Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ji bo destkeftiyên gelê Kurd ji holê rake û berxwedana wan têk bibe, li ber çavê cîhanê êrîş ê komkujiyan dike. Ji endamên Forûma Aştî û Azadiyê ya Ewropayê Akademîsyena Aştiyê Prof. Neşe Ozgen li ser pêvajoyê ji ANF’ê re axivî. Prof. Neşe Ozgen diyar kir ku dewleta Tirk li gel zext û êrîşan jî nekarî daxwaza xwe pêk bîne û ev rewş ji bo dewleta Tirk weke ‘şikestina xewn û xeyalan’ pênase kir. Prof. Neşe Ozgen got, “Zextê zêde dike, tarîtî û tundiyê zêde dike, lê belê ya ku tê tê, nikare jê bireve. Li Tirkiyeyê demeke dirêj e çeteyeke berjewendiyan bi serkêşiya Erdogan sîstema dewletê xist bin hukmê xwe û kapîtalîzma qezencê ava kir.”
Prof. Neşe Ozgen anî ziman ku Tirkiye ya ku bi rizandin, îstîsmar û diziyê tê birêvebirin di vê demê de tevlî sûcên şer û li dijî mirovahiyê bû. Prof. Neşe Ozgen ragihand ku di dema guherînê de ev sûc hemû dikarin bêne ser maseyê û anî ziman ku Erdogan di rewşeke welê de ye ku nikare Tirkiyeyê îdare bike. Neşe Ozgen destnîşan kir ku di pîşesaziya çekan de bi qasî ku propagandaya wê tê kirin pêşketinek nîne, hin çekên ku bi pereyekî gelekî zêde hatine çêkirin ne di wê astê de ne ku karibin stratejiya şer a navneteweyî biguherîne.
Neşe Ozgen destnîşan kir ku gelê Kurd û hêzên demokrasiyê bi berxwedaneke mezin Erdogan lawaz kirine; hêviya wan jî ev hêza berxwedanê ye û diyar kir ku Kurd li herêmê aktorekî xurt e, wê karibe çarenûsa xwe bi xwe diyar bike.
Prof. Neşe Ozgen işaret bi hevdîtin û gotinên pêvajoyê yên li Tirkiyeyê kir û wiha domand: “Ya girîng ew e ku em ê çi bikin, divê hêzên demokrasiyê tavilê bernameya xwe diyar bikin. Bi rastî jî berbangeke hêviyê heye. Hîn di asta çareseriyê de pêşketinek nîne. Weke hêzên demokrasiyê divê em li ser derfetên heyî bimeşin. Mînak, di dawiya vê pêvajoyê de dibe ku bikaranîna çekan li dijî Tirkiyeyê bisekine. Dikare atmosfereke welê bê afirandin ku hem li herêmê destê Kurdan sivik bike hem jî li Tirkiyeyê demokrasiyê ava bike. Em hêzên demokratîk, jin, Kurd, pêkhateyên li Tirkiye û herêmê dema ku bi hev re tevgeriyan ev dikare pêk were.”
Neşe Ozgen êrîşên ku li gel nîqaşên li ser pêvajoyê dewam dikin nirxand û wiha pêde çû: “Di pêvajoyên diyalogê de hem li dijî gerîla hem jî li dijî gel êrîş hati kirin. Ev êrîş nesekinîn, lê belê Erdogan lawaz e. Hewl dide diyar bike bê desthilatdariya xwe wê çawa hilweşe. Naxwaze bê darizandin. Dawiya vê pêvajoyê nikare kontrol bikin. Ev êrîşî jî pêwendiya xwe bi kontrolkirina vê pêvajoyê re heye. Niha li eniya Erdogan ew hêz nîne ku karibe bazariyê bike. Tengav bûye.”
Prof. Neşe Ozgen destnîşan kir ku çareseriyeke aştiyane wê hem Tirkiyeyê hem jî herêmê aram bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rojava hem bi modela xwe hem jî bi taybetmendiya xwe ji bo me hêviyeke nû ye. Di sedsala 21’ê de modeleke azadiyê ya nû ya bi vî rengî nehatiye afirandin ku ji bo mirovahiyê ye. Divê bala me li ser vê be. Qezencên me qezenca gelên cîhanê ye. Em di demeke girîng de ne ku em ê biryarê li ser bidin bê li Rojhilata Navîn demokrasiyeke çawa biafirînin. Hêvîdar im em ê li ser aştî, demokrasî û azadiyê biryarê bidin. Weke hêzên aştî û demokrasiyê divê êdî em bi rola xwe rabin.”