Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Li şûna şertan baş bikin êrîş dikin

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di 23’ê cotmeha 2024’an de bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kir got: “Eger şert û merc bên avakirin hêza min a teorîk û pratîk heye ku ez ji zemîna şer derbasî zemîna hiqûqî û siyasî bikim.” Di ser vê hevdîtinê re 3 meh derbas bû. Em binerin di van 3 mehan de çibû. Êrîşên li ser Bakur û Rojhilatên Sûriyeyê berdewam kirin. Di êrîşên SÎHA’yan de zêdetirî 100 welatî û 2 rojnameger hatin kuştin. Dewleta Tirk bi SÎHA’yan depoyên genim, stasyonên enerjiyê bombebaran kirin. Di êrîşên li dijî Mertalên Zindî yên Bendava Tişrînê de 15 welatî ku gelek ji wan rêveberên saziyên civakî bûn û hunermendek kuştin. Zêdetîrî 90 welatî birîndar kirin. Di nava kesên birîndar bûn de dîsa rojnameger ji hebûn. Di vê pêvajoyê de qeyûm tayînî 7 şaredariyan kirin. Li Stenbolê rojnamegerên xwestin kuştina 2 rojnamegeran şermezar bikin 14 ji wan hatin binçavkirin û 7 kes ji wan hatin girtin. Li Wanê dîsa rojnamegerên xwestin kuştina rojnamegeran şermezar bikin 10 ji wan hatin binçavkirin. Di mehek dawî de 13 rojnameger hatin girtin. Bi awayekî korsan bi ser Komeleya Wêjekarên Kurd de girtin û gelek pirtûk û arşîvên wan desteser kirin.

Dîsa di serî de Serokkomar Tayyip Erdogan û çapemeniya girêdayî wî bi zimanê şer diaxive û dijminatiya Kurdan dikin. Hemû manşet, gotar û nûçeyên wan li ser tunekirina tevgera azadiyê ne.

Di ser hevdîtina 23’ê Cotmehê re 3 meh derbas bû. Lê heta niha parêzer nikarin biçin Îmraliyê. Malbat nikarin biçin Îmraliyê. Di şert û mercên Îmraliyê de tu guhertin çênebûne. Dîsa partiyên siyasî û rêxistinên civakî ku Rêber Abdullah Ocalan xwestibûn ji bo çareseriyê berpirsiyariyê bidin ser milê xwe tu gavek şênber neavêtine. Heta niha li Meclisê komîsyonek ji bo çareseriyê pêş bixe nehatiye avakirin.

Li ser daxwaza Rêber Abdullah Ocalan heyeta Îmraliyê bi gelek partiyên siyasî re hevdîtin kir. Ji bo wan jî tev li xebatên çareseriyê bike daxwaz ji wan kirin. Li pêşniyar û fikrên wan guhdar kirin. Lê heta niha ji van partiyan tu daxuyaniyek û gavek ji bo çareseriyê nehatiye avêtin.

Piştî peyamên Rêber Abdullah Ocalan hatin aşkerekirin, partî û saziyên ku nûnertiya gelê kurd dikin, bi daxuyaniyan helwesta xwe ya ji bo çareseriyê aşkere kirin.

Partî û rêxistinên kurdan aşkere kirin ku ew li pişt peyama Rêber Abdullah Ocalan in. Diyar kirin ku ji bo çareseriyê çi têkeve ser milê wan amade ne. Lê 3 meh derbas bûn, heta niha ji bo çareseriyê gav nehatin avêtin. Dijberî wê ji bo rê li pêşiya çareseriyê bigirin gav têne avêtin.

Eger ku rayedarên dewletê dixwazin aştiya navxweyî pêş bixin, divê berî her tiştî dest ji polîtîkayên înkar û îmhayê berdin. Divê tecrîda li Îmraliyê bi dawi bikin û deriyê Îmraliyê ji nûnerên sazî û rêxistinên civakî û parazvanên mafên mirovan vekin. Divê şertên diyalog û muzakereyen bên avakirin.

Divê berî her tiştî zimanê dijminantiyê terk bikin û daxwazên Kurdan ên rewa, mirovî û gerdûnî nas bikin. Divê di serî de hemû girtiyên siyasî, rojnamegeran berdin. Bi zagonan mafên kurdan û hemû  nasnameyên li Tirkiyeyê dijîn, ên ziman, çand û statuyê misoger bikin û nas bikin.

Divê konferansên ku nûnerên hemû rêxistinên civakî beşdar dibin pêk bînin û li ser çareseriyê niqaşan bikin.

Heta ku binçavkirin, girtin, kuştin û înkar bidome, dê çareserî zor û zahmet be.

Nûçeyên Têkildar