Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Jinên Êzidî: Efûya giştî ji bo DAIŞ’iyan hat derxistin

Jinên Şengalê diyar kirin ku ‘Yasaya Rewşa Kesane û efûya giştî ya ji aliyê parlamentoya Iraqê li dijî berjewendiya jinan û gelên Iraqê ne û gotin: “Biryara efûya giştî ya Parlamentoya Iraqê ji bo DAIŞ’iyan hat derxistin. Divê demildest ev biryar bê betalkirin.”

Parlamentoya Iraqê di 22’yê Çileyê de biryara efûya giştî erê kir. Ev biryar rê li ber nîqaşên efûkirina çeteyên DAIŞ’ê ku karesata sedsalê li ser civaka Êzidî pêk anîbûn vekir. Meclîsa Rêveberiya Xweser a Şengalê (MXDŞ) û TAJÊ têkildarî biryara Efûya Giştî ya Parlamentoa Iraqê daxuyaniyek dan. Daxuyaniya çapemeniyê li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan ji aliyê Hevserokê MXDŞ’ê Nayif Şemo ve hat dayin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wek Rêveberiya Xweser a Şengalê, biryara efûya giştî ya Parlamentoya Iraqê bi tundî red û şermezar dikin.

Parlamentoya Iraqê di 20’ê Çileyê de 3 proje yasa xist dengdanê û bi piraniya dengan hatin erêkirin. Jinên Êzidî ku beşdarî daxuyaniyê bûn, helwestê xwe ya li hember vê yekê nîşandan. Jinan diyar kirin ku ‘Yasaya Rewşa Kesane û efûya giştî ya ji aliyê parlementoya Iraqê ve weke du yasayên ne li gor berjewendiya jinan û gelên Iraqê ne.

Semîra Xelef Endama Meclîsa Jinê ya Digurê li ser yasaya efûya giştî axivî û da zanîn ku Iraq bi vê nêzîkatiya xwe dijberiya li hember Êzîdiyan nîşan daye. Semîra wiha got: “Em li dijî biryara efûya giştî ya ku ji bo çeteyên DAIŞ’ê hatiye dayîn in. Me wek welatiyên vê axê, pir êş ji destê çeteyan kişand. Em kuştin, firotin, destdirêjî li me kirin em şewitandin. Îro efûya giştî ji bo wan tê derxistin. Ev zilmek û neheqiyek li hemberî Êzîdiyan e. Pêwîst bû Iraq jenosîda ku bi destê çeteyên DAIŞ’ê li ser Êzidiyan pêk hatiye, nas bike, lê mixabin efû dide çeteyan. Iraqê, bi vê sekna xwe dijberiya xwe ya li hemberî me ragihand. Mafên civaka Êzîdî di Iraqê de wenda ne. Çend biryarên din jî guhertin, em li dijî wan jî radibin û em qebûl nakin. Ger ku grûpên çeteyan dîsa êrîşî mirovan bikin û qetlîam bikin, yê sûcdar û berpirsyar hikûmeta Iraqê ye.”

Endama Meclîsa Jinê ya Tilîzêrê Filûz Berkat li ser guhertina ‘Yasaya Rewşa Kesane’ axivî. Filûz da zanîn ku ev biryar li dijî hemû jinan e û divê her kes li dijî wê xwedî helwest be. Filûz fikarên xwe bi van gotinan anîn ziman: “Biryarek dûrî ehlaqê mirovan e. Keçeke ku zarok e, ew ê nikaribe xwe bi rê ve bibe, gelo çawa wê zarokek bîne dinyayê û mezin bike? Ger zarok zarokan mezin bikin wê karesatek rû bide. Wê bi xwe re ji bo jin û civakê zirarên mezin bîne. Ev yasa li dijî hemû jinan e. Banga me ji bo hemû jinên Iraqê ye; bila li dijî vê biryarê serî rakin û helwesta xwe nîşan bidin. Ev yasa ne ya qebûlkirinê ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar