Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

‘Hestiyê zarokên me bidin me û kujerên wan ceza bikin’

Şuayîp Taniş diyar kir ku 24 sal berê kurê wî Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz li qereqola cendirmeyan winda bûn û wiha got: “Tenê daxwaza me ew e ku hestiyên me bidin me û kujerên wan jî ceza bikin.”

Dewleta Tirk a dagirker di salên 1990’î de bi hezaran gundên Bakurê Kurdistanê şewitandin û bi hezran Kurd revandin û paşê winda kir. Kesên hatin windakirin jî nehatin dîtin û kujerên wan jî nehatin cezakirin. Yek ji van kesên hatiye windakirin Serokê Partiya Demokrasiyê ya Gelan (HADEP) a Silopiyayê Serdar Taniş e û rêveberê HADEP a Silopiyayê Ebûbekîr Denîz e. Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz di 25’ê çileya 2001’an ji bo îfadeyê çûn Fermandarê Lîwayê yê Cendirmeyan a Şirnexê û li wir hatin windakirin. 24 sal in ne cenazeyên Taniş û Denîz hatin dîtin û ne jî kujerên wan.

Bavê Serdar Taniş Şuayîp Taniş derbarê bûyerê de ji Ajansa Welat re axivî. Taniş diyar kir ku tevî kujerên zarokê wî diyar in jî nehatine ceza kirin û ev tişt gotin: “Piştre bûyer di çapemeniyê de jî belav bû. Pişt re ji me re gotin 2 cenaze li Kerboran in. Me DNA’ya xwe da. Lê heta niha me nekarî tu encamekê bi dest bixînin. Her sal em daxwaza cenazeyên xwe dikin. Heta niha ne aqubeta wan diyar bû. Ne goreke wan heye. Heta em sax in em dev ji doza xwe bernadin. Heta hestiyên wan nebînin em rihet nabin. Em dixwazin aqubeta zarokên me bê ronîkirin. Kujerên kesên hatine windakirin jî bên tespîtkirin û cezakirin. Tu sucekî zarokên me tune bû. Yên me faîl jî diyar in. Faîlê me Levent Ersoz e. Lê tevî vê yekê jî nehate cezakirin. Tenê daxwaza me ew e ku hestiyên me bidin me û kujerên wan jî ceza bikin.”

Taniş û Denîz 24 sal in winda ne: Tevî kujer diyar in jî nehatin cezakirin

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar