Xebatên Çand û Hunerê li Îzmîrê bi hemû hêza xwe didome. Mala Hunerê ya Jin Artê ya ku li semta Basmane ya Konaka Îzmîrê xebatên xwe yên çand û hunerê didomîne, qursên govend, baxleme, drama, keman, gîtar û erbanê dewam dikin. Mala Hunerê ya Jin Artê dê di serdema nû de qursên stranbêjî, wênesaziyê û şanoyê jî bide destpêkirin. Ji bo qursên ku dê hefteya pêş dest pê bikin qeyd berdewam dikin.
Rêveber û hîndekara Jin Artê Belkîsa Suleymanoglû diyar kir ku serlêdanên qeydkirinê pir zêde ne û dê di qursên ku bên dayîn de mamosteyên pispor hebin û bang li her kesî kir ku qeyda xwe çêbikin.
Belkîsa Suleymanoglû ku got “Xizmeta ji bo gelê xwe kêfxweşiyeke mezin e” destnîşan kir ku ji bo qurs bên dayîn daxwazeke zêde heye. Belkîsa Suleymanoglûyê diyar kir ku ji bo dersên wekî baxlema û erbane yên ku berdewam dikin daxwazeke zêde heye û got: “Me xwest ku em bersiva vê daxwazê bidin û me dest bi xebatê kir. Ji ber vê yekê em kêfxweş in ku em dikarin kursên wekî şano, stranbêjiyê bidin.”
Belkîsa Suleymanoglû da zanîn ku ew dixwazin zêdetir kes beşdarî xebatên çand û hunerê bibin û wiha got: “Yên ku dixwazin di warê şanoyê de bixebitin, dikarin werin û xwe bi pêş bixin. Yên ku dixwazin di qursa wênesaziyê de xwe bi pêş bixin jî dikarin werin.”
Belkîsa Suleymanoglû bal kişand ku dê atolye jî dest pê bikin û got: “Em li vir in, mala we li benda we ye. Kerem bikin werin.”