Îro li herêma Serhedê wê berf û baran bibare. Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê rapora xwe ya 26’ê Çileyê weşand. Midûriyetê ragihand ku ew li bendê ne li bajarên Sêwas, Erzîngan, Dêrsim, Xarpet, Çewlig, Mûş, Erdexan, Agirî, Erzirom, Qers û Meletiyê berf û baran bibare.
Midûriyetê bang li gelê rojhilatê Herêma Serhedê kir ku li dijî xetereya aşûtan û qerisîna erdê tevdîrên xwe bigirin û bi hişyarî tevbigerin.