.
Hat zanîn ku şandeya DEM Partiyê ji bo cara duyemîn bi Rêber Apo re hevdîtinê bike dê îro biçe Îmraliyê. Nehat zanîn bê ka kî di şandeyê de cih digire.