Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Helbestkar Leyla: Divê her kes bibe dengê berxwedana Tişrînê

Helbestkar Leyla Saraç bi pirtûka xwe ya sêyemîn ya helbestê ‘Dema tu çûyî’ êş û berxwedana gelê Kurd dide bihîstin. Leyla Saraç banga xwedîderketina li berxwedana Tişrînê kir û got ku divê her kes bibin dengê berxwedana Tişrînê.

Helbestkara Kurd Leyla Saraç di 6’ê Tebaxa 1979’an de li Hezex a Şirnexê hat dinê. Leyla Saraç temenê biçûk de têkoşînê nas dike, zextên dewletê nas dike. Leyla ji ber êşkenceyan berê xwe dide têkoşîna gel. Malbata wê di 1994’an de ku hîna Leyla 14 salî bû ji ber zextan koçî Edeneyê dikin. Leyla li Edeneyê li Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) dest bi xebatên çand û hunerê dike.

Leyla Saraç di 1996’an de ku 16 salî bû tê binçavkirin û li Qerekola Bankalar a Edeneyê êşkenceya fîzîkî lê tê kirin. Leyla Saraç diyar kir ku dema bi hevalek xwe re di rê dimeşiya ji aliyê wesayîteke spî ve hatiye revandin, gef û tundî lê hatiye kirin, piştre birine erdekî vala, ji wir jî birine qerekola Bankalar.

Leyla Saraç da zanîn ku cuda cuda di salên 2003, 2004, 2007, 2016 û 2022’yan de hatiye girtin û bi giştî 14 salan girtî maye. Leyla li girtîgehê dest bi nivîsandina helbestan dike û pirtûkên bi navê ‘Zerya’, ‘Werzeba’ û ‘Dema tu çûyî’ derxistiye.

Leyla Saraç derbarê pirtûka dawî ‘Dema tu çûyî’ ya ji weşanên Aram derketiye de ji JINNEWS’ê re axivî û wiha got: “Ez pirtûkê di şexsê bavê xwe de diyariyê hemû bavên nemir dikim. Min helbestên xwe bi hesetên ku bavekî şoreşger nivîsî. Ez rêwiyê riya wî me û şopedarê xeyalên wî me. Ji ber vê min hestên xwe di helbestên xwe de nîşan da. Helbestên min de evîna, hestre, bêrîkirina dê û bav û hevalan tê vegotin.”

Leyla Saraç bal kişand ser êrîşên li hember çand û zimanê Kurd û gel û wiha axivî: “Êrîşên li ser gelê Kurd didomin. Êrîşên li ser rojnamegeran bêtehemuliya li dijî heqîqetê nîşan dide. Gelê me yê sivîl tê qetilkirin. Herî dawî şanoger Bavê Teyar hat qetilkirin. Em vê qetilkirinê şermezar dikin. Em bi henekên Bavê Teyar mezin bûn. Wî ken fêrî me kir. Em ê şopdarê mîrateya wî bin. Wê her tim dilê me de bijî. Divê rojnameger nivîskar li dijî êrîşên li hember Tişrînê bêdeng nemînin û bibin deng.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar