Şervanên HSD,YPG û YPJ’ê li hemberî êrîşên qirkirin û dagirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê DAIş-SMO’yê berxwedaneke dîrokî dimeşînin. Bi taybetî jî li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê şerên çeper û tunelan didome û derbên giran li çeteyên dewleta Tirk a dagirker tê xistin. Şervana YPJ’ê Amara Qamişlo li ser jiyan û berxwedana Tişrînê ji ANF’ê re axivî. Amara Qamişlo diyar kir ku ji ber welatparêziya malbata xwe bi destpêkirina Şoreşa Rojavayê re di nav xebatan de cih digire. Amara di sala 2019’an de tevlî YPJ’ê dibe û wiha got: “Tevlîbûna min a YPJ’ê ji bo min hesteke, biryareke gelek cuda bû. Dema ku kurê xaltîka min di nav refên HSD’ê de şehîd bû, vê yekê bandoreke mezin li ser min kiribû. Rewş û îdeolojiya Şoreşa Rojavayê ez qanih kirim ku divê tevlî YPJ’ê bibim.”
Şervana YPJ’ê Amara Qamişlo bal kişand ser nirx û girîngiya rêhevaltiyê û wiha dewam kir: “Li nav refên me têkiliyên rêhevaltiyê gelek girîng in. Xwedî wateyeke cuda ye. Ji bo me ya herî girîng rêhevaltiya esas e. Em dikarin bêjin bi qasî nan û avê girîng e. Di pêvajoyên şer û berxwedanê de xeta me rêhevaltî ye. Di navbera hevrêyên jin û mêr de ruhê rêhevaltiyê pir xurt e. Dilsozî û xwebexşiya wan kûrtir e. Sekna wan a li hemberî wan û yekitiya hişmendiya di navbera wan de gelek bihêz e. Yên ku hevdu berê nas dikin jî dema hevdu li vir li refên şer dibînin hest û dilsoziyeke kûrtir dijîn.Yên hevdu nas nakin jî bi rêhevaltiya li vir ava dikin, têkiliyeke xurt çêdikin. Dema em hevdu dibînin an jî di sohbetekê de, wekî ku bi salan e em hevdu re têdikoşin. Ruhek wiha heye.”
Amara Qamişlo axaftina xwe wiha domand: “Dema mirov ji eniyan dûr dikeve, hestên pir kûr pê re çêdibin hem jî li ser xwe diponije. Lixwepirsîna min jî wiha ye. Gelo wê çi bibe, wê çawa bibe? An jî gelo ji ber ku em hêzeke leşkerî ne dê asta şer û dijminî çawa be? Bi vî awayî li ser mijarên din jî difikirîm. Lê piştî hatina me ya vir êdî ew pirsyar û hizir bi min re nema. Berxwedana me ya topyekun nîşan da ku em hêzeke hêzdar in. Û niha em bûne tirs û xewnereşka çeteyan.”
Amara Qamişlo wiha dawî li axatina xwe anî: “Divê gelê me û civaka me bizane ku em ê heta dawiya emrê xwe di nav têkoşîn û berxwedanê de bin û şerê xwe yê azadiyê bidomînin. Em niha dizanin ku gelê me bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî berê xwe daye Bendava Tişrînê û bûye mertalên zindî. Em ji vî ruh û vê sekna gelê xwe hêzê digirin. Em bi vî awayî bihêztir dibin.”